www.amude.com - navenda çanda kurdî


06.05.2004 - 22:47

Têkçûna rêxistinên bakurê Kurdistanê û pirsa yekîtiya hêzên welatparêz

Baran Hemze - Elmanya
baranhemze@hotmail.com

Bersiva vî tiştê giring ne gelek hesan e. Divê gelek tişt bêne nirxandin û mirov ji kêmasiyên rexistinên xwe nereve! Heger di vî warî de hêzên kurdistanî li xwe "mikur" wrein, wê karê me gelek hesanîtir bibe.

Çi ye li xwe "mikur" hatin?

1. Qebulkirina têkçûna xwe
2. Zelalkirina sedemên têkçûnê.

Em dikarin sedeman zêde bikin, lê ev tenê dê karê me zehmettir bike. Bi raya minm heta niha hêzên Kurdistanê têkçûna xwe bi dilekî vekirî ji raya giştî re diyar nekiriye. Di gengeşeyên xwe yên hundirîn da, ev têkçûn gelek vekirî tê axaftin, lê mixabin di raya giştî de hîn jî şermok in, ku li ser têkçûnê bipeyivin.

Sedema vî tiştî çi ye gelo? Hêzên welatparêz yên bakurê Kurdistanê li benda çi nin? Gelo hêviya wan ji derek din heye yan têkçûna xwe hîn qebul nakin?
Divê her dilsozê Kurdistanê vê pirsê ji rêxistinên xwe bike! Ne yek car, bi dehan caran, pêwist e bibe bi sedan caran ta ku ew bersiva pirsa xwe werbigirin.
An jî divê rêvebirên rêxistinan vî tiştî di ser guhên xwe re bavêjin. Hêzên bakurê welatê me hîn amade nînin vî tiştî ji xwe pirs bikin. Gelek rêxistin dibêjin "ma em çi bikin, tu mecalê me çênebu. Ji hêlekê de dewleta tirk, ji hêla din ve jî xêrnexwazê giravê!" Tenê bi argumentên wisa mirov dikare pirsa têkçûnê şirove bike yan na?
Heger bersiva me di vê babetê da bersivek erênî be, halê me wê hîn gelekî xirab bimeşe.

Di tevgera neteweya Kurdistanê da, ked û bedel dayîn heye, wek Dêrsim, Koçgîrî, Agirî, Mehabad, Halepçe, Enfal û yên din. Piştî ewqas êş û zehmetî brûskek piçuk li başûrê welatê me vêket. Divê em wekî roniya çavê xwe li vê deskeftiyê binerin, lê divê bê zanîn ev deskeftiya pîroz tenê me xilas nake.

Heger em karê xwe yê esasî ji bîr bikin, tenê sermaya wê deskeftinê bifikirin, em ê zirarê bidin xwe û başûrê welatê xwe jî. Tekoşîna beşên welatê me yên din xizmeteke gelek mezin ji bo deskeftiya li başûr jî dike; eksê wî xisarê bide me û perçeyên din jî!

Dema mirov temaşe dike, li bakurê welatê me gelek rêxistin ji bilî navê wan tu giraniya wan nemaye. Hinek grupên piçuk navên wan jî winda ye û di nav gel de tu agahdariya wan tuneye. Lê dema ji wan bê pirskirin, dikarin bêjin "em cuda difikirin, em rêxistinên çînî ne!" Ew bi xwe jî dizanin tu car mecala wan a tekoşînê li hundirê welat tuneye.

Gelo ev rewş çawa bête şirovekirin?
Xwe perestiye an tiştek din e. Divê hinek psîkoloc û siyasetmedar vî tiştî ji nêz da bişopînin bê ka sedem çi ne.
Belê, pewîst e em di serî de têkçûna xwe bi dilekî vekirî ji gelê xwe re bêjin! Piştre, rexistinên ku hene -her bi nav jî bin- carek din kumê xwe deynin pêşiya xwe û hebûna armanca xwe şirove bikin. Ez bawer im wê demê em ê bikaribin di nav tevgera hêzên Kurdistanê de di zûtirîn dem de yekîtiyekê çêbikin.

Esasê wî tiştî çi ye?
Bi raya min, hêdî li welatê me luksa me ya îdyolojîk nema ye! Pirrengî, xeteke kurdistanî li ser esasê mafê çarenûsî bi girêdana axa welat, ev tişt diçe serî. Ji bo vê jî lêgerînek nû wê tenê demê li me dirêj bikê. Çareserî ew e, ku rêxistinên nêzî hevûdu werin ba hev û bibin bersiv ji pirsgirêkan re. Eger her yek ji aliyê xwe ve berpirsiyariyê bigire ser milên xwe, di baweriya min de em ê bi ser kevin.

Sedemên têkçûnê gelek vekirî li ortê ne. Dema rêxistin rola xwe bi layiqî nelîze, ew dê di bin pirsan de bixeniqe. Dema konseptên rêxistinekê tunebe, ew dê nikaribe tiştekî bike. Tenê bi rola dijberiyê dê heya kû derê bikaribin herin? An jî em ê li benda wê bin, ku xêrnexwaz tiştekî bêje û em jî bi hezaran nivîsên şirovekirinê li ser vî tiştî binivîsin, bibin duvika wan tiştan û daxuyaniyekê belav bikin an jî nivîsên xwe zêdetir bikin. Ma ev dibe bersiva lîstikeke qirêj? Ev ne mumkin e. Bersiv di qada tekoşînê de derdikeve ortê. Divê ana rêxistin şiklê tekoşînê li gorî rewşa xwe diyar bike. Ez nabêjim "fermo em dest bi şer bikin" û şer tenê ne şerê çekdariyê. Lê, dema hêzên rexistinî tunebin, giraniya rêxistinan jî di nava gel de xuya nake. Gel jî tu car ji wê rêxistinê bawer nake.

Divê li bakurê Kurdistanê hêzên siyasî di zûtirîn dem de bersiva xwe bidin. Gelo ew ê serperêştiya gelê xwe bi layiqî bikin an na? Ew dê di vî warî de erkê xwe bi cî bînin an na?
Eger hemû rêxistin biryarên ku ta roja îroj girtine, ji sedî dehan bi cî bînin, ez bawer im em ê di gelek tiştan de bi ser kevin. Lê mixabin jiyan ji bo biryarên girtî nayê dayîn.

Rêxistineke nû dê bikaribe bibe bersiv, an rêxistinên heyî dikarin bibin bersiv?
Em ê bersiva vî tiştî bihêlin ji nivîseke din re. Hêvîdar im ku her kurdek bikaribe li ser vê mijarê di nav rêxistinên xwe de yan jî bi serê xwe lêkolînekê bike.

02.05.2004

Ji nasname.com hate wergirtin


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]