10.03.2003 - 01:15
Şernameyek
Cemîl Oguz - Rojnamevan
cemilocemilo@hotmail.com
Ji berê kavilbûna dîrokê heta niha şer her di bin guhê me de bû, bi hemû dengê xwe yê bêrêz,
bê hurmet... Bi hemû dengê kuştina mirovan, seqethiştina zindiyan, qetilkirina xwezayê
û têkbirina cîhanê... Dîsa şer, dîsa feqîrî, belengazî, mirin, qirkirin, tevkujî hatiye
li ber deriyê me û lê dide. Û em dikevin nav pirsan di rewşeke wiha bi hemû dengê ku guhên
me ker dikin...
Û şer û pirs...
Ji we çend kesan şer dîtiye, dengê top û tifingan ji guhekê we re ketiye hundir û ji
yê din re derketiye? Ew dengê wekî tofanan mezin, wekî qiyametan bi tirs ku hemû êş û janan
di nava xwe de dihewîne.
Li ber, pêş û paş we çend kesan pêl li mayînan kiriye û perçe ji laşên wan
firîne wekî çûkên ku biciniqin û bifirin ji nav stiriyan. Wê demê hûn di nav kîjan hîs û hewarê
de bûn, hûn çiqas matmayî man wekî peykerek ku ji destê peykervanekî jîr hatibe çêkirin.
Dema gule ji devê tifingê bi hemû hêrsa xwe xwe avêtiye derve û ber bi hedefê ve meşiyaye we kî dîtiye; kî li hatina wê guleyê temaşe kiriye? Dema ew gule santîm bi santîm hatiye, hemû dengê ba û bahozê li dû xwe hiştiye û gihîştiye hedefe xwe... Vê yekê çi bandor li we kiriye...
We kesekî/ê dîtiye ku li ber dayîna nefesa xwe ya dawî be; ew çavên wî/ê... Çi hebû di wan çavan de; kîn, hêrs, hêvî, jiyan, tirs, xof, serketin... Çi û bi vê yekê re wê 'çi'yê xwe avêt nav çavên we, li wir ji xwe re cihekê dît an na?.. Û çavên we li çavên wî ketin, çavên we li hev mat bûn, matbûnek çawa pêk hat? Kîjan çavî bandor li kîjanî kir?
Di nava şerekê de ku di her saniyeyê de bi dehan, di her deqîqeyê de bi sedan, di her saetê de bi hezaran gule bi fîzîneke mezin li ber guhên we re derbas bûne yan na? Û ew gule ku gule qet navnîşanê napirse li hevalekî we ketiye û bi wê kitenê û birîndarbûnê re we çi hîs kiriye? Xwîna hevalên we yê birîndar qet rijiyaye ser we yan na, ew xwîn wekî dilopên baranê dilop bi dilop li destê we bûye, destê we şil bûye yan na û piştî çend saniye, deqe û saetan ew hevalê we li ber çavên we jiyana xwe ji dest da ye...
Di dema windabûnek wiha de çi bi hestên we hat, we çi kir, hûn ketin çi rewşî, wateya çavên we wergerî çi rewşî...
We şer tenê di nav fîlman de dîtiye, yan hûn bi xwe lê bûne şahid? Teqî û reqî, xumîn û gurmîn, girî û şîn we di nav romanan de xwendiye, we televîzyonan de ji kamerayan lê temaşe kiriye yan her tişt li ber çavên we qewimiye?
Di şereke wiha de der û berên we dane ber topan, agir ber dane daristanê; pêşîn pel bi pel, paşê şax bi şax û dûre jî bi temamî dar û daristan li ber çavên we bi kizirîneke dilsotîner şewitîne yan na? Û dar û ber, ax û zevî giş bûne reş û tarî ji dû û daxanê...
Ma sewalên di nav wê axê de? Çi bi wan hat? Ew çawa ji şewatê direviyan, lê nedikarîn xwe ji wê şewatê rizgar bikin...
We çi hîs kir di rewşeke wisa de, hêstir ji çavên we hatin xwarin, ew hêstir li erdê ketin û ji şûna ku hêstir lê ketin de; ax, dû, dûxan, reşbûyî, hemû tiştan xwe da alî li ber wan dilopên hestiran an na?
Di nav şereke bi nav û deng de, yan jî şereke ku nav lê nehatiyekirin de we xaniyê xwe winda kiriye û hûn bê mal û mil, bê dê û bav, bê xwuşk û bira, bê yar û dost mane yan na...
Û gelek pirsên bi vî rengî di vê serdema şer de ku tu demekê em jê xelas nebûn û niha dîsa li ber kerika guhê me, li ber deriyê me yê şikestî, li ber dilê me yê mesûm, nazik û xesas têne bîra me wekî ku bibêjin: Hûn nikarin ji me xelas bibin.
|
|