30.04.2003 - 00:25
Di salvegeriya rojnamegeriya kurdî de problemên rojnamegeriya kurdî
Cemîl Oguz - Rojnamevan
cemilocemilo@hotmail.com
Piştî derketina rojnameya Kurdistan ku di 22.04.1898an de ji aliyê Midhet
Mîqdad Bedirxan ve hate derxistin, esreke mezin derbas bû. Em di vê 22'ê mehê,
di vê salvegera 'Kurdistan' de dixwazin çend tiştan bibêjin li ser
rojnamegeriya kurdî ya îro.
Salvegera Rojnamegeriya Kurdan ji zû de ye li Başûr tê pîrozkirin, kurdên Bakur jî piştî salên 1990'î vê rojê pîroz dikin. Yekîtiya Rojnamegerên Kudistanê (YRK) jî di kongreya xwe ya dawî de biryar girt ku 22'ê Avrêlê (Nîsan) wekî Roja Neteweyî ya Rojnamegerên Kurd her sal bê pîrozkirin.
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê piştî salên 1990'î rojnamegeriya kurdî pêşket, dengê Kurdan zêdetir derket. Îro li Başûr du rojnameyên rojane hene, li Bakur jî rojnameyê Azadiya Welat wekî heftena xwerû bi kirdî weşanê dike û dest bi nîqaşa derxistina rojnameyeke rojane kiriye. Digel van, li parçeyên din jî weşanên cur bi cur hene, tv û radyoyên kurdî jî weşanên xwe didomînin. Her wiha malperên înternetê jî li ser karên xwe ne.
Di rewşeke wiha de, di vê salvegera rojnamegeriya kurdî de me xwest bi kurtahî pirs û pirsgirêkên rojnamegeriya kurdî raxin ber çavan.
Pirsgirêka alfabeyê
Kurd niha di çapemeniya xwe de du alfabeyan bikar tînin. Ev yek li hemberî weşaneke ku bixwaze bangî hemû Kurdan bike, li ser hemû Kurdan nûçeyan çêke û tiştan şanî wan bide problemek e.
Celadet Elî Bedirxan di sala 1919'an de biryarê dide ku di kurdî de alfabeya latînî bikar bîne ku alfabeya latînî zêditir li kurdî tê. Ew piştî xebatekek dûvedirêj di sala 1932'yan de kovara HAWAR'ê bi tîpên latînî derdixe. Piştê wê rojê, heta îro kurd alfabeyên latînî û erebî bikar tînin. Niha li başûrê Kurdistanê her du alfabe jî têne bikaranîn. Li rojhilatê Kurdistanê heta îro alfabeya erebî hate bikaranîn, di van demên dawîn di bi taybetî di nav xwendekaran de alfabeya latînî pêşdikeve û wisa diyar e ku wê pêş bikeve jî. Digel van li bakurê Kurdistanê bi temamî, li Rusya, Ewropa û Suriyeyê jî bi giştî alfabeya latînî bikar tînin. Di çapemeniya kurdî hebûna du alfabeyan yek ji pirsgirêkên sereke ye û divê bi demê re bê çareserkirin.
Di rojnamegeriya kurdî de problema ziman
Problema ziman di rojnamegeriya kurdî de yek ji pirsgirêkên ku xwe nîşan dide ye. Ji ber ku di nav Kurdan de lijneyek wekî Lijneya Zimanê Kurdî nîn e, yê her weşanê li gorî wê lijneyek wê heye û ew lijne li gorî xwe biryaran digire, wan biryaran di weşanê de bikar tîne û gelek deman jî diyar dibe ku ew biryar ne di cih de ne.
Ev yek xwe di bikaranîna navên taybet de, navên mehan û gelek tiştên din de nîşan dide. Carinan ji ber ku weşan peyvên cihê cihê bikar tînin, xwendevan jî hem aciz dibe, hem jî serê wan tevlihevi dike ku nizanin kîjan rast e.
Ji bilî van di têgînan de jî problem hene û ev jî nehatine sererastkirin. Mesela ferhengeke me ya têgînan nîn e, nûçegîhanek gava nûçegeyek li ser hiqûqê, yan li ser matematîk, an jî tiştekî din çêdike, ji ber ku ev têgîn nehatine diyarkirin nûçegîhan gelekî ditengijin û aciz dibin ku êdî naxwazin nûçeyek di vî warî de saz bikin.
Pirsgirêka pîşeyî
Kurd hê jî wekî pîşeyekê li karê rojnamegeriyê nanêrin. Ev yek bi xwe re profesyoleniyê nayne. Di weşanên me de maweya xebata xebatkarekî/ê nediyar e. Kesê/a ku îro dest bi rojnamegerî kiriye 3-5 meh paşê yan dev jê ber dide, yan jî pê didin berdan. Wî/ê kesî/ê tiştê ku heta wê demê hîn bûye jî wext nabîne ku wan bixe jiyanê. Kesê/a ku tê dewsa wî/ê jî dîsa ji seriyê dest pê dike û ev her bi vî awayî didome.
