www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

27.0.2003 - 13:10

Behmen Qûbadî: Kurdistan dayîka min e

Rêbiwar Pîremerd
rebiwar@hotmail.com

Derêhênerê kurd Behmen Qûbadî ku me ew cara yekem bi fîlmê wî yê bi navê "Zamanê Hespên Sermest" nas kir îcar bi fîlmê xwe yê bi navê "Awaza Dayîka Niştiman" li Stenbolê ye.

Fîlmê "Awaza Dayîka Niştiman" Behmen Qûbadî di çarçoveya bernameya 22'yemîn Mîhrîcana Fîlman ya Stenbolê de, roja 25'ê û 26 avrêlê hate nîşandayîn. Behmen Qûbadî jî wekî mêvanê mihrîcanê li sînema ku fîlm lê hate nîşandayîn amade bû. Qûbadî piştî fîlm pirsên temaşevanan bersivand.

Fîlmê Qûbadî ku rêvitiyekê tarajedîk bi zimanekî mîzahî radixe berçavan ji hêla girseyeke mezin ve hate temaşe kirin. Qûbadî di vî fîlmê xwede jî biserketiye. Jiyana kurdan ya trajedîk bi zimanê hunerê bi hostahiyeke mezin, bi zimanekî mîzahî raxistiye ser perdeya spîdê.

Çîroka Fîlm

Heke em çi çend peyvan çîroka fîlm bînin ziman; Di dema şerê Îran û Iraqê de, kalemêrê kurd Mîrza dibihîze ku serê jina wî ya ku zemanekî dev ji wî berdabû û bi hevalekî wî re çûbû ketiye belayê. Mîrza radibe ji bo ku biçe wê û Seyedê ku 23 sal berê ew hiştîbûn û çûbûn bibîne, her du lavên xwe hildide cem xwe bi rê dikeve. Mîrze li parçeyê Kurdistanê yê Îranê diçe Başûrê Kurdistanê. Her du lavên Mîrze Audeh û Barat hunermendên navdar in. Jina Mîrze û Seyed, zemanekî bi koma muzîkê ya wan re xebitîne. Her çiqas malbata Mîrze Hinarayê wekî lekeya qirêj a namûsê a malbatê dibînin jî Mîrze hîn ji henareyê hez dike. Riya wan li cihekî ku diz heya polîsan jî dişêlînin re derbas dibe. Li vê derê ne hiquq heye ne tişteke din. Her derê dengê bombeyên Sadam tên. Li her derê bêhna kîmyasalê... Ligel ku bûyerên fîlm tev jî trajedîk in mirov carînan nikare xwe bigire û mirov dikene. Qubadî fîlm li cih û mekanên rasteqîn kişandiye. Ango xwezaya Kurdistanê a bedev bu hostayiheke mezin raxistiye ser perdeyê.

Dema dawî li fîlm tê hîn jî temaşevan ne reng ne jî dengê Hinarayê dibîne. Hinara xwe nîşanî Mîrze nade. Dawiyê Hinara keçika xwe ya biçûk a bi navê Sînor ji Mîrze re bi rê dike. Mîrze Sînorê hildide û li sînor derbas dibe û vedigere Rojhilatê Kurdistanê (parçeyê Îranê)

Qûbadî: Hinara Kurdistan e

Qûbadî piştî fîlm birsên temaşevanan bersivand. Li pirseke wekî "Tu fîlmê xwe de zef behsa Kurdistanê dikî, çiye Kurdistan, bi bilêvkirina vê peyvê tu dixwazî çi bikî?" Qûbadî got: Kurdistan dayîka min e. Kurdistan Hinaraya ku di fîlm de nayê dîtin, her kes behsa dengê wê dike, lê heya dawiyê jî kes ne dengê wê dibîne, ne jî rengê wê ye. Qûbadî de berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ewê hîn jî fîlmên ku êş û jana gelê kurd dikişîne tînin ziman bikişîne. Qûbadî da zanîn ku li Rojhilatê Kurdistanê sînemaya kurdî her roj pêş dike û got: Her sal li Kurdistanê sed heb fîlm kurt û dirêj yên kurdî têne kişand in."

Ji ROJEV, 27.04.2003
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]