www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

07-02-2003 - 12:10

Di nûçeyan de hin şaşî

Cemîl Oguz - Rojnamevan
cemilocemilo@hotmail.com

STENBOL (amude.com) - Em her roj bi dehan, sedan nûçeyan çêdikin. Rojnameyên me yên rojane, hefteyî, malperên me yên rojane, demdemî û hwd. nûçeyan çêkidin û pêşkêşî Kurdan dikin. Lê di van nûçeyan de bi çi awayî şaşî têne kirin, divê çawa bin? Em îcarê dixwazin li ser çend xalên bi vî rengî bisekinin.

Bi giştî ez çapemeniya kurd dişopînim, li ser terza wan a pêşkêşkirina nûçeyê disekinim û bi awayekî eşkere ez bibêjim ez bi taybetî di malperên Kurdan de rastî gelek şaşiyan têm û wekî rojnamegerekî kurd xwesteka min ew e ku ev şaşî neyên kirin û li ser van yekan bisekinin.
Di nûçeyên ku malperên me dinivîsin de pesndayîn û peyvên rêzdardariyê têne bikaranîn. Her wiha şaşiyên din (Ez naxwazim navê weşanan bidim, nav li cem min in, ji ber ku armanc ne nav in, armanc nûçe ne û pêşketina nûçegîhaniya kurd e ez navan nadim). Em xal bi xal li ser bisekinin:

1- Em pêşîn van peyvan rêz bikin paşê li ser bisekinin. Mesela di malperekê de peyva 'birêz' tê bikaranîn. Di yekê din de 'mamoste' di yekê din jî 'Serok' û hin peyvên bi vî rengî têne bikaranîn.
Pirs ev e: Li gorî kî birêz, li gorî kî mamoste yan serok? Çima nûçeyên me ne notir in (bêalî). Çima pêdivî bi peyvên bi vî rengî têne dîtin? Divê nûçe bêalî be. Em bibêjin ez wekî xwendevanekî wê malperê ez peyva 'mamoste' bixwînim, ezê aciz nebim? Ew ji bo edîtorê malperek, yan nûçegîhanê malperek 'mamoste' be, dibe ku ji bo min ne mamoste be û belkî ez jê aciz im. Ji bo yekî serok be, dibe ku ji bo min ne serok be. Ger bira rastî serok e, wê çaxê dîsa bêalî, di fermiyetê de wisa binivîse: 'Serokê Partiya X filankesî wiha got', nebêje 'Serok Filankes wiha got'. Piştî ku te awayê wê yê fermî bi kar anî, min ew fêm kir, ez wî/ê wekî serok dipejirînim, napejirînim ji min re, yanê ji xwendevan re bihêle, di dewsa min de biryarê nede.

2- Tiştekî din, wisa hatiye nivîsîn: 'Bi rastî wan bi çalakiya xwe tiştekî baş kiriye' Di malperekê me de jî wisa bi kar anîbû. Li vir pirseke wisa tê bîra mirov: Li gorî kî tiştekî baş kiriye? Ger birastî jî tiştekî baş kiriye, wê ji min re bihêle ez biryarê bidim ku tiştekî baş kiriye yan na. Tu raste rast ji her aliyan ve li çalakiyê binêre, beşên nûçeyên yên ji her aliyan ve pêşkêşî min (xwendevan) bike û ez biryarê bidim tiştekî baş kiriye yan na...

3- Di vir de tiştekî din ku gelek beloq e û bala min kişand jî pêşkêşkirina daxuyaniyek, an bernameyê çalakiyek û hwd. Hin malperê me vê yekê bêyî ku di pêşeka nûçeyê de 'çima tiştekî wiha diweşînin' binivîsin, raste rast wê daxuyaniyê, wê bernameyê diweşînin. Bi ya min ev jî şaş e. Ya yekem ew bername yan jî ew daxuyanî çiqas hêjayî nûçeyê ye, çiqas taybetiyên wê balkêş, girîng û nû ne ku mirov dikare biryarê weşandinê bide? Ger van taybetiyan di nava xwe de dihewîne û ger li gorî birdoziya mirov be bêşik mirov wê biweşîne. Erê lê ji bo weşandinê jî hin şêwe û awayên ku mirov bala xwe bidê hene. Em bibêjin daxuyaniya partiyekê yan jî bernameyê çalakiyekê mirov bêyî ku jê re 'ez çima vê diweşînim' pêşekek nenivîse û biweşîne, mirov dibe wekî bultenek wê partiyê yan wê organîzasyonê. Li cîhanê gel zêdetir wê daxuyaniyê yan çalakiyê digire, di nava nûçeyê de dihone û bi vî awayî diweşîne. Ev rêbaza herî rast e.
Ger mirov bixwaze bernameyê gişî, yan daxuyaniyê gişî biweşîne jî divê mirov dîsa jêre pêşekek baş binivîse, mesela bibêje: Di rojeva Kurdan de meseleyek wisa heye, li ser nîqaş tê kirin û tevlihevî heye. Partiya x, an jî rêxistina x daxuyaniyek weşandiye, yan bernameyek saz kiriye, ji ber vê xesasiyetê, ji ber girîngiya vê, em vê yekê guncan dibînin û bêyî ku destê xwe bidinê pêşkêşî we dikin. Tabî ger wisa be jî mirov aliyê kî ye, wekî bultena kî dixebite jî nêzîktêdayîna mirov derdikeve holê. Wekî me li jor jî got, li cîhanê zêdetir tiştên bi vî rengî di nava nûçeyê de têne honandin û ji bo xwendevanan têne pêşkêşkirin.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]