15.05.2003 - 19:30
Pirsgirêka alfabeyê û pêşniyazek
Cemîl Oguz - Rojnamevan
cemilocemilo@hotmail.com
Pirsgirêka alfabeyê di nav Kurdan de hê didome. Her gelek tenê alfabeyek bi kar tîne, lê Kurd niha
çend alfabeyan bi hev re bi kar tînin. Ev yek ji bo me rojnamegeran jî kareke zehmet e, û ji ber
vê yekê em nikarin xwe bigihînin hemû Kurdan, Kurdên ku li her perçeyê rûdinin.
Ez dixwazim li ser vê meseleyê bisekinim û pêşniyazên xwe yên di vî warî de pêşkêşî
rayedarên Kurdan bikim.
Destpêka alfabeya latînî
Pêşîn em li ser derketina alfabeya latînî ya di nav Kurdan de bisekinin.
Kurdan yekem car di sala 1932an de bi xêra Celadet Elî Bedirxan dest bi bikaranîna alfabeya
latînî kirin. Berî wê di nav Kurdan de bi tenê alfabeya erebî dihat bikaranîn.
Celadet Elî Bedirxan di sala 1919an de biryarê dide ku di kurdî de alfabeya latînî bi kar bîne,
ku alfabeya latînî zêditir li kurdî tê. Ew piştî xebateke dûvedirêj di sala 1932an de kovara
HAWARê bi tîpên latînî derdixe. HAWAR yekem weşana Kurdan a bi tîpên latînî ye.
Piştê wê rojê, heta îro Kurd alfabeyên latînî û erebî bi kar tînin.
Niha li Başûrê Kurdistanê herdu alfabe jî têne bikaranîn. Li Rojhilatê Kurdistanê heta îro
alfabeya erebî hate bikaranîn, lê niha latînî jî pêş dikeve. Digel van li Bakurê Kurdistanê bi
temamî, li Rusya, Ewropa û Sûriyeyê jî bi giştî alfabeya latînî bi kar tînin.
Ev ji bo xebatkarên çapemeniya kurd jî, ji bo xwendevanên kurd û neteweya kurd jî kêmasiyek e.
Ji bo neteweyê zimanek
Yek ji hêmanên bingehîn ên neteweyekê jî ziman e. Ziman nîn be, netewe jî nîn e.
Zimanê kurdî heye û xurt e jî. Lê zimanê kurdî birîndar e, li her perçeyê bi awayekî aliyên
wî yên kêm û zêde hene. Di vir de pirsgirêka herî mezin û ber bi çav alfabe ye.
Alfabeya kurdî heye, lê li her perçeyê alfabeyek tê bikaranîn û ev jî dibe ku em nikaribin
weşanên birê xwe bixwînin, ên xwe jî bi wan bidin xwendin. Lewre di vir de pêdiviya alfabeyek
ku hemû kurd pê binivîsin û bixwînin heye.
Ji bo PDK û YNK'ê pêşniyazek
Di rewşeke wiha de, em dibînin ku hejmara Kurdên ku li hemû perçeyan latînî bi kar tînin, zêde ye,
û meyla ku zêdetir xwesteka bikaranîna alfabeya latînî jî zêdetir bûye. Dîsa di lêkolîneke biçûk de
jî tê dîtin ku li Başûr, ku alfabeya erebî serdest e, lê bi giştî meyla latînî pêş ketiye,
heta îro hin kovar û pirtûk bi tîpên latînî hatine weşandin û hê jî têne weşandin.
Dîsa li Rojhilat jî bi taybetî di nav nifşê nû de, xwendekaran de, meyla bikaranîna tîpên latînî
derketiye holê û ev meyl roj bi roj geş dibe. Ji bilî van yekan ku meyla Kurdan li ser bikaranîna
alfabeya latînî dixuye, divê rewşa cîhanê jî em bigirin ber çavan. Lewre li cîhanê niha digel
alfabeyên cur bi cur bikaranîna alfabeya latînî serdest e.
Di rewşeke wiha de, bi ya min alfabeya latînî divê hêdî hêdî li her perçeyê bibe serdest
û di kurtedemekê de ev alfabe bibe alfabeya fermî ya Kurdan.
Ji bo vê yekê ez wekî rojnamegerekî kurd bang li rayedarên partiyên me yên başûrî
dikim ku bi diyarbûna rewşa nû ya Başûr re biryareke bi vî rengî bigirin ku êdî di dibistanan de,
di çapemeniyê de alfabeya latînî bi awayekî fermî bê bikaranîn, nifşên heyî roj bi roj bêne
perwerde kirin û nifşê nû jî perwerdehiya xwe bi latînî bikin.
Her kes dizane ku her gel alfabeyek tenê bi kar tîne, bi wê perwerdehiya xwe dike,
weşanên xwe bi wê alfabeyê derdixe. Lewre ji bo me Kurdan jî pêdiviyeke bi vî rengî heye û bi ya
min îro şert û merc jî hêdî hêdî çêdibin.
|
|