Pirsgirêka perwerdehiyê ya rojnamegerên me
Yek ji pirsgirêkên rojnamegerên kurd jî perwerdehî ye. Ji ber ku zankoyên ragihandinê yên Kurdan nîn in, rojnamegerên kurd xwe bi xwe hîn dibin. Ji ber ku bi zimanê kurdî berhemên Kurdan ên ser rojnamegeriyê jî pir kêm in, her kes bi awayekê tê gihandin an jî bêyî ku bigihe, vî karî fêm bike, vî karî dimeşîne. Ji ber van yekan di nav Kurdan de nûçegîhan jî edîtor jî kêm in. Yên ku hene jî di asta nîqaşê de ne; ew çiqas nûçegîhan in, çiqas edîtor in, asta wan çi ye?
Ev yek xwe di nûçeyên wan de dide der. Mesela nûçeyek ku divê bi pîvanan A4'ek bê dayîn, ji ber ku baş nehatiye nivîsîn, ji ber dubareyan di du A4'an de tê dayîn. Ji ber ku edîtor jî baş ne edîtor e, nikariye bi vê nûçeye bilîze, tiştên ku divê jê bêne avêtin neavêtine, tiştên ku dubare ne jê dernexistine û bi vî awayî nûçe hatiye weşandin. Vê yekê kiriye ku nûçe, paragrafên nûçeyê gelek dirêj bin û nûçe neyê xwendin.
Her wiha mesela di nav me Kurdan de nûçegîhanên wênekêş ên taybet nîn in, edîtorên ku baş bizanibin wêneyek di rûpelek de çawa tê bikaranîn, nivîsa bin wêne çawa tê nivîsîn nîn in û hwd. bi vî rengî problem hene ku giş bi perwerdehiyê ve girêdayîne.
Di çapemeniya me de dîtbarî
Di nav Kurdan de kesên ku bi awayekî profesyonel karê dîtbariyê bikin yan nîn in an jî ji astekê derbasî asteke bilindtir nebûne. Ji ber vê yekê jî rûpelên weşanên me baş nayên sazkirin, ji aliyê dîtbarî ve ne xweşik in û ev yek jî balkişîneriyê dikuje. Weşaneke ku ne balkişîner be jî kes naxwîne. Yek ji nexwendina weşanan jî ev alî ye.
Di nav Kurdan de îlan û reklam
Rojnamegeriya kurdî bi îlan û reklaman debara xwe nake. Ev yek hem ji polîtîkaya weşanê ye, hem jî ji berpirsên ku di warê girtina îlan û reklamê de ne xwedî tecrûbene diqewime. Mesela dema yek biçe cihekê ji bo girtina îlanek, qalîbîliyeta wî/ê têre nake ku yên ku îlanê dide qanî bike, jêre bi têra xwe qal bike ku bi dayîna vê îlanê wê karê wî/ê çi be. Ji ber vê bêtecrubetiyê weşanên kurdî yan bi piştgiriya parî û rêxistinan li ser pişan ma ne, yan jî bi xebata şexsan a kesane weşan heta îro hatiye.
Digel vê yekê têkiliya di navbera xwendevan û weşanê de jî pir qels e. Mesela xwendevanek gava weşanekê distîne ku bixwîne, pêre bersiva pirsên wekî, 'Ez vê rojnameyê, weşanê digirim lê ev weşan çi dide min, divê çi bide, gere çi bida min' pêre nîn e.
Di rojnamegeriya kurdî de qunciknivîsî
Pîvanên qunciknivîsiyê di rojnamegeriya kurdî de ne diyar in. Divê asta qunciknivîskarek çi be, qunciknivîskar heta ku derê azad e, sînorên wî/ê çi ne û hwd. Tiştên bingehîn ên bi vî rengî di rojnamegeriya kurdî de nehatiye diyarkirin. Ji ber van yekan û ji ber ku gelek kesên ku dinivîsin nîn in, hema her kes dibe qunciknivîskar. Wêneyê xwe lê dide û dinivîse. Dinivîse lê çi dinivîse...
Weşanên Kurdan 'parçe'yîne
Weşanên Kurdan bi giştî weşanên parçeyan in. Mesela rojnameyek, an weşaneke din ger li Amedê derê, bi têra xwe cih nade Mehabadê, li Urmiyê derê têde nûçeyên der barê Qamişloyê de nîn in, li Hewlêrê derê bi têra xwe têde nûçeyên Meletî nîn in. Bi kurtahî weşanên me, weşanên parçeyekê ne û nebûne neteweyî. Tenê dikarin nûçeyên parçeyê ku têde derdikeve pêşkêş bikin. Wan bi xwe jî nikarin bi têra xwe pêşkêş bikin.
Gava mirov li îstatîstîkê binirê mirov wê bibîne di weşanekê de çend nûçeyên kîjan bajarî hene, çend nûçe ji parçeyên din hene û mirov wê rastiyê bibîne.
Di vî parî de weşan bêhêz in û gere ev problem jî ji holê bê rakirin.
Bingeh heye
Wekî dawî mirov dikare bibêje ku li Başûr derketina du rojnameyên rojane digel yên din, li Bakur derketine weşanan û nîqaşa rojnamegeyek rojane kêm be jî di van de rojnamegerên kurd derketine holê. Hindik bin jî, bi qasî tiliyên destên mirov bin jî hin rojnamegerên ku hêvî didin ku wê bikaribin bi awayekî profesyonel bixebitin hene. Ger pêşî li wan bê vekirin, ji bo wan piştgirî bê pêşkêşkirin, wê ew bikaribin hem kesan bigihînin û hem jî weşanên li gorî dil derxin.
Û îro ji her rojî zêdetir pêdiviya Kurdan bi weşaneke ku bikaribe hemû Kurdan hembêz bike heye.
|
|