www.amude.com - navenda çanda kurdî


04.03.2004 - 23:18

"Mirî nikarin rabin ser piya, hurme!"

Bayram Ayaz - Elmanya
brayaz@t-online.de

>> Selwa Gulî: Endama Komîteya PENa Kurd bitenê xebata Ocalanî bi başî li qelem didit!!?
>> PENa Kurd: "Tevaya gelê kurd berî şoreşa PKKê mirî bû"
>> PENa Kurd Malpera Amûdê rexne dike
Nûçeya Malpera Amûdê ya derbarî nivîsara xanim Hêvî Berwarî, gelek bala min kişand. Ji ber du sedeman. Yek jê, karê ku PENa Kurd pê rabûye, karekî pîroz e. Ji bo damezirandina şaxê xwe yê Amedê, PENa Kurd endama xwe şandiye Amedê. Helbet damezirandina şaxê PENa Kurd li bajarê Amedê bûyereke pirr balkêş e û cihê dilxweşiyê û şanaziyê ye.

Nuqteya duyemîn, gotinên ku vê birêvebira PENa Kurd kirine… Ev gotin jî bi qasî karê vê hurmeyê balkêş bûn û ew qasî jî cihê dilêşiyê û şermezariyê û sernizimiyê ne.

Van du sê rojan, her ku fersend çêdibû min li internetê dinêrî. Cara pêşîn Malpera Amûdê vedikir û li vê nûçeyê dinêrî û ez bi hêviyeke xurt li benda bersivek bûm, ku rewşenbîreke kurd, welatparêzekî kurd, endamekî PENa Kurd bersiva vê hurmê bidê. Mixabin heta roja duduyê adarê ti reaksiyoneke nivîsarî derneketin (*). Piştre, doh (roja yekê adarê) ber êvarê, serokê PENa Kurd birêz Dr. Zerdeşt Haco bi navê Komîteya Birêvebir a Giştî daxuyanî belav kir. Ev daxuyanî bi e-mailê gîha min jî. Malpera Amûdê jî ew kir nûçe.

Piştî wê daxuyaniyê, min biryar da ku bi çend rêzan bîr û baweriyên xwe binivîsim. Daxuyanî nîşan dide ku nerazîbûnek çêbûye. Lê bersiveke di cîh de heta niha nehat dayîn. Dibe ku Komîteya Birêvebir a Giştî ya PENa Kurd ji ber sedemin berpirsiyariyên rêxistinî ji vê zêdetir nekarî bêje. Belku jî, ew bi xwe jî van ramanan dipejirînin.

Ev gotinên berpirsiyara PENa Kurd bi tevayî li tevgera welatparêz a kurd û bi taybetî jî li bizava kurdistanî ya bakurê welatê me heqaret in.

Ne yekemîn car e, ku xanim Hêvî Berwarî gotin û heqaretên wisa dibêje. Ocalan bi xwe heta niha pirr caran qisên wisa kiriye. Kurdên Bakur û yên ku bi zimanê tirkî dizanin, ji van dijmîn û heqaretan agahdar in. Wî gelek caran dirûvê pêxemberan bi xwe xistiye û gotiye: "Ez rola Hezretî Îsa dilîzim", "wekî Hezretî Îbrahîm im", "Hezretî Muhemed hicret kir musulmaniyê belav kir, hicreta min jî wekî ya Hezretî Muhemed e"! Carekî jî di nivîsareka xwe da -bi tirkî- nivîsîbû, ku ew Pêxember Nuh e û tevgera wî -PKK- jî wekî keştiya Pêxember Nuh e. Mirîdekî wî Fuad (A. Heyder K.) di televizyonê da zêde pesnê wî kiribû û gotibû: "Serok merhela pêxemberiyê derbas kiriye, ber bi xwedayetiyê ve diçe (bi tirkî: tanrilaşiyor)" û û gelek tiştên din…

Ev cure gotinên dînan û awareyan, em kurdên Bakur baş dizanin, me gelek caran di nivîsên Ocalan da û yên mirîdên wî da xwendiye. Ev tişt êdî bûye pêkenî. Eger bala we kişandibe, kesî bersiva van tiştan jî nade. Qise û galegalên wisan vik û vala ne karê aqilan in. Tenê kesayetiyên dîktator û şêxikên cahil dikarin gotinên wisan vereşin û mixabin mirîd û pêgirên wan jî dikarin vê vereşînê bimalêsin.

Eger mirîdekê vî kesê, ku me li jor navê wî kir, ev gotin bigota û binivîsiya, belku pêwist nebû bersiv jî bihata dayîn. Lê PEN rêxistineka rewşenbîran e, yanî perçeyek ji ronakbîriya gel e û semboleka xezneya bîreweriya milet e. Wekî em dizanin, aliyekî wî yê navneteweyî jî heye. Di vê çarçoveyê da, şaşitiyeke gelek mezin e ku berpirsiyareka PENa Kurd gotinên wisan bike.

Vê pirsê, vê cihaletê (doza lêborînê ji xwendevanan dikim, ku ez vê gotinê bi kar tînim), belê, dubare dikim, mirov nikare vê cihaletê bi "mafê azadiya bîr û ramanan" bişo û xwe bispêre prensîbekî wisa, ku ti minaqeşe li ser nabe!

Pirsa me tiştekî din e: Berpirsiyareka PENa Kurd divê bizane, ku ew nikare bibe mirîd. Mirîdî û rewşenbîrî û xwedî ramanên azad tiştên ji hev cuda ne. Tevgera PEN nûnera rewşenbîriya xweser e, sembola ramanên azad e. Mirîdîtî di deftera PENê da tune. Divê em di van pirsan de şiyar bin û xwedî helwesteke zelal bin.

Ez naxwazim li ser gotinên xanim Hêvî Berwarî rawestim. Ev gotin bi her awayî di warê sosyolojîk, dîrokî, polîtîkî û bi moralî de gotinên vik û vala ne, delîlên cehaleta yekê ne. Van gotinan agîtatorekî kor û bê mejî dikare biqîre. Lê rewşenbîrek maf nîne, vereşîna wisa bênketî bimalêse. Eger yek vê bike, wê demê destmêja rewşenbîriya wî/wê dişike û ew kes bê bîr û bê bawerî dibe.

Li dawî, tenê dixwazim li ser mirîbûna gelê kurd û giyan xistinê çend tişt binivîsim.

Dewleta tirk bi resmî dibêje: Di van heştê salên dawî de, di dema Cumhuriya tirk de, 28 serhildan û nerazîbûnên çekdarî yên kurdan rûdane. Tevgera çekdarî ya PKKê jî ya 29an e. Tevgerên pîroz ên neteweyî li deverên din ên Kurdistanê, em bidin aliyekî. Tenê li bakurê Kurdistanê xelkê kurd piçuk mezin, berî hebûna PKKê 28 caran serhildaye, 28 caran li dijî Cumhuriya kemalîst sîlah teqandiye. Xelkekî mirî nikare 28 caran rahêje çek! Kar û xebatên rêxistinî jî li aliyekî din...

Nuqteya duyemîn, şerê çekdarî yê PKKê jî perçeyek ji xebata miletê me ye, perçeyek ji dîroka me ye, bi xirabiyên xwe ve û bi qenciyên xwe ve. Helbet para vê tevgerê jî di xurtbûna zanîna neteweyî da heye. Lê xerabiyên xwe belku zêdetir in. Bi raya min zêdetir e. Lê em bêjin, ev êdî karê dîrokvan û lêkolînvanan e.

Ya girîng ew e, ku îroj ew kesê ku xanim Hêvî Berwarî dibêje, ku gelê kurd mirî bû û (wî ) vî gelî bican kir (!), niha ew li girava Îmraliyê ye û her roj emr û "wahiyan" ji mirîdên xwe ra rêdike, ku ew bibin kemalîst û Cumhuriya demokrat xurt bikin. Ew dibêje çareserî di rast têgihîştina kemalîzmê da ye. Belê, li gorî Ocalan çareserî kemalîzm e. Ew kemalîzma ku gelê kurd 29 caran li dijî wê serhildaye. Heta berî pênc-şeş salan tevgera PKKê û serokê wê bi xwe ji kemalîzmê û sîstema kemalîzmê ra digotin "îdeolojiyeka rasîst û faşîst" û ji sîstema dewleta tirk ra jî "sîstemeka rasîst û koledar". Ev sîstem li ser bingeha bîreweriya kemalîst hatiye danîn û hebûna miletê kurd înkar dike û armanca wê bişaftin û helandin û tunekirina miletê kurd e.

Belê, niha pirs ev e: Gelo kemalîzm guheriye û bûye bîreweriyeke demokrat, an serokê PKKê li girava Îmraliyê bûye tiştekî din? Kemalîzm neguheriye!

Wê demê wisan xuyaye, serokê PKKê poşman bûye, ku wî gelê mirî bican kiriye"!!! Vêca wî niha di girava Îmraliyêda kemalîzmê keşif kiriye û dixwaze gelê kurd pê bikuje, ku kemalîzmê bi xwe nekarîbû di heştê salan da vî gelî bihelîne û tune bike.

Xanim Hêvî Berwarî û yên wekî wê ji van gotinan ra çi dibêjin?

Bûyereka wisa li welatekî din, li PENeke neteweî ya din biqewimîya, sedî sed dê wê berpirsiyarê çentika xwe bigirta û biçûya mala xwe, hinekî li van gotinên xwe bifikiriya û ji xwe ra wext çêbikira, da ku dîroka kurd ji nû ve bixwenda û hînbûbûya. Baştir e ku wê çîroka serokê PKKê jî bi awireke rewşenbîrî bixwenda û analîz bikira.

Mirov dikare gelek tiştan binivîse, lê em çîrokê li vê derê bi dawî bînin. Berbirsiyariya kesên wek xanim Hêvî Berwarî di PENa Kurd da bê talihiyek e!

Li dawî dixwazim ji xwendevanan ra nuqteyekê bînivîsim: Ez gelek dilêş im ku min ev rêz nivîsiye. Armanca min ti carî ne ew e, ku bi xanim Hêvî Berwarî ra minaqeşeya van pirsan bikim. Wisan xuya ye, ku zanîn û agahdariyên vê xanimê li ser tevgera PKKê û li ser tevgera bakurê Kurdistanê gelek kêm in, yê heyî jî yekalî ne. Dibe ku li Amedê hinek coş û heyecanê wê girtibe. Lê nabe ku mirov heqaretan li miletê xwe û li tevgera miletê xwe bike. Gilîgotinên wisan divê bê bersiv nemînin, da yek bizane rewşenbîriya kurd bi tiştên wisa razî nabe û welatparêzên kurd bi van çîrokan nayên xapandin. Ev bersiva me ji hemî mirîdan ra ye, yên ku baweriya wan hêza gelê kurd tune û mejiyê xwe ji insanekî ra kirê kirine! Di vê çarçoveyê da, sipasî Malpera Amûdê dikim ku ev nûçe xiste minaqeşeyê.

Bersiva herî baş ji bo mirîdan rêzên sirûda kurd "Ey Reqîb" e, ku dibêje:

"Kes nebê kurd dimirin,
kurd jîn dibin..
Jîn dibin, qet nakevê ala kurdan"


Belê, gelî mirîdan û xanim Hêvî Berwarî :

Bila kes nebêje kurd mirî bûn. Mirî nikarin rabin ser piya! Gelê kurd her tim li ser piya ye. Ti kesekî wî bican nekiriye. Hinek derketine li ser saman û sermiyanê welatperweriyê, rûniştine û çend salek jî dem û dewraneka baş bihûrandine… Dîrok dê gelek tiştan zelal bike.

02.03.2004

(*) Doh, xanim Selwa Gulî bersivek nivîsiye. Ez spasî wê dikim û bi nêrînên wê yên giranbuha ra me.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]