 |
 |
01.12.2003 - 22:47
Kurd û Paltalk
BendîWelat
welat73@hotmail.com
Di civata kurdan a gundan de, gava ku dibû êvar, hemû gundî li cihekî diciviyan, ku bi
ihtîmala herî xurt mala axayê gund yan jî mala muxtêr bû. Ev mal û ode dibûn cihê
şevbuhêrkên gelek çîrok, stran, galgal û pêkenokên kurdan. Herweha piraniya problemên
rojane û astengên li pêşiya gundiyan di van odeyan de çareser dibûn, bê ku dewlet û
dezgehên wê yên fermî destê xwe bixin nav kar û îşe gundiyan.
Risipî û mezinên van gundan her gav di van odeyan de amade bûn, da ku xwediyên problêm û gazinan berê xwe bidin wan û hundirê xwe ji wan re vala bikin.
Ev odeyên galgal û şevbuhêrkan her car bûne şahidên mehrbirîna gelek bûk û zaveyan, herweha lihevhatina gelek malbat û eşîren xwedan dijmin û gelek giriftên erd û zeviyên gundiyan di van odeyan de çareser bûne û her kes gihîştiye mafê xwe. Bi vî awayî, odeyên şevbuhêrkan dibûn dadgeh, mizgeft û dezgehên fermî yên gundan, her kes berê xwe dida van odeyan û bi rêz beşdarî wan civînan dibûn.
Îro roj em di cîhanekê de dijîn, ku gelek mezin û gewre ye, lê belê bi saya serê zanîn û pêşketinê ev cîhana me gelekî biçûk bûye, ku mirov dikare li her derê wê qul bi qul bigere û zanyariyan di derheqê wê de bistîne, bê ku ji cihê xwe bileqe (ez li vê derê behsa motorên lêgerîn û agahdariyên internetê dikim).
Mijara internetê mijareke gelekî berfireh e, lê belê ez ê di nivîsa xwe de - wek ku min li jor behs kir - tenê li ser odeyên şevbuhêrk û galgalan rawestim û bi taybetî odeyên 'Paltalk'ê, ji ber ku ev demeke ku ez bi 'Paltalk'ê mijûl im û hin zanyariyên min li ser wê hene. Di vê nivîsê de, ez ê li gorî bîr û baweriya xwe başî û xerabiyên 'Paltalk'ê rêz bikim.
'Paltalk' programeke berfireh ya galgalê ye, ku gelek miletên cîhanê ji xwe re bi kar tînin, da ku di riya wê re bighêne hevdu û danûstandinê bi hev re bikin.
Di 'Paltalk'ê de, mirov dikare binivîse, biaxive û herweha wêneyên hevdu li ser ekranên wê bibînin, wek ku mirov li ba hev be. Ango 'Paltalk' li ba hin kesan ketiye dewsa telefon, faks û nameyan.
Di gelek odeyên kurdan de, kamera qedexe ne. Ez nizanim ji ber çi, lê belê di gelek odeyên miletên din de, mirov kamerayên xwe saz dike û her kes dikare wî bibîne.
Mirov dikare bikeve hemû odeyan û bîr û ramanên xwe tê de bide diyar kirin. Belê her gav mafê xwedanê odeyan heye, ku axavtina mirovan bibirin, wan ji nivîsandinê bêpar bikin, herweha wan ji odeyan ji bo 24 demjimêran derbixe.
Odeyên galgalê yên 'Paltalk'ê bi gelek awayên xwe odeyên galgal û şevbuhêrken gundan tînin bîra mirov. Ji xwe kurdan navê van odeyan kirine 'Koçk'. Di odeyên gundan de, bi tenha xelkên wî gundî bi awayekî gelek berfireh û vekirî li hev dicivyan, lê belê di koçkên 'Paltalk'ê de, kurd ji her çar aliyên cîhanê dikarin beşdar bibin.
