www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

28.03.2003 - 17:55

Di nûçeyê de dizî

Cemîl Oguz - Rojnamevan
cemilocemilo@hotmail.com

Her weşan bê hejmar nûçeyan çêdike û diweşîne. Hejmara nûçeyên rojnameyên rojane her roj bi ser sedî re ne, yên malper û rojnameyên heftane jî li gorî jîrbûn, li gorî pêdivî û meziniya weşanê diguherin. Lê meseleya me ne ew e ku kî çend nûçeyê çêdike. Tiştê ku emê li ser bisekinin di nûçeyê de dizî ye.

Berê her tiştî em bibêjin ku em ne alîgirê diziyê ne û divê mirov nûçeya kesî nedize. Ne nûçe, ne jî wêne. Lê yên ku didizin jî, hene.
Ji ku derket mijareke bi vî rengî, çi bû ku me dest avêt tiştekî wisa?
Çend roj berê di malpereke me de, wêneyek xweşik li ser çalakiyên Başûr hate weşandin. Min ji dilê xwe de got: "Çi wêneyeke xweşik kişandine." Lê piştî vê wêneyê, me dît ku Malpera Amûdê heman wêne weşandiye û di bin wêneyê de wisa nivîsiye: (Wêne: Chang W. Lee/The New York Times).


(Wêne: Chang W. Lee/The New York Times.)


Yek tiştekî we bidize, hûnê çi bikin?

Bi vê yekê me fêm kir ku ew wêne ne ya wê malpera me ye, ya rojnameyeke din e û ji wir bêyî ku navê wênekêş û rojnameyê ku jê girtiye bê nivîsîn, hatiye girtin û weşandin.
Vê yekê me kişand nav fikirandinek kûr.
Û pirs: Yek rabe wêneyekî we yê xweşik ji malpera we bigire û bêyî ku navê we li binî binivîse, wekî yê xwe biweşîne, wê kêfa we were yan ne? Yek dest deyne ser keda we, hûnê çi bikin? Hûnê kêfxweş bibin, an hûnê li dû mafê xwe bigerin?
Bi van pirsan re Ramazan Ozturk, ku wî wêneyên Helepçeyê kişandibûn û dengê Helepçeyê bi wêneyên xwe gihandibû welatên cîhanê, hat bîra min. Ozturk, piştî ku rojnameyeke tirkî wêneyê wî bi kar anîbû û navê wî nenivîsîbû ku ew wêne ya Ramazan Ozturk e, serî li wê rojnameyê dabû û ev şaşî hatibû rastkirin... Ger ev xeletî nehata rastkirin, cihê ku serî lê bidana hebû.
Di nav Kurdan de, saziyên çapemeniyê nehatine cem hev, ji xwe re Konseyên Çapemeniyê saz nekirine, 'Rêgezên Pîşeyî' diyar nekirine. Ji ber vê yekê em çavekî li yê tirkan bidin.
Konseya Çapemeniyê ya Tirkan di "Rêgezên Pîşeyê yê Çapemeniyê" xala 8an de wiha dibêje: "Weşanek berhemek bi keda xwe derxistibe, berê ku biweşîne, weşaneke din nikare wê bidize û wê berhemê wekî berhema xwe nîşan bide û pêşkêşî raya giştî bike. Di dema bikaranîna berhemên ajanseyan de, divê xesas bê tevgerîn û çavkanî bê nîşandayîn."
Ger ji cihekê tiştek hatibe girtin û çavkanî nehatibe diyarkirin, mesela heta dadgehan jî diçe.
Lewre gava ji cihekê tiştek hate girtin, divê çavkanî bê diyar kirin.
Piştî van yekan em dixwazin hinekî balê bikişînin semedên diziyê...

Giraniya malperên înternetê û dizî

Piştî ku internet pêş ket, li her welatî malper hatin vekirin, bi van yekan, wî gelî dengê xwe ragihand welat û cihên cur bi cur. Lê gava ev yek kirin, bi hêz bûn, li her derê nûçegîhanên wan, têkiliyên wan hebûn û ji çavkaniyan nûçe pêşkêş kirin. Li Tirkiyeyê yek ji wan malperan jî haberturk.com bû. Sîteya navborê dest bi weşanê kir, roj bi roj xurt bû, ji xwe re abone çêkirin, bi vê hêzê, bi heman navî televîzyonek vekirin, îsal jî bi heman navî rojnameyek rojane weşandin û hê jî her sê weşanên xwe wekî rojane didomînin. Ev hemû hêzeke malperê ye.
Belê bi vî awayî giraniya malperan heye, lê ger destê malperan (weşanan) dirêj be, li her derê nûçegîhanên wan hebe, xebera wan ji bûyerên li her derê hebe û bikaribin wan bi awayekî herî bi lev pêşkêş bikin, hêzdar dibin. Lê ev yek nîn be, hêza mirov nîn be, mirov tiştan bidize û biweşîne dê çawa be? Mirov careke dizî, cara duyem dizî û ev yek derket holê, giraniya mirov û rêgezîbûna mirov dê ji holê rabe, xwendevan ji mirov sar dibin.

Çima wisa dizî pêk tê?
Sedema yekem: Li her derê têkilî û nûçegîhanên wê nîn in, nikarin ji wir agahiyan bistînin, nikarin wêneyan ji wir bi dest bixin, lê ji hin deran digirin, di weşanên xwe de cih didinê û wekî ya xwe nîşan didin. Di rewşeke wisa de, ger herdem wekî yê xelkê nîşan bidin, dê xelk bibêjin 'Wê çaxê ez çima te dixwînim' û dev jê ber dide. Ew weşan jî ji ber vê yekê dê berhemê wekî ya xwe nîşan dide.

Bi ya me, çi dibe bila bibe, divê mirov berhemên xelkê wekî yên xwe nîşan nede û dest daneyne ser ked û xwêdana kesî.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]