 |
 |
04.02.04 - 20:46
Tawanbarên xwînrêjiya Hewlêra paytext statukoperestên Rojhilata Naverast in!
Bayram Ayaz - Köln
brayaz@t-online.de
Îro, sê rojiya şîna miletê kurd e.
Xelkê me şehîdên xwe, egîd û mêrxasên azadiya Kurdistanê, şehîdên Hewlêra paytext,
bi gul û kulîlkan, yek bi yek rêwî dike bo xaka pîroz li Kurdistana azad.
Hejmara şehîdên me gîhaşt sedan. Sed can… sed giyanê pîroz… sed cengawer… sed aşitixwaz û xebatkarên demokratiyê… sed caran ziyan û ziyaneka mezin. Ziyaneke ku şûna wê zû bi zû nayê dagirtin. Cinazên şervanên azadiya welat di ala rengîn da xemilandî, ew ala rengîn, a ku şehîd Kadî Muhemed berî 57 salan teslîmê Barzaniyê nemir kiribû û ew nuha li seranserê başurê Kurdistanê wekî remza azadiyê, aşitiyê, demokratiyê û mirovayetiyê pêl dide û şewq û ronahiya xwe dide ser bakur, rojhilat û rojavayê welat û her deverekî ku kurd û kurdistanî lê dijîn.
Belê… Ev e tirs û xofa ku ketiye dilê xwînrêjan. Tiştê ku xewa wan direvîne, ev tişt e.
Ev e sedema esasî, ku hêzên tarî û qirêj û namerd careke din fermana me dan! Du xwefiroşên aware bi TNTê dagirtin û bi ser me da şandin.
Belê… Em, pêşmergeyê qehreman û siyasetvan û dîplomatê zana û dûrdîtî û xwedî serpêhatiyeke çil û yek salan, kak Samiyê xweşevîst, rûken û rûnerm, xweşmirov kak Şewket, xweşmêr û zana mamosta Seed, kak Şaxwan, kak Xesro, kak Mehmud, birêz kak Ekrem, kak Ehmed, kak Nerîman û yek ji xezneya ronakbiriya kurdewariyê û niştîmanperweriyê kak Mehdî Xoşnav û sed şehîdên xwe bi rê dikin.
Belê... Em wan jî dişînin cem şehîdên Halapçe, şehîdên Enfal, şehîdên Mahabadê, Bedlîsê, Diyarbekirê, Agiriyê û Dersimê. Wan dişînin cem şehîdên zindana Diyarbekirê, şehîdên çiyayê Cudî, çiyayê Gabarê, çiyayê Herekolê cem hemî egîd û xweşmirovên ku ji bo doza kurd û Kurdistanê têkoşiyan û di vê rê da giyanên xwe yên pak ji dest dan.
Belê... Şehîdên Hewlêra paytext jî tevî karwanên şehîdên azadiya Kurdistanê bûn.
Û gotina dawî ji kesera dilan... wekî her kurd û kurdistaniyekî dilsoz, em jî dibêjin: ev ne şehîdên me yên ewil in, û wekî em li hawirdorên xwe dinêrin û qirêjî û nemiroviya dijminên azadiyê û demokratiyê û federaliyê li rojhilata naverast dinirxînin, em ditirsin ku ev şehîdên me yên dawî jî nebin.
Lê, hîç hêzek nikare miletê kurd ji rêya rast û ji doza rewa vegerîne û careka din rojên reş bi ser xelkê me ra bîne.
Belê, em gelek dilêş û dilkeser in. Şewata nav dilê me dikare bîr û hizrên me yên xwînî bi dehan rûpelan li du hev bi rêz bike.
Lê, divê em li xwestina şehîdên xwe vegerin. Ew ji me dixwazin, ku em di demeke herî zutirîn de vê bûyera diltezîn analîz bikin, ji xwe û ji miletê xwe ra zelal bikin, da ku netewa van kujer û tawanbaran nas bike, tedbîrên xwe bigire, rê û rêçûna xwe rast û durist bike.
Her karesat û rojên reş du aliyên xwe hene: aliyên negatîv û aliyên pozîtîv. Gotineka pêşiyên kurdan heye û nimûneyên wisan di zargotin û zaniyariya medeniyetên din da jî hene, dibêje: "li paş tariyê ronahî ye" yan jî "li pişt her şev û şevereşê roj û ronahî ye."
Belê, ev êrîşa li Hewlêra paytext rûda, rojeke gelek reş e. Lê divê em seda sed bizanin li duyê vê bûyera reş roj dibiriqe û gelek jî ronahî ye. Helbet, eger tevgera welatperwer û yek bi yek siyasetvan xwe şaş nekin û bûyer û rûdanên hatine holê, karibin rast analîz bikin.
Vêca şewq û ronahiya ku li pişta bûyera Hewlêra paytext bû, zû xwe nîşan da, hêj berî ku xwîna şehîdên me sar bibe.
Ev ronahî çi ye û çawa ye ?
Xwîna şehîdên Hewlêra paytext, yekîtiya siyasî ya kurdan xurttir kir!
Du encamên bûyera Hewlêra paytext gelek girîng in.
Yek jê serkirdayetiya siyasî li başûrê Kurdistanê zêdetir nêzîkî hev bû. Doza bi destxistina mafê desthilatdariya siyasî li seranserê Kurdistanê bi şêweyê federaliyeke terîtoryal (neteweyî cografî) bû armanceka esasî, ku tevgera kurdî nema jê dadikeve. Wekî pêşiyên me kurdan gotine: bi bûyera Hewlêra paytext, li ser vê armancê hestî hatin şikestin û xwîn hat rêtin. Karesata Hewlêrê taybetiyeke xwe wisan heye.
Heta nuha me ji bo azadiya Kurdistanê şehîd dane, li her deverekê Kurdistanê. Vêca şêhîdên Hewlêra paytext bi taybetî ji bo têkdana doz û armanca federaliyê hatin kuştin. Em dikarin bêjin, ku ev şehîdên me yên doza Kurdistana federe û bajarê Kerkukê ne. Ku federalîzm û Kerkuk îro çarçeweya esasî ya miletê kurd e.
Cihê dilxweşiyê û şanaziyê ye, ku îro li başûrê welatê me tevgera kurd û kurdistanî serkirdayetiyeke serwext, dûrdîtî û bi hêz heye. Pirsên navxweyî li paş xwe hêştine û serpireştiyeke hevbeş danîne. Parlemana me, îradeya miletê me heye.
Ev tecrûbeyên donzdeh salan di serî da herdu partiyên sereke Partiyê û Yekîtiyê û her wisan rêxistinên din kemilandiye, xurt kiriye, di alî rêzanî da zana û jîr kiriye. Dema mirov daxuyaniyên birêz kak Mesûd û birêz Mam Celal û birêzan siyasetvanên din derbarê bûyera Hewlêra paytext dibhîse, dibîne ku ev noqteya me li jorî îşaret kirî, bi cîh hatiye. Partî û Yekîtî mil dane hevdu, bi hev ve zeliqîne, bûne wekî yek partî.
Ev encam, ev rûdan me gelek keyfxweş û dilgeş dike. Ji ber ku îro barê doza kurd û Kurdistanê li ser milê birayên me yên Başûr e û bi taybetî jî li ser milê herdu partiyên sereke ye, serketina wan serketina miletê kurd e, têkçun û şikestina wan jî şikestina hêviyên miletê me ye. Ji bo vê yekê jî "terora nêvdewletî" berê xwe daye PDKê û YNKê.
Helbet ji bo ku mirov xaniyek xira bike, divê mirov sitûnên wê biroxîne. Dijminên miletê kurd ên zikreş û namerd jî vê yekê baş dizanin. Tecrûbeyên xwe yên dewletî yên çend sed salan ne di rêya pêşxistina mirovayetiyê, aramî û aşitiyê li Rojhilata Navîn bi kar tînin. Berovajî vê, êrîşê miletekî azadîxwaz, aşitîxwaz û demokrat dikin. Ji azadiya kurdan û Rojhilata Navîn a demokrat ditirsin. Tirsa wan di cîh da ye.
Vêca divê miletê kurd, li çi deverê Kurdistanê û dinyayê dibe bila bibe, li dora Kurdistana azad, li dora Perlemana Neteweyî, li dora Hikumeta Kurdistanê, li dora tevkariya PDKê û Yekîtiyê û rêxistinên Kurdistanê yên ku konsepta Dewleta Kurdistanê ya Federe qebûl dikin, cîhê xwe bigrin, mil bidin hevdu û van destkeftiyên xwe yên dîrokî biparêzin.
Daxwaza milet û daxwaza her kurdekî ew, e ku di zutirîn gav de, her du îdareyên Kurdistanê bibin yek, hikumeteka merkezî, yekgirtî teşkîl bibe.
Em hêvîdar in, ku dewleta Kurdistanê ya federe bi perleman û hikumeta neteweyî û bi îdareyên parezgêran (Dihok, Silêmanî, Hewlêr, Kerkuk, Xaneqîn û Nînewa -Sincar-Şêxan- ) di zutirîn demê da bête rêkxistin û îsal di çarceweya Iraqeka demokrat, federal, yekgirtî da înternasyonalî were naskirin.
Miletê kurd li benda mujde û mizgîniya yekkirina herdu îdareyan e. Şehîd kak Samî Ebdilrehman di daxuyaniyekê da gotibû "emê di nêzîk da mizgîniyê bigihînin miletê xwe". Em li benda mizgîniya wî ne. Miletê kurd jî divê bikeve duyê vî karî, dozê ji Partiyê û Yekîtiyê bike ku rojek zutir ev mizgînî dilê miletî şa bike û ruhê kak Samî û şehîdên Hewlêra paytext jî şad bibe.
Dijmînên kurd û Kurdistanê yekîtiya miletê me "pêk anîn", kurd kirin yek perçe
Em werin ser noqteya duwemîn encama bûyera Hewlêra paytext. Ev bûyera diltezîn û xemgînî ne tenê partiyên kurdan, her wisan miletê kurd li hemî perçeyên Kurdistanê û li dinyayê kire yek perçe.
Bîr û hizrên miletê kurd xurt bûn. Miletê kurd careke din ji nû ve bû milet!
Eger şerteke miletbûnê yê rûhî (giyanî) di rojên dilêş da peydabûna bîr û hizrên dilêş û xemgînî yên hevbeş e û parvekirina êşa bûyerên diltezîn ji bal hemwelatiyan ve be, dikarim bêjim, ku ev rewşa nefsî, ya ku piştî bûyera Hewlêra paytext di nav kurdan de peyda bû, delîl û emareteke gelek mezin e, ku KURD BÛNE MILET!
Pispor û zaniyar dibêjin, ku carna hin karesat (krîz û bûyerên mezin) dibin sedem, ku di nav civatekê de, ya ku bi zimanekî diaxife û çandeke wê ya hevbeş heye, lerzeke kurr peyda dibe. Ev jî bi xwe ra bîr û hizrên hevbeş peyda dike, ku mirov dikare wê rewşê û helwesta civatê wekî "helwesteka neteweyî" bi nav bike. Ev karesatên wisan prosesa miletbûnê kurr dikin û bi pêşda didin.
Wekî mirov vê bûyerê û bîr û hizr û rewşa ku di nav kurdan da peyda bûyek baş binirxîne, dikare bêje ev bûyera Hewlêra paytext di nav kurdan da wekî şokekî neteweyî tesîrê li kurdan kir.
Mahabadê, Saqiz û Sinandacê, Diyarbekirê, Wan û Bedlîsê, Qamişloyê û Ciyayê Kurd, diyasporeya kurd li seranserê dinyayê, ji Australyayê heta Emêrîkayê, Kanadayê, ji Kazaxistanê heta Rusyayê, Ewropayê, ji Sudanê heta Yemenê û Israîlê miletê kurd bi Hewlêra paytext ra şîn daniye, digirî û hêsirên çavan dirijîne... Bi Hewlêra paytext ra li dijî dijminên kurd û Kurdistanê diqîre, van dijminên namerd rûreş dike. Hewlêra paytext bi taybetî di van rojan da bûye qubleya kurdan, bûye "elhecer el-eswed" (kevira reş). Kurd destê xwe dirêjî wê dikin, dixwazin pê tewaf bibin. Belê, ev nîşanan hemî nîşanên miletbûnê ne.
Dijminên kurd û Kurdistanê dixwestin milet çavtirsayî bikin, pdrçe bikin, lê encamên berevajî peyda bûn: yekîtiya milet û tevgera welatparêz perçîn bû. Ez vê mizgîniyê dixwazim bigihînim şehîdên Hewlêra paytext, ên ku hê gelek hocreyên canên wan ên pak jîndar in û xwîna wan jî sar nebûye.
Bi nisbetê bakurê welatê me, cihê keyfxweşiyê ye, ku tevgera Kongra-Gel û Dehap jî bi dilêşiyekî kurr tevlî şîna neteweyî dibin.
Kemalîstên şovenîst bila keyfa xwe neynin. Rahên kurdewariyê di nav miletê me da pir kurr e û şaxên wê jî gihane ezmanan. Eger çend şax û guliyan bi kurmî kiribin jî, ew nikarin dara azadiyê hişk bikin. Ji ber ku dara azadiyê bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bi xwîna şehîdên zindana Diyarbekirê, şehîdên Gabarê û Cudî. Roja yekê sibatê jî bi xwîna şehîdên Hewlêra paytext hat avdan, ev dara azadiyê. Em hêvîdar in, ku hêzên şovînîst aqilê xwe bigirin serê xwe û dest ji xerabiyê berdin.
Bila ew bizanibin: Em demokrat in! Em parezgerê fereh netewetiyê ne, fereh partiyetiyê ne, fereh ol û mezhebtiyê ne. Miletê me şervanê azadiyê, aşitiyê û demokratiyê ye. Em dixwazin bibin pireya medeniyetê li Rojhilata Navîn.
Vêca ew klîka şovînîst û statukoperest li Tirkiyeyê li ser birayên turkmen çi provakasyonan dike bila bike û her çiqas hinek ji turkmenan xwe bi wan dixapînin û xwe difroşin jî, miletê kurd dê mafê çend hezar turkmenan, ênên ku ji mêj va li herêma Kurdistanê binecîh in, biparêze û dê tevgera kurd nehêle ku li Kurdistana azad "terora navdewletî" destkeftiyên miletê me, ev azmuna heye pûç bike. Bi rastî, miletê me piştî bûyera Hewlêra paytext, bersiva dilreşan jî da.
Em dixwazin li dawî bi çend noqteyan vê bûyera diltezîn ji aliyê xwe ve tarif bikin.
- Komkujiya Hewlêra paytext 11ê Eylula kurdan e.
- Ev karesateka neteweyî ye, tesîra wê jî tesîreke neteweyî bû.
- Dijminên kurdan dixwestin serokatiya tevgera kurd lîkîde bike û tevgera kurdî bêserî bihê. Helbet ziyaneka mezin giha tevgerê, lê armanca dijminên namerd bi cîh nehat.
- Armanca vê bûyerê ya sereke têkdana projeya federalîzma ser bingehê neteweyî û cografî ye.
- Ev bûyer perçeyek ji êrîşên terorîstiyane yên internasyonal û herêmî ye. Armanca van êrîşên teroriyane pêşîlêgirtina prosesa demokratîkirina Rojhilata Naverast e.
- Berpirsiyarên vê bûyerê di warê siyasî da hêzên statukoperest in, ên ku naxwazin li Rojhilata Navîn sîstemeke demokratîk saz bibe, civatên sîvîl xurt bibin, prosesa globalîzmê li Rojhlata Navîn bi pêş de here. Di nav ol û sîvîlîzasyonê da, bi taybetî di navbera ola islamê û sîvîlîzasyona demokrat da, diyalog peyda bibe. Bûyerên ku van rojan li Îranê diqewimin, balkêş in. Tirkiyê dikele. Ordiya tirk û hevkarên wê ketine tirsa desthilatdariyê. Tevgera azadiya miletê kurd bûye tirsek mezin û ketiye nav dilê wan. Li Suriyeyê Beşar kurê Hafiz el-Esed ditirse, ku seltanat ji dest derkeve, kontrolê winda bike. Ji ber vê yekê çû xwe gîhand tirkan. Hêviya Beşar el-Esed nuha generalên tirkan in. Piştî ku li Iraqê û Kurdistanê munaqeşeyên ser şêweyê federalîzmê dest pê kirin, bi serkêşiya dewleta tirk, di navbera Tirkiyeyê, Îranê û Suriyeyê da lihevhatina dijberiya danîna Kurdistaneke federal pêk hat. Ev tevkariya statukoparêziyê ye. Ev lihevhatin di eslê xwe da dijî siyaseta Emêrîkayê ye jî.
- Êrîşkeriya Hewlêra paytext piştî daxuyaniya cihgirê serleşkerê tirk general Îlker Başbug qewimî. Ev yek balkêş e. Wî eşkere got: "Eger kurd ji daxwaza xwe ya federaliyê neyên xwar, dê xwîn birije." Kurdan nexwestin ji daxwaza xwe ya rewa dakevin û xwîn rijiya. Li aliyê din ordiya tirk di pirsa kurd da hikumeta Erdoganî, ku xwe "demokrat û musilman" bi nav dike, teslîm girtiye û kiriye şirîkê xwe. Ji xwe li Tirkiyeyê di pirsa kurd da hemî hêz dikarin li dijî kurdan bi lez yek bin û bikevin bin emrê ordiyê. Generalan nuha hikumeta tirk kirine berdevkên xwe û mesajên xwe yên siyasî bi riya hikumetê belav dikin.
- Li Tirkiyeyê pirsa kurd karê ordiyê ye. Ordî û istixbarat gelek tiştan dikin, ku agahiya sîvîlan, siyasetvan û bîrokratan jê nabe. Dema kiryarên qirêj bûn sedem ku emerîkiyan çewalan di serê sûbayên tirk da kirin, di hin medya tirk da hat nivîsîn, ku "hêzên taybet ên ordiya tirk" li "bakurê Iraqê" tiştên bi serê xwe dikin. Li Tirkiyeyê kes nikare li van pirsan bikole. Otorîteyeke sîvîl di ser ordiyê da tune. Hîç şik tune, ku hin serwîs û hêzên taybetî di nav ordiya tirk da bi hin karên qirêj hatine wezîfekirin. Karên wisan û pêleyistikên bi hin turkmenan ve, serkaniya şik û gumanan e. Bûyerên li Kerkukê rûdan pêwîst nîn e, ku em zêde li ser binivîsin. Belî ye kê kir! Divê dewleta tirk ordiya xwe ji axa Kurdistanê bikşîne. Heta leşkerên tirk di Kurdistanê da bimînin, hin serêşî û provakasyonên ji hin grupên turkmenan dê berdewam be. Serkirdeyatiya Kurdistanê û hêzên hevpeyman divê ser vê pirsê aktîv bibin. Divê biryara Perlemana Kurdistanê bi cîh were û peywendiyên Tirkiyeyê û Kurdistanê tenê ser bingeha tîcarî û sîvîl be.
- Ev karê terorîstiyane ku li Hewlêra paytext rûdaye, ne karê terorîstekî aware ye. Ev karê serwîsên ku teknolojiya leşkerî baş dizanin, serwextê karên sabotaj û teqînan in. Rêxistinên olî yan yên din, ku navên wan li piyaseyê wek kirdar û kujerê vê bûyerê digerin, pirseke ne giring e. Ev rêxistin û kesên ku xwe diteqînin, maşeyên hin dewletan in an jî yên hin hêzan di nav hin dewletan da ne. Helbet naskirina kujer giring e. Belku hin agahdarî dikarin rêçê bigihînin ser çavkaniyê. Ev kar divê bê kirin, lê miletê me divê mucrimên vê bûyerê baş nas bike. Tawanbar ew hêz in, ên ku naxwazin, ku di çarçeweya Iraqeke federal û demokrat da Dewleteka Kurdistanê bête danîn. Pirsa Dewleta Kurdistanê ji bo wan sedemê şer e.
- Gelek nîşan hene, ku suikastên bi dehan kesayetiyên welatparêz li Tirkiyeyê û li Îranê tîne bîra mirov. Ev jî pirsek e: Serokwezîrê Tirkiyeyê dema xwest çavên kurdên başûrê welatê me bitirsîne, got: "Ez ser navê Îranê û Suriyeyê jî diaxivim." Vêca nizanim ev hersî dewlet derheqê êrîşa Hewlêra paytext bi hevra çi difikirin?!
Li dawî, careka din şehîdên Hewlêra paytext bi hurmeteka mezin bi bîr tînim û dibêjim bila ruhê wan şad be. Divê em ew rewşa ku peyda bûye, nêzîkbûna nav kurdan xurttir bikin. Ev fersend divê vala neçe.
04.02.2004
|
 |
 |