16.05.2003 - 00:51
An hînî xwendin û nîvisandina zimanê xwe bibin, an mebêjn em Kurd in!
Bêwar Ibrahîm - Qamişlo

Bêwar Ibrahîm
|
Dema girên hêviyan bi nehişgehî li hemberî goristanên windabûnê
diherifin, dema hawar ji ber lewitandina mirovan di gerdena mirovantiyê de
difetise, dema sîngên keç û dayikan dibin yarîgeh ji lîzevanên bêbextiyê re,
dama reş dibe erênî û sipî dibe neyênî.. li ber weha bûyer jiyan seranser
li ser lingekî radiweste û bi gezan dire rûpelên dîroka derewîn, sextet
û windayî da ku ji xweseriya xwe careke din têgihişt bibe û encamên
dîroka rast li ser sînga xwe careke din bibîne..
Piştî vê tevlidana lojîkalî, emê ji xwe bipirsin ka vê jiyanê çi xizmet pêşkêşî me kiriye? Û bi taybetî çi xizmet ji zimanê me re kiriye? Eger ev ziman di rewşeke qels û lawaz de be, kî sûcdarê vê kêmasiyê ye? Em in an jiyan e?
Lê em her dem xwe ji vî gunehî dişon û dibêjin: paşketina zimanê me, ne sûcê me ye, em bindest in û yên bindest nikarin bilivin, vêca emê çawa li ser vejandina zimanê xwe bixebitin? Emê çawa serwextî nûjeniya demê bibin û moderinbûna wê nasbikin? Û weha jiyan dimîne sûcdar û dem dibe gunehkar û desthilat dibe zordar..
Rast e, ev tişt tev li nav me peyda dibin, lê gerek derûna me ji xebatê ee neyê girtin, morala me neyê şikandin û bindestî û perîşanî me li ser tevna xwe nerêse..
Emê jiyan û dîroka kovara "Hawar"ê li ber xwe raxin û rûpelên ronakbîriya wê pel bi pel bixwînin û li xebata xwediyê wê yê cengewar Mîr Celadet Bedirxan temaşe bikin ku di destpêka çerxê bîstan de jiyanke nû ji vî zimanê re peyda kir, ku îro me di ser guhê xwe re avêtiye, ev zimanê ku Mîr Celadet bi endezyarî berhev kir; lê sed mixabin! Heger em li neynika rastiyê binerin, emê gilokên hêsirên Hawarê bibînin ku li nav cog û cobraên ne guhdan û serguavêtinê re bûne teyrok û li vî alî û wî alî digindirin û têne bişaftin, bê ku kesek desmalkên parastinê bidin ber van hêsiran..
Hawar dengekî zelal û bilind e, û kesê nizanibe ev deng ê kê ye, bila li "Hawar"ê vegere û li gotinên Mîr guhdar bibe, dema dibêje: "Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike.. Hawara me berî her tiştî hîniya zimanê me dê bide naskirin.."
Mebesta me ji girêdana ziman bi kovara Hawarê de ew e ku yekemîn kovar bû bi zimanê kurdî (tîpên latînî) hate çap kirin û li nav Kurdan hat belav kirin, ew jî bi saya Xwedê û Mîr Celadet ku giramêrek ji tîpên latînî berhev kir û Hawara xwe bi wê giramêrê derxist...
Piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd (1925) û şoreşa Araratê (1930), Mîr Celadet Bedirxan pişta xwe neda dîrokê û bi berpirsyarî rahişt barê bav û kalan û xwe ji ber neda alî. Heger em Kurdên Sûryeyê bi taybetî, pirsekê ji xwe bikin û bibêjin: çima me xwe ji ber barê vî Mîrî da alî? Ew kesek bû bi barê milyon kesî radibû, lê em milyon kes in, em nikarin bi barê kesekî rabin! Yazdeh salan zingilê Hawarê li ser xwîn, xwêdan û keda Mîr Celadet dikir zige zing. Di vê babetê de, seydayê Cegerxwîn gazî dike kiryarên Hawarê û dibêje:

Mîr Celadet Bedirxan
|
Pir şerm e ku Hawara me ta ebed nemînit
Hawar keça ciwan e, xweş bûk e çardesalî
Hawar derfeşa Kawe, kaxet qumaşê sade
Jê re peran bişînin, Kurdino bi di helalî..
