 |
 |
01.11.2003 - 02:40
Xeman nexwin brano
Bûbê Eser - Stockholm
bube@telia.com

Bubê Eser
|
Hin brader henin, hîn jî ditirsin ku hêzên hevpeyman, ango Emerîka û Ingilîz,
wê Kurdan bixapînin an jî wan di nava destên dijmin de bi tenê bihêlin. Loma ez
dibêjim ku xema nexwin, brano. Her çiqas Kurd doh û pêr ji terefên Emerîkan ve
hatibin xepandin an jî wan Kurd bi tenê di nav destên zaliman de hiştibin jî,
îro ne ew roj e, ku ew dê dîsa weha bikin. Dinya ne dinya berê ye. Mirov bi saya
vê teknîka ku ewqasî bi pêş ve çûye hatine guherandin, êdî tişt eşkere têne dîtin. Lewra jî dibêjim: brano, xwe zêde bê hêvî nekin! Her çiqasî devê me ji şîr şewitî be jî, divê em niha pifî dew nekin. Roj roja berjewendiyan e. Her mirov, her hêz û her netewe îro li dû berjewendiya xwe ye. Divê em Kurd jî weha bin. Berjewendiya me li ku be, bi kê re be, bi çi awayî be, divê em weha bikin, xwe şaş nekin û bê hêvî nebin.
Eger bê bîra we, bi salan me digot, her tiştek xwe li gor diyalektekê ber bi başiyê ve diguhere. Belkî ev cara pêşî be, ku guherandina vê diyalekteyê wê ji bona me Kurdan xwe ber bi başiyê ve be. Ez ne bawer im ku Kurd êdî wê li rojên bi xem, zor, kuştin û talankirinê vegerin. Êdî roj wê ew roj bin, ku dê xweşî, rindî, delalî û azadî bibe para me Kurdan. Ew azadiya ku em bi salan li dû wê bûn. Ew azadiya ku me ji bona wê gelek bedel dane, li Başûrê Kurdistanê gav bi gav ber bi perçeyên din jî tê. Lewra jî ez bi hêvî me, ku di demeke nêzîk de perçeyên din jî wê xwe bighêjin wê azadiyê.
Hatin an jî anîna azadiyê ne rehet e. Ji wê re bedel dive, tekoşîn û berxwedan dive. Me weke Kurd heta niha ev hemî kirine û me bedelên wan li Başûr bi dest xistine. Ji bona azadiya perçeyên din jî berxwedan divê, kar û xebata li ser esasê neteweyî divê. Tekoşîn divê. Li cihê xwe rûniştandin û tenê bi gotin û sloganan azadî nayê. Pêşiyên me bela sebeb negotine: "Dara azadiyê bi xwînê tê avdan". Me jî weke Kurdan heta îro weha kiriye. Lê dara me li ber fêkîdayînê ye. Divê em xwedî li darê derkevin, em lê miqate bin, da ku bikaribin fêkiyên wê bixwin.
Lewra jî ez ne bawer im ku Emerîka û Ingiltere dê Kurdan careke din tenê di nav destên zaliman de bihêlin. Ji ber ku êdî Kurd jî ne ew Kurdên berê ne. Êdî Kurd xwedî hêz û quwet in. Îro Kurd weke dewlet li ser erda xwe dijîn. Dema em li gotin an jî mesajên birêz kek Mesûd Barzanî guhdarî dikin an dixwînin, em fizanin ew çi dibêje. Li gor wan gotinan, êdî Kurd li ser erda xwe xwedî desthilatiya xwe ye. Kesek wê nikaribe vê ji wan bigire. Dema em li gotarên birêz Mam Celal Talabanî guhdarî dikin, em dizanin ku Kurd weke dewlet bersivên dagirkeran didin.
Dema em belavok û mesajên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê dixwînin û li gotarên birêz Kemal Burkay guhdarî dikin, tê famkirinê ku Kurd êdî çawa xwedî li hev derdikevin. Ev jî dide zanîn ku Kurd wê li her derekê piştiriya hev bikin. Azadiya ku ji bona me Kurdan xuliqiye, wê her kesek ji bona berjewendiya gelê xwe bi her rê û rêbazên wê biparêze.
Ev rewşa Kurdan û hevgirtina wan tê wê wateyê, ku wê tişt weke berê neqewimin. Wê Emerîka û Ingilîz nikaribin weke berê me bi tenê bihêlin. Ji xwe îro ew jî baş dizanin ku berjewendiya wan û ya Kurdan niha yek e. Li ser vî esasî wê heta roja dawî jî ne me bixapînin û ne jî wê me bi tenê berdin. Loma dibêjim, ku divê em rehet bin, şaşitiyan nekin, li gor berjewendiya gelê xwe em tev bigerin, şiyar bin.
Em şiyar bin, da ku xebata nava xwe ya Bakurê Kurdistanê ji bîr ne kin. Ji bona wê jî divê em kar bikin. Dizanim ku gelek mirov westiyane. Hinan jî xwe dane westandin ku kar ne kin. Lê weha nabe. Bakurê Kurdistanê gelekî giring e. Em Kurdên wir jî li gor wê girîngiyê xwe bi yek in, hêzeke neteweyî bixuliqînin, ku bikaribe bersiva gelê me bi tevayî bide.
Rewşa îro li ber çavan e. Eger em ecele ne kin, xwe di nava kar û xebatê de çalak ne kin, em dikarin têk herin an jî wê azadiya ku em dixwazin, dê gelekî dereng bê.
Li gor vê ez dibêjim, xema nexin brano. Kerem bikin em karê xwe bikin. Ji bona hevgirtin û yekîtiya Bakurê Kurdistanê ji me kê çi tê xwestin, divê em wê bikin. Ma em nizanin ku azadiya Bakur wê fêda xwe ji her kesî û ji perçeyên din re jî hebe. Madem rewş ev e, divê em jî kar bikin. Eger kar jî ne kin, ji kesên kar dikin re nebin asteng.
|
 |
 |