www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

02.12.2001

"Şermola" hatibû nêçîrê

Ebdilbaqî Huseynî
zanin88@hotmail.com

Di şeva 31ê meha çirya paşî de, ser daxwaza kek Sîrwan, ez bûm mêvanê chata malpera Amûdê ya ku ew berpirsyarê wê ye, da ku em bi dost û hevalan re "hinekî" ser warê tore û çanda kurdî bipeyivin..
Ji bo hezkirina min ji dost û hevalên rewşenbîr re, ên ku ji zûde min deng û basên wan nebihîstibûn, min ev vexwendin pijirand, digel ku min dizanî em nikarin bi firehî li ser warê tore û çanda kurdî rawestin, ji ber ku dimîne chat.
Lê dîsa jî ez bi vê beşdarbûnê kêfxweşbûm, çimkî min nûçeyên hinek hevalan xwendin.
Lê a kirêt di vê chatê de ku bi me re derbasbû, yekî mêvan bi navê "şermola" ku xwe kirbû "zimanzan" ser serê me tevan, ta ku hemî mêvanên chatê ji peyvên wîyî tijî payebûn belavbûn. Dawî ez û wî tenê di meydana chatê de man. Min dixwest zanibim ka ev "mêvan" çi dixwaze. Ez giham encam û baweriyekê ku "şermola" hatiye nêcîra gotinên min bike û li ber tilîyên min be, ku tîpekê şaş ser tîptilîê (keyboard) binîvisîne, da ku xwe bike "leheng" , an jî navekî bi dû xwe de bixe ku "rêzimanzane".
"Şermola" dixwest ku em "rêzimaneke kurdî" ser chatê duristbikin, û eger ev nebû, divêt serê (Mehmûdkî û E'tmankî) be.
Heyf û mixabin ku rewşenbîrên meyî li Ewropa, ewên ser tilyan têne jimartin, bi vî awayî diramin û bi vî awayî danûstandinê dikin.
Ji "şermola" weye ku rexnê dike, lê wî xwe jibîr kirbû ku hemî zikreşî û dexsîbûna xwe vala dike ser chatê.
Min gelek caran wî şiyar dikir ku; em li vir nikarin mesela (nêr û mê) çareserbikin.., tiştên em pê mijûldibin ne berhemeke toreyîye.., lê guhê wî ne li min bû, guhê wî herdem li dilê wîyî tijî kînbû.
Eger birastî "şermola" rêzimanzan be an rexnevan be, gelek gotarên min ci bi zimanê Erebî, çi bi zimanê Kurdî belavdibin, ew dikare ser wan raweste û rexnê bike, wê demê ezê bi dilekî mezin bipijrînim, û belkî xwendevan hinekî sûde ji "rexnên şermola" bigrin. Lê bila kesên weke "şermola" zanibin, ne bi vê "şêwe"yê yek dikare zimanê kurdî li pêşxe.., ne bi nêçîrbûnê, ne bi payebûnê.
Li dawiya gotinê dixwazim ji "şermola" re bêjim; gotinek kurdî kevin heye dibêje: "Xwelî li wî serî be, ku sed serî jê ne êşin".
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]