02.05.2002
Bila avên zelal neyên şêlî kirin!
Necîb Balayî
Birayê rojnamevan Nîzar Agirî di rojnameya (Al-Mu´temer) de, hijmar 300 / 20-26 Nîsanê, ya ku bi zimanê erebî dihê weşandin nivîsek bi serdêra nivîsandiye, min weha hizirkir ku Agirî li bîranîna 104 saliya Rojnamegeriya kurdî tiştekî bi biha û nirix derheqî pirsa rojnamegeriyê ji bo xwendevanên bi erebî zan nivîsandiye, û bi taybet derheqî rojnamevan, ronakbîr, rimanzan û ezîzê gelê kurd Mîr Celadet Bedirxan, lê mixabin Nîzar Agirî beruvajî vê bîranîna pîroz helwestekî hişk nîşan daye û herçî peyva nelayiqî yek ji nirxên me yên netewî Mîr Celadet nivîsiye, birastî jî min du.. sê caran ev gotare xwend, min bawer nedikir ku kesekî kurd, bila çendî radîkal be jî li dij gelê kurd û zimanê wî ewqas nerastiyê li raberekî ziman û edebiyata kurdî bike, û min bawer nekir ku rojnamevanê kurd bi navê N.Agirî, nivîseke weha bê dukomênt û bê bingehên zanistî li dij M.Celadet bide weşandin, lê herwek kurd dibêjin.."Her tişt ji bejna heyran tê!"
Her wek tê zanîn, ku di vê roja pîroz û watedar de, gelê kurd li her cî, vê rojê bi çalakiyên curbecur pîroz dikin û kesên weke Mîqdad Midhet Bedirxan, Mustefa Paşa Yamulkî, Mîr Celadet Bedirxan, Huseyin Huznî Mukriyanî, şehîd şakir Fetah, şehîd Musa Enter, şehîd Dilşad Merîwanî û bi dehan xemxor û şehîdên rojnamevanî û peyva kurdî ya pîroz li bîrtînin, lê her wek me gotî, mixabin ku Nîzar Agirî beruvajî tev gelê kurd, li dij sermaye û serwerê peyva kurdî M.Celadet, bi hemu kîn û nefreta xwe, bi hemu pêzanînên xwe yên çewt û nerast, bi hemu peyvên xwe yên ne şêrîn M.Celadet salox daye û tawanbar kiriye, gotara xwe bi sînor nekiriye, ku bi tenê li ser alfabeya wî û bûçûnên derheqî alfabê ya wî ergomêntên xwe bînît ziman, belkî wî bi şêweke eşkere hêriş kiriye ser zimanzanî, kesayetî, siyaset û kovar wî Hawarê.
Lê ez dibêjim, bila mirov li hember kesekî weha matmayî nemîne, yê ku xwe li ser hesabê , dîrok, ziman û nirxên me yên netewî kiriye rojnamevan, û xwe weke mirovekî pêşvero, tolerant û nûxwaz dibîne.
Di vê gotarê de ez di xwazim li gor "emaneta ilmî" û dokumêntan bersiveke kurt bidim Nîzar Agirî û di van waran de çewtiyên wî rast bikim:
1-Alfabe û ramanên M.Celadet.
2-Kovara Hawar û nivîskarên wê.
3-Mîr Celadet û şorişa Agirî.
Alfabê
Nîzar Agirî di gotara xwe de M.Celadet ne li gor pirensîpên ilmî û ekadîmî M. dibîne, ew rexnekiriye û dibêje wî alfabeya xwe bi şêweke nezanistî û demildest nivîsiye bêyî ku wî pilanek darêtî li berçav girtibe, û dibêje, ew mirovekî herêmperist bû, wî miletê kurd bi vê alfabeyê kire du perçe, ew ket bu jêr bandora alfabeya turkî ya M.Kemal Ataturk î biryar daye, û dibêje, eger waye çima wî di hijmêrên destpêkê de yên kovara xwe Hawarê behis nekiriye....û berdewam dike, ez jî dibêjim:
1- Celadet Bedirxan bîrok û ramana alfabeya latînî di sala 1919´an de daniye dema ew û mêjerê Ingilîz Nuêl, ji bu çareseriya pirsa kurdî û lêkolîna li ser Kurdan çubûn Kurdistanê, ketiye serê Mîr Celadet û kar ji bu vê alfabê daye destpêkirin1, nek her wek Agirî daye xwiyakirin, ku wî li gel zanayê firensî Rojer Lîsko ev xebate kiriye, li gel Lîsko wî bingehên grammera kurdî danîne, û bi hevre xebitîne, van xebatan ji sala 1941-1944´an berdewam kiriye..
2- Mîr Celadet di hijmar (1) de li ser mebest û armancên Hawarê û derkirina wê bi 7 xalan van armancan rêz dike û xala yekê jê alfabeya wî ye û weha dibêje:
"Bilavkirina alfabeya kurdî, di nav Kurdan de, û hînkirina wê"2.
3- Agirî dibêje M.Celadet xwedî projek siyasî bû, nek darêtina alfabêyeke zanistî û zanyariya ziman bû, lê M.Celadet bi xwe di heman hijmarê de hijmara (1) weha dibêje: "Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîne, xwe nasîn ji mere rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin, Hawara me berî her tiştî hebuna ziman, dê bide naskirin, lewma ku ziman şerta heyîna pêşîne, Hawar ji îro pêve bi her tiştê kurdan û kurdayetiyê pê bendeware, dê mijol bibe. Tenê siyaset jê dûre, xwe naêxe siyasetê..."3, û wî di sê waran de, projeyê xwe yê zanistî derheqî ziman daye weşandin:
A- Alfabê, B- Rêziman, C- Ferheng4.
4- Agirî dibêje Mîr Celadet bi vê alfabeyê Kurd kirine du perçe, ji hev pirt û belav kirine, û wî bi tena xwe û li gor mebestên xwe ev kar encam daye, lê ya rast ne wehaye, ev projekî berfireh bû ku ronakbîrên kurd yên wê demê, yên weke Mîr Celadet û mamosta Tewfîq Wehbî xwediyên projeyê bûn û demeke dirêj herduyan ji bû vê mebestê kar kirbun, lê ji ber hind egeran, bi şêweke seranserî ev alfabe belav nebû, dîsan hem M.Celadet li Şamê û hem T.Wehbî li Kurdistana Iraqê li ser alfabeyê kar kirin, heya salên 50î mamosta T.Wehbî namîlka xwe ya bi navê "Alfabêya Latînî" weşand, dîsan di dema dialoga di navbera Kurdan û desthelatdariya Iraqê, ji sala 1970-1974´an li piraniya xwendingehên herêma Badînan, wendina kurdî bi alfabeya latînî weke Gundê Mayê..Tirwanişê...htd berdewam dikir. Her weha li dawiya salên 80an helbestvan, nivîskar û mamosteyê kurd Dilşad Merîwanî, li bajarê Sulêmaniyê bû şehîdê alfabeya latînî.
5-Agirî zimanzanekî kurd yê ku jiyana xwe bo ziman û edebiyata kurdî terxan kirî, û 9 zimanên navnetewî dizanîn5, bi ne ekadêmî û ne zaniyar tawanbar dike, û bi vî hukmê xwe yê ne dadwer, xebatên berya 75 salan mehkum dike, bêyî ku wî bi xwe çiwar peyvên kurdî nivîsa bin, yan jî elternatîveke herî biçuk pêşniyar kir be.
Lê ez dibêjim, di warê ziman û edebiyata kurdî de N.Agirî hêjî di "guhê gay de nivistîye", eger na heya niha bisporên zimanê kurdî bi dehan konferas, li welat û dervey welat derheqî alfabê, grammer û rênivîsa kurdî encam dane, pir danûstendin li ser rêformkirina alfabeya M.Celadet hatine kirin, lê kesî weha bi hişkî helwêsta xwe li dij M.Celadet ne daye xwiyakirin, û her kes dizane ku bingehên alfabeya M.Celadet bi tiştekî mutleq nayên zanîn, û dibe hind goherîn li gor daxwazên demê peyda bibin, her wek M.Celadet bi xwe di nivîsên xwe de vê yekê daxwaz dike.
6- N.Agirî dibêje, dema ku wî alfabeya xwe derxistiye peyasê, wî çaxî li ser xaka welat, alfabeya erebî rih û zimanê kurdî rih û rîşên xwe li Kurdistana Iraqê kûr dahêla bûn, ez dibêjim ne weha bû, wî çaxî li Kurdistana Iraqê jî, bi qeder tiliyên destan pirtûk bi zimanê kurdî û bi alfabêya erebî (aramî) ji bil edebiyata kurdî ya klasîk, ne hatibûn nivîsandin.
7- Xaleke din ya balkêş, ku N.Agirî behs kirî ewe dema di bêje, ma peywendiya alfabê û ziman, bi hişyariya netewî re çiye, lê wî ji bîr kiriye ku alfabê û uiman di dîroka hemû gelan de stona bingehîn e, ev yek jî di dîroka gelan de tiştên herî giringîn, dema ku hênriyê çaran di xwest cudahiya di navbera gelê Feransa ji holê rake, wî biryara damezirandina ferhengeