15-10-2002
Li ser Malpera Amûdê çend gotin
Cemîl Oguz - Rojnamevan
cemilocemilo@hotmail.com
STENBOL (amude.com) - Mapera Amûdê saleke din pîr kir. Belê saleke din pîr kir lê barê wê girantir bû.
Berpirsê Amûdê jî bi vê yekê dizane û wisa diyar e ku wê Malpera Amûdê di sala nû
de baştir bike. Me xwest di vê salvegera Amûdê de çend gotinan li ser malperê binivîsin.
Di van salên dawîn de weşanên kurdan ên li ser înternetê zêde bûn. Her çiqas hejmar û naveroka wan ne li gorî dil be û her kurdek nikaribe van bişopîne jî, dîsa hêviyê didin û wisa diyar in ku wê zêdetir pêş bikevin. Lê di vir de bi ya min hin tiştên ku malperên me bidin ber çavên xwe hene. Wekî rêgezên rojnamegeriyê û hwd.
Di vê salvegerê de min dixwest ez peyamek ji bo salvegera Malpera Amûdê bişînim lê ji ber gurahiya karê xwe min fersend nedît ku ez peyamê ji bo şeva Salvegera Amûdê bişînim, lê ez dixwazim çend tiştan wekî peyameke pîrozbahiyê li vir rêz bikim.
Me got malperên kurdan zêde bûne. Hin ji van hem li çapxaneyan çap dibin, hem jî li ser înternetê têne weşandin, hin jî tenê li ser înternetê der diçin. Yek ji van jî Malpera Amûdê ye. Malpera Amûdê ev zûde ye ez dişopînim û ez diecibînim. Ji ber ku ez dişopînim û diecibînim ez dixwazim li ser çend tiştan bibêjim.
Malpera Amûdê wekî çavkaniyeke
Kurd heta niha ji hev dûr mane, ji ber sedemên cur bi cur nikarîne bi hev re têkiliyên xurt saz bikin, hay ji hev jî çênebûne. Gihandina cem hev a Kurdan, ji sohbetên wan bigire, heta nûçeyên ser bûyerên wan karê çapemeniya kurd e. Weşanên li ser înternetê jî lingekê vê çapemeniyê ne. Niha derketina rojnameyan, weşanên malperên cur bi cur ev ji hevdûrbûna kurdan hinek be jî ji holê radike. Amûdê jî yek ji van malperan e. Malpera Amûdê heta niha di çapa xwe hinekê ev yek pêk anî. Kurd gihandin hev û hin sînorên ku hebûn ji nav wan rakirin. Hem di vî warî de, hem jî ji ber ku Malpera Amudê ji bo gelek weşanan bûye wekî çavkaniyekê mirov dikare qala serketina wê bike. Gelek caran em dibînin hin weşanan nûçe ji Amûdê girtiye û weşandiye, hin ji wir dibînin, li ser wê dikolin, kûr û berfireh dikin û nûçeyên xwe diweşînin. Yanî çavkaniyeke biçûk be jî girîng e. Tevî vê serketina Malpera Amûdê hin kêmasiyên wê jî hene ku divê em qal bikin.
Pêşkêşkirina nûçeyan
Malpera Amûdê, di malpera xwe de gelek caran qala lidarketina panel, konser û hwd. dike. Mêjû û beşdarvanên wan radigihîne xwendevanên xwe lê di vê xalê de disekine. Piştî vê kêliyê ew xwendevan meraq dikin ku ew konser, panel an ew çalakiya ku di malperê de qala wê hatiye kirin lidarket an na, li dar ketibe çi bû, çawa bû, kî çi got? Ev jî tişteke girîng e. Ger Malpera Amûdê di vî warî de jî gavan bavêje, piştî lidarketina van çalakiyan bikaribe wê jî ragihîne, çawa derbas bû, çi hate gotin û hwd. jî wê xwendevan kêfxweştir bibe. Ev jî aliyeke ragihandinê ye. Belê ez bi îmkanên malpera Amûdê dizanim, bi zor û zehmetiyên wê jî dizanim, lê amadekarê malperê dikare vê yekê bi hin têkiliyan bide kirin. Qena nebe çawa bi kurtanî qala lidarketina van çalakiyan tê kirin, bi vî awayî, bi kurtî be jî qala 'çawa li dar ketine û çi hate gotin' jî bê kirin wê zêdetir rola xwe bîne cih.
Bikaranîna pênasê û pesnê
Tiştekî din ku ez dixwazim balê bikişînim ser, şêwaza Malpera Amûdê ye. A rast ez dibînim û dişopînim ku malper ji her çar parçeyan cih dide nûçeyên li ser kurdan. Daxuyaniyan carinan radigihîne. Di vê ragihandinê de bi ya min şaşiya şêwazê heye. Wekî di nûçeyê de ji kesan re birêz, an serok tê gotin. Bi ya min ew şaş e. Bi ya min di nûçeyên xwe de, malper divê qet nebêje, 'Serok Ocalan', 'Serok Barzanî', yan 'Serok Talabanî' wiha got. Di şûna wê de nûçeyê xwe û navê kesan raste rast ragihîne. Mesela bibêje, 'Serokê KADEK'ê Ocalan', 'Serokê PDK'ê Barzanî' yan 'Serokê YNK'ê Talabanî' li gorî pîvanên rojnamegeriyê baştir e. Her wiha em bibêjin wê di nûçeyê de qala helbestvan Ehmed Huseynî bê kirin. Bi ya min divê 'Mamoste Ehmed Huseynî dîwana xwe çap kir' neyê gotin. Ji ber ku ew helbestvan e û divê pênasa wî ya helbestvaniyê bê bikaranîn. Tiştekî din, em bibêjin kesekî/e ji bo min mamoste be, dibe ku ji bo hin xwendevanên din ne mamoste be, kesekî/e ji bo min serok be, dibe ku xwendevanekî din jê hez neke. Lewre bikaranîna pênasa wan û rasterast dayîna nûçeyê baştir e. Hin peyvên din jî hene, wekî 'birêz' falan. Birêz filankes wiha axivî û hwd. Bi ya min divê ev jî neyên bikaranîn.
Zimanê malperê
Xaleke din ku ez dixwazim li ser bisekinim jî zimanê Malpera Amûdê ye. Di malperê de ji nivîsên li ser ziman bigire, heta nivîsên wêjeyî û nûçe gelek tişt têne weşandin. Ev tiştek baş e, lê her kesê/a ku van dinivîse devoka xwe bikar tîne. Em bibêjin ez nûçe yan nivîsa xwe hin qalibên zimanê kurdî bi kar tînim, yekî/a din hinên din bi kar tîne. Bi ya min di vê di vî warî de jî Malpera Amûdê ji xwe re rotayek saz bike, ji xwe re hin qalibên ku li gorî wê rast in bi kar bîne. Em bibêjin wê 'ko' bi kar bîne, yan 'ku' bikar bîne û gelek tiştên bi vî rengî. Tabî problemên me yên ziman gelek in, bêşik ev problem wê bandora wan li ser malperê jî hebe, lê heta akademiyên Kurdan saz bibin, Kurd bi hev re li ser ziman biryarên hevpar bidinê, divê Malpera Amûdê ji xwe re tiştên ku li gorî wê rast in bigire dest.
Belê Malpera Amûdê salek din pîroz kir. Di sala nû de amadekirê Malpera Amûdê ji xwe re komek saz bike, ew bi hev re malperê bi rê ve bibin, bi ya min wê baştir be. Di vê temenê xwe de ez tiştekî hîn bûm, rojnamegerî bi ekîban bi rê ve diçe. Amûdê jî ji xwe re ekîbek saz bike wê malperek xweşiktir û çaktir pêk bê.
|
|