Ji hemû cûreyan ve mirov di koçkên 'Paltalk'ê de beşdar dibin, bê ku ji xwe bitirsin an jî ji hin kesan şerm bikin, ji ber ku pêwîst nake ku mirov bi navê xwe yê rast beşdar bibe. Biçûk, mezin, zilam, jin, zana, nezan, her kes dikare bîr û baweriyên xwe bi awayekî azad û bê sansor diyar bike û biparêze, tenê yek merc heye, ku rêza civatê bê girtin u êrîşî kesan neyête kirin.
Gelek partiyên kurdan koçkên xwe vedikin û agahdarî di derbarê xebata xwe de didin mêvanên xwe, herweha li rexne û pêşniyar û gazinên mêvanan guhdar dikin.
Gelek xort û keçên kurd di riya 'Paltalk'ê de hevdu nas dikin û bê ku xwe veşêrin an ji yên derdora xwe şerm bikin, bi seetan bi hev re galgalê dikin. Gava ku dilê wan ji hev re vebe û baweriyê bidine hev, peywendiyên xwe berdewam dikin û dibin evîndarên hevdu. Min bi çavê xwe dîtiye, ku xort û keç di 'Paltalk'ê de hevdu nas kirine; gava ku dê û bavê wan li hember zewaca wan derketine, ev xort û keç hevdu revandine.
Di koçkên 'Paltalk'ê de, pêwîst nake ku mirov xwe ji axa yan muxtar yan ji mezinan biparêze û li gor wan tevbigere, her kes xwe bi zimanê xwe yê şêrîn û zanebûna xwe dide qebûl kirin û di civatê de tê hez kirin.
Di koçkan de, gelek car seminer û civînên hêja saz dibin, ku mirov li mala xwe bê ku ji cihê xwe bilive sûdê ji wan werdigire û zanyariyan bi dest dixe. Gelek nivîskar, hunermend, rewşenbîr û siyasetvanên kurdan di van koçkan de beşdar dibin û huner û zanebûna xwe bi mêvanan re par dikin.
Lê belê hin tişt hene, ku gereke mirov jê agahdar be û xwe li hemberî wê biparêze, gava ku diçe nav koçkên 'Paltalk'ê:
Gerek mirov zu bi zu baweriyê bi xelkê neyne, ji ber ku hin kes hene ku karê wan têkdan û problêmsazkirin e.
Gereke mirov ji bo beşdarbûna di 'Paltalk'ê de ji xwe re demên diyarkirî bide ber xwe, ji ber ku 'Paltalk' her gav heye û dikare ji hinekan re bibe nexweşî, dema ku 24 demjimêran tê de beşdar bibe. Bi vî awayî, mirov ji mirovên derdora xwe qut dibe û karê xwe yê rojane bi cih nayne.
Ji rûniştina ser kursiyê û temaşekirina ekrana kompûterê, mirov dikare gelek nexweşiyan bigre, wek nexweşiyên çavan, pişt, ling, hustu û mejî hwd. Ji bo wê, gerek e her ji çend deqeyan carekê mirov ji ser kursiya xwe rabe ser piyan û tev bigere, her weha ji xwe re kursiyeke baş peyda bike.
Li gelek welatên cîhane odeyên galgalan bûne sedem, ku jin û mêr hevdu berdane, ji ber ku yek ji wan her li ber kompûterê rûnştiye û hemû jiyana xwe daye 'Paltalk'ê. Ji bo wê, gereke hayê mirov ji vê meseleyê hebe û nekeve vê rewşê.
Bi saya serê teknolojiyê, kurd dikarin sûdeke mezin ji demokrasiya internetê werbigirin, da ku civata xwe pêşde bixin û ew jî wek her miletî pêş keve. Lê belê gerek em her gav hay ji xwe hebin û nekevin rewşeke weha, ku em ziyanê bidin xwe yan ên derdora xwe.
|
 |
 |