Erê, pir şerm e ku (Hawar) ji ber peran rawestiya, ji perîşanî û bêkesî sêwî ma, ji bê guhdanê pelên wê zer bûn, ji vê sersariya me êşa negudan û nexwendinê li zimanê me ket. Di rja îro de, ev zimanê şêrên tevlî êş û birînan berê xwe da gundê (Heycanê) û li ser kavilên (Bîra Qederê) rawestiya, Hawar kir û got:
Erê Mîro, 11 salan te ez ji xwîn û xwêdana xwe jîndar kirim, îro 71 sal dibuhirîn ku min û (Hawar)ê mehra xwe li ser destê te birî, lê mixabin, dem û dîrok bûn nîsan û bi sînga siwarên revonek û bê hesp ve hatin daliqandin, bûn dergevan û li ber dergehê goristana hatin danîn, bûn qamçî û ketin nav lepên desthilatdarên zordar û mijok..
Heger em li êşa zimanê xwe bipirsin, emê bi hesanî bersiv û encamên vê pirsê bibînin, êşa zimanê me neguhdan û nexwendin e û dermanê vê êşê guhlêdan û xwendin e.
Mîr Celadet Bedirxan 57 hejmar ji (Hawar)ê derxistin, ji hejmara yekemîn ve, ku di 15-5 -1932 an de bû, û ta hejmara dawî, ku di 15-6-1942an de bû, vê kovarê li ber xwe da, roniyên vemirandî vêxistin, ewrên stewr bi ser xaka zûha ve barandin, .., bê ku mêrê wê li ser vegere, li ser ked û westandinê bipirse...
Ji sala ku (Hawar) rawestiyaye û ta roja îro 60 sal buhirîn, bi qêrîn, axîn, gazî û hawar bang dikir: "Kuro eyb e , şerm e, fihêt e, an hîni xwendin û nîvisandina zimanê xwe bibin, an mebêjn em Kurd in.." Ji van gotinên Mîr Celadet Bedirxan mabe ku bi tîpên zêrîn hatin neqişandin, emê dermanê êşa zimanê xwe nas bikin, û wek ku diyar e ev derman jî xwendin, nîvisandin û guhdan e...
Heger nexwendina ziman li ba hink kesan normal be, ji aliyê din ve li ba gelek kesan û piraniya kurdperwerên zimanhezên xwendin û nîvisandina zimanê kurdî balkêşî ye, derd, kul û xemxurî ye...
Îro dem di pêvajoyke toknolojî de ye, di rewşeke cîhanî de ye, pêwîst e em xwe bighînin vê pêvajoyê. Lê pêwîstirîn tişt ew e ku em bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin, û ev kar barê rewşenbîr û zimanzana ye... Lê xuya ye gotina seydayê Namî ne ji valahiyekê hatiye nivîsaindin, dema dibêje:
Li ber birca belek lê pirsiyar bûn
Mi gotî wan ku pênc herfê Hawar bûn
Nedî Namî li nav Kurdan yekî Mîr
Ji bo çapa Hawarê çêpikî zêr
Gelo di roja îro de, emê çawa mirov in efsaneyî wek Mîr Celadet Bedirxan li nav xwe bibînin? Efsaniyê koça xwe ji jiyanê tevî barkiriye. Lê digel wilo jî em xetîr in, hêviyan venamrînin. Îro em di sînga çerxê 21ê de paldayîne, jiyanê dergehê xwe ji her alî ve li ber me vekirî ye, îro em dikarin ramanên Mîr Celadet û nerînin wî yên dûrdîtî bi hesanî di jiyana xwe de biçesipînin û bi kar bînin; û va em dibînin ku tîrêjin van raman û nerînan ji roka ezmanê Başûrê Kurdistanê hatin kişandin, ku rewşenbîr û zimanzan bi hemû hêza xwe li ser standardbûna zimanê kurdî -tîpên latîn - li ber xwe didin û dixebitin, û wek mînak kovara (Dicle) ya ku di sedsaliya rojnamevaniya kurdî de, roja 22-4-1998 an de hejmara yakê jê derket.
