www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

27.03.2003 - 16:20

Malpera Amûdê mala min e!

Bêwar Ibrahîm - Qamişlo

Li ber axîn û nalînên xewnên bê tixûb û aso, şevbuhêrkên poşmaniyê piraniya caran li odexaneya bîr û baweriyên min dihatin gerandin. Di wan şevbuhêrkan de, nerînên min serwextî gelek mijar û babetên nepen dibûn, yek ji wan: westandina di ber nivîsandinê de bê ku kesek ji xwendevanan wan nivîsandinan bibîne, çimkî kovar û rojnameyên me wek kulîlkên bê reh in ( navekî giran in li ser gundekî wêran in). Li vir û di navbera poşmanî û xwekujiya pênûsê de, ramûsaneke gerim ji nav lêvên şevên berfê reviya û xwe di nav rûpelên sar û cemidî de veşart. Ev pel ji hilma vê ramûsana keliyan, gazî pênûsên rast û durist kirin, hingê pel û pênûs bûn yanîgehên fireh ji hizr û bîrên tî û bê av, bûn peyal ji meya wan re û mêvanên wê ramûsanê serxweş xistin. Ev ramûsana bi navê "Malpera Amûdê" ye, lê bi kar mey e, di peyalên şevbûhêrkên bê beyan de hingiv e, li ser lêvên dayikên bêxew şivîlekeke jinerîn û hizrên rêwîdayîr e, guleke di nav qelşên hîm û latan de.

Heger ez li ser serboriya xwe û Malpera Amûdê rawestim, bê guman dê mirin di nav ronahiya me de winda bibe. Berî ku ev malper deriyê xwe li ber me veke, hingê em serwextî ti çalakiyên ku di rêya internêtê de dihatin lidarxistin, nebibûn. Piştî ku malper vebû, ji nû em tîgihiaştî rewşenbîriya elkitronî bûn û bi taybetî ez, ku li gundekî bê telîfon dijîm. Di gel wilo jî, vê malprê hişt ku ez tixûbê gundîtiyê derbas bikim û xwe hînî vê rewşenbîriya elkitronî bikim.

Erê, Malpera Amûdê mala min e!
Ji Xwedê bi hêvî me ku di paşerojan de, bibe rojek vêketî di esmanê rojên vemirî de û ronahiyê bide bejna simbilên li ber şilfên das û tapanên ezezî û poşmaniyê .
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]