 |
 |
06.05.2004 - 18:23
Bo kevnebaasiyên Felluce û el-Sadr çeplêdan
kevneperestî û dijminayetiya kurd û Kurdistanê ye!
Bayram Ayaz - Elmanya
brayaz@t-online.de
Ev nêzîkî mehek û nîv e, kevnebaasiyên hêla bajarê Felluce êrîşên xwe
li hemberî emerîkiyan zêde kirin.
Bêguman ev terorîstên Felluceyê ne tenê kevnebaasî ne, cure cure fanatîk
û xwefiroş jî di nav van hovan da henin. Herêma navçeyê Iraqê bûye wekî
cihê mezada insanên xwefiroş. Gelek rêxistinên olî-fanatîk û hin servîsên
nehênî, yên ku bi destê dewletên dorber hatine damezirandin, li vê sêqoziya hêla
Felluce û her wisa li Mosulê û li Kerkûkê li ser karê xwe ne û gelek çalak in.
Ev hêz sabotajan, texrîbatan û êrîşkeriyên terorîstî dikin. Diziyê dikin, malê xelkê talan dikin, rêwiyên ku di van deveran da derbas dibin, wan dişelînin. Xelkên biyanî yên bê çek, ku gelek ji wan karmendên rêxistinên xêrî û alîkariyê ne, wan digrin û direvînin. Wekî tê zanîn, çend ji van însanên êrî û bêrî kuştin. Li ber televizyonê kêr û xencerên xwe di qewriya wan da dan û yekî îtalî jî li pêş kamerayê kuştin. Ev resm û wêneyên bi hovîtî û wahşiyane, divê mirovayetî ji bîr neke. Ev hêz wisa xeter in. Mirovê ku li pêş kamerayê însanekî bikûje, dikare her pîsîtiyê bike.
Belê, kar û îşê van terorîstan afirandina bêîstiqrarê û tevliheviyê ye. Gelek însan ji bo van karan hatine kirîn, hatine kirêkirin û hinek jî hatine xapandin. Vêca ev rêxistin û servîs, ji bo ku xelkê belengaz ên ereb bixapînin, dixwazin rengê "şerê parastina welat" bidin van pîsîtî û qirêjiyên xwe. Armancên xwe yên esasî vedişêrin û dixwazin terorîstiya xwe wek "berxwedan" bidin xuyakirin.
Di heman demê da jî, li herêma başûrê Iraqê di nav şîiyan da el-Sadr û peyayên wî jî dest bi provakasyonên xwe kirin.
Ev bûyer helbet ne tesadûf in, bi destên hin "navendan" ve tên pilankirin û kirdarên van provakasyonan bi îşaretekê dest bi karên xwe dikin.
Mirov tirs û dijayetiya kevnebaasiyan û rêxistinên olî-fanatîk û şovenîst-neteweperest têdigîhe.
Dîktatoriya baasiyan li ser petrolê û xezneya zêr û dolaran rûniştîbûn, dilê wan çi dixwest dikirin. Dîktatoriya ku Sedam û hevalên wî li Iraqê damezirandibû, di dîrokê da kêm nimûneyê wê heye. Ev desthilat, ev hêz ji destê wan derket. Ev derfet û dewlemendî ji destê wan derçû. Ew mirovên serkirdayetiyê, ku di dema baasiyan da her yekî wekî Fîrewinekî bû, bi deşt û çolan ketine, qûl û qûncikekê nabînin ku xwe tê de veşêrin. Sedamî li kîjan qulikê derdest bû, tê zanîn. Mirovayetiyê navê "mişkê qulê" li wî kirin. Vêca helbet ev mirovan hêj zêdetir har û hov bûne.
Ew hêj hêvî dikin, ku dê bikarin emerîkiyan û hêzên hevbend ji Iraqê derbixin û carek din ew salteneta berê bi dest bixin. Parezêrek ingilîz, ku Sedamî dîtibû, ragihand ku Sedamî hêj di wê baweriyê da ye, ku ew li ser hukm e!
Vêca ev kevnebaasî hêj van xewnan dibînin. Û dewletên dorber jî ditirsin ku dor were ser wan. Ev hêz û dewletên xwedî kevneşop û statûkoperest, çareyê tenê di têkçûna emerîkiyan da dibînin. Ev hêz wisa diramînin, ku eger emerîkî û hevalbendên wan li Iraqê bi ser nekevin, dê ev bibe rizgariya wan. Ji bo vê yekê jî di Rojhilata Navîn da hevkariyek dijî Emerîka saz kirine. Hin ji van dewlet û hêzan bi aşkere bi hev re kar dikin, hinek jî bi veşartî.
Bi taybetî di nabeyna Suriyeyê, Îranê û Turkiyeyê da ji ber tirsa wan a pirsa kurd hevalbendiyeke xurt heye û belkû jî li gel hev hin peymanên veşartî jî danîbin. Medya Rojavayê, bi taybetî medyaya emerîki û ya ingilîzan êdî aşkere derbarê mijara dijayetiya Suriyeyê û Îranê û texrîbatên hin hêzên reşî yên tirk dinivîsin. Sînorê Suriyeyê ji Tel Ebet heta Ebû Kemal û heta sînorê Ûrdinê di xizmeta terorîstan da ye.
Hin rojname dinivîsin, ku hinek tirk jî berê derbasî Suriyeyê dibin û ji wê derê jî berê xwe didin Mosul û Kerkûkê. Eger di destê me da delîlên îspatkirî tune bin jî -ku me delîl nîne- ji siyaset û peywendiyên van hêzan mirov gumanek xurt heye, ku ev nerînanan ne şaş in. Vêca tê zanîn bê ev hêzên texrîbkar, ên ku derbasî Mosul û Kerkûkê dibin, bo çi diçin wan deran. Di her teqîn û êrîşkariya li van bajaran de, destê hin hêzên "tarî" heye. Ev êrîş û xerabiyên terorîstî desttêwerdanên servîsên ji dewletên dorber in. Vêca ev hêz kî ne û çawa kar dikin, rojek dê ev rastî jî zelal bibin.
Noqteyek heye, ku divê bi taybetî bê destnîşankirin. Herçiqasî li Iraqê tevlihevî çêdibe û emerîkî û hêzên hevbend û hêza emin û parastinê ya Dewleta Kurdistanê ya Federe bi van pirsên asayîşê yên navxweyî mijûl dibe, desthilata baasî ya Suriyeyê ji vê rewşê istîfadeyê werdigre û zilm û zordariya xwe li ser kurdên vî perçeyê welatê me zêdetir dike.
Li bakurê welatê me, ji xwe senaryoyeke pûçkirina tevgera welatparêz a kurd bi destê "partiyeke kurd" her li dar xistine û ev senaryo heta nuha zerareke mezin daye tevgerê û hê jî berdewam e.
Wekî mirov li rewş û rêçûnê dinêre, dibîne ku derd û kuleke mezin bo dewletên cîranên Kurdistanê pirsa kurd e û bi taybetî jî destkeftiya li başurê welatê me ye. Dewleta Kurdistanê ya federe tirs û xofeke mezin xistiye dil û hinavê van hêzan. Armanca hêzên texrîbkar ya serete, têkdana Dewleta Kurdistanê ye.
Tiştekî balkêş jî ev e, ku van bûyeran piştî ku Yasaya Demî ya Iraqê hatiye îmzekirin û pêşaweyekî kurd ê navdar û xwedî rûmet, birêz Mesud Barzanî, bû serokê Konseyê û Iraqê, dest pê kir û zêdetir bûn. Divê mirov vê faktorê jî di analîzên xwe da ji bîr neke. Ew hêzên ku îtîrazê li destkeftiyên kurdan dikin û di bin serokatiya kurdekî wekî birêz Mesud Barzanî da van provakasyonan derdixin, bi van helwestên xwe peyam û îşaretan bo duhatiya Iraqê jî didin. Eger ev hêz di duhatiya Iraqê da bibin xwedî desthilat, em dikarin ji nûha ve bêjin ku dê carek din bixwazin fermana kurdan bidin, helbet eger hêza wan pê bigihê.
Di çarcoveya van bûyerên li Felluce, provakasyonên el-Sadr û êrîşkariyên li Mosul û Kerkûkê de, divê hêzên kurd qenc binasin, bi nav bikin û dijî van bûyeran helwesteke aşkere hebin.
Ev pirse ne tenê pirseke kurdên başurê welatê me ye. Mirov dibîne, pirsa kurd bi hevdu ve hatiye girêdan. Roja 12ê adara 2004an êrîşkariyên ku li Qamişloyê û li seranserî Kurdistana rojava bi ser xuşk û birayên me ra qewimîn, pirseke ne bi serê xwe bû. Hin rojnamevan û nivîskarên kurd ji bo vê bûyerê nivîsîn û gotin: "Qamişlo qalindê (qelen) Başûr da." Divê nerînê da rastiyek giring jî heye. Perçeyên Kurdistanê "qalindê hevdu jî didin", "şerbeta hevdu jî vedixwin". Pirsa kurd hingê zêde bi hev hatiye girêdan, ku kurd pişta hevdu xurt jî dikin û laşê xwe ji hevdu ra dikin sîper jî. Divê jî wisa be! Em miletek in û xwedî welatekî ne. Rast e, têl û leşkerên van dewletan me ji yekdu parçe kirine. Lê prosesa ku hemû perçeyên Kurdistanê tê de derbas dibe, tesîrê li yekdu dikin û ev tesîr van têl û leşkeran hîç nas nake. Dewletên ku welatê me perçe kirine, li dijî miletê kurd bi hev ra kar dikin. Em jî divê li goreyî vê rastiyê tevbigerin.
Îroj li Rojhilata Naverast proseseke guherînê kûr bi cî tê. Li herêmê sîstem tê guhertin. Paradîgmayên netewe û dewletan tên nûkirin. Hin hêz hene ji vê guhertinê ditirsin û li dijê wê radiwestin. Felluce, el-Sadr, êrîşkeriyên li Kerkûkê û li Qamişloyê karê van hêzan e. Evên ku naxwazin li Rojhilata Naverast civatên medenî xurt bibin û sîstemên demokrat ên rasteqîn bêne danîn, van şeran dikin, terorê li dar dixin. Ev hêz kevneperst in. Evên li Felluce û li başûrê Iraqê rabûne ser piya, hêzên kevneperest û terorîst in. Karên ew dikin ne berxwedaneke rewa ye, ne parastina welat û milet e. Ev hêz dixwazin li Iraqê berê dîrokê carek din ber bi dîktatoriyê ve bidin. Hemû hêzên kurd li hemî perçeyên Kurdistanê û li her devereke dinyayê, divê bi aşkere helwesta xwe bi şêweyeke neteweyî ji van bûyeran diyar bikin, van hêzên kevneperest tawanbar bikin.
Em carnan dibînin, ku hin kurd di bin navê aqilsivikiyên îdyolocîk da dijayetî û dijiminayetî emerîkayê dikin û êrîşên van kevneperestan wekî berxwedan dinirxînin. Ev nerîn û helwestên wisa di wateya siyasî da "xwelî di serê xwe da kirine", dijiminayetiya xwe bi xwe ye. Kî bixwaze nerînên bi vî rengî di nav civaka kurd da belav bike, niyet û daxwaza xwe ev be ne ev be, di encamê da dikeve rewşeke ku dibe parazgerê rêjîma talebaniyên efganî û Sedamê baasî.
Di piraniya medyaya ewropî û ya tirkan da, ev êrîşên terorîstî wek "nerazîbûn li hemberê dagîrkeran" têne binavkirin. Emerîkî û hêzên hevpeyman jî her tim wek "dagîrker" tên nîşandan.
Ev durûtî ye.
Yek divê van pirsan bike.
Baş e, bo çi hêzên emerîkî û hevpeyman li Efganistanê ne "dagîrker" in, lê belê li Iraqê û Kurdistanê dagîrker in?
Baş e, bo çi hêzên ewropiyan û Nato û yên tirkan li Bosnayê, li Kosovayê ne "dagîrker" in, lê belê di Iraqê da emerîkî "dagîrker" e?
Baş e, dema hêzên emerîkî û hêzên yekgirtî miletê elman û bi dehan welat û miletên din li Ewropa û heta girava Girîtê ji jêrdestên naziyan û ji jêrdestên faşîstên îtalî û yên din rizgar kirin û heta ku ew milet îdareya xwe girtin, destên xwe li wan welatan man, bo çi ew hêzên "dagîrker" nebûn, lê belê li Iraqê û Kurdistanê îro emerîkî bûne dagîrker? Gelo dîktatoriya sedamî ji ya Mîlosevîç, ji ya talîbanan û ya naziyan baştir û paktir bû? Ma dîktatoriya sedamî ji ya Miloseviç bi deh qat ne zalimtir bû?
Bersiv zelal e.
Rûxandina dîktatoriya sedamî bo hemû miletên Iraqê û Kurdistanê şereke azadiyê bû û rola emerîkî û hêzên hevpeyman jî roleke azadîxwazî û demokrasîparezî ye. Hin şaşî û kêmasiyên hêzên hevpeyman di karên rojane de vê rastiyê nagûhere. Divê em rê û rêça xwe ya esasî şaş nekin.
Hin kes û grupên kurd di bin navê çepîtiyê da li bakurê Kurdistanê wek ereb û tirk û farisên şovenîst-neteweperest û hin hêzên ewropî yên dûrû difikirin. Rola emerîkiyan û hêzên hevpeyman wek "dagîrkerî" dinirxînin û nuha jî hêviyên xwe bi êrîşkeriyên Felluceyê û mariyonetekî wekî el-Sadr ve girêdane. Ji Felluce û el-Sadr re çepikan lê didin! Ev xeflet e, ev dijiminayetiya kurd û Kurdistanê ye.
Rûxandina dîktatoriya sedamî di rêçûna dîrokê da pêşverûtî ye.
Li dijî vê bûyerê rawestin û ji kevne baasiyan ra, terorîstên fanatîkî ra,
mariyonetên wekî el-Sadr ra çepiklêdan jî kevneperstî ye.
Îro rola kurdan li Rojhilata Naverast pêşkêşiya rêçûna pêşverûtiyê ye.
Her kes û hêz, her milet parezgerê berjewendiyên xwe ye.
Berjewendiya miletî di hevalbendiya bi hêzên hevpeymanan ra ye, bi emerîkiyan ra ye.
Di vê mijarê da, pêwist e ku ser û mejiyê me zelal bin, dilê me jî rehet be!
27.04.2004
|
 |
 |