Deriyê mijar, gotar û lêkolîna li ser (Hawar )ê û xwediyê wê herdem vekirî ne, em nabêjin bûye rotîneke rojan e, lê ew bi xwe bûye ba, av û nan ji hezkerê zimanê kurdî re. Li vir sedayê Cegerxwîn hestê xwe bi spehîbûn diyar kiriye, dema dibêje:
Begê Min serwerê min, ey Celadet
Şahê min rêberê min, pir edalet
Tu binivîse di Hawarê selaman
Ji ber min ve li Kurmancan temaman
Emê jî di ber xwe û di ber her siwarekî de ku ji bo Hawarê û zimanê wî xebitîne, silav û rêzgirtinê ji Mîr Celadet Berdirxan re rêkin; û di roja îro de serê xwe li ber kêla wî û ya bapîrê wî û ya hevjîna wî bitewînin, û lêborînê jê bixwazin, û bi taybetî em Kurdên Sûryeyê, ku perdeyên ked, xwîn û xwêdana wî di nav şilfên şûr û xencerên perçebûna partî û rêxistînan de hatin çirandin, bê ku fatîhê li ser cendekê zimanê brîndar bixwîni. Lê di vê dema dawî de, em dibînin piraniya rewşenbîr û nivîskar li zimanê xwe dipirsin, guhdariyê lê dikin, li Hawarê û Mîrê wê xwedî drdikevin, giramêra wî ji tozê dadiweşînin, xwestekên wî bi ciwamêrî pêk tînin, û di serê wan de mamoste Konê Reş ku bi pirtûka xwe "Mîr Celadet Bedirxan, jiyan û ramanên wî", hem jî di helbest, lêkolîn û gotarên xwe de, bizav daye xwe ku toza jibîrkirinê ji ser jiyana vî Mîrê fedekar bide alî; di helbesteke xwe de ya zarokan wiha dibêje:
Mîrê Azîzan
Mîrekê Botan
Nevyê Bedirxan
Xwediyê Hawar
Ronahî û kar
Ji xwe re kir bar
Xwediyê himet
Zanayê Millet
Rêber Celadet
Em Kurdên Sûryeyê, wek zarokên Hawarê di qada rewşenbîriya Kurdistanê de hatine naskirin. Heger em bixwazin bi hemberî vê yekê bin, gerek em bi kûrbûn ji zimaê xwe hez bin, bi hezkirinê dê girên hêviyan ji nû ve bilind bibin, dê sîngên keç û dayikan bibin mêrgên kêf û şadûmaniyê... Dema em bi zimanê xwe bipeyvin, bigrîn, bikenin, xewnan bibînin, bixwînin û binivîsin, dê Mîr Celadet Bedirxan ji me razî be! Gerek em ji zimanê xwe hez bikin da ku em karibin vî zimanî bi xelkê cîhanê jî şêrîn bikin û ew jî mîna me jê hez bikin. Bi vê yekê, dê zimanê me tixubên herêmî derbas bike û bêhna jîndariyê bike, dê saw, tirs û windabûnê bi dilgermî ji nav rûpelên dîroka xwe bavêje û taca mîrîtiyê li ser serê xwe deyne. Hingê dê cîhan seranser bêje: gelê ku mirovek wek Mîr Celadet kurê wî be, çendî şikandinê bibînin û li ber lehiyên têkçûnan herin, ew gel li ser piyan radiweste û rêka pêvajoya xwe berdewam dike û dighîne serî.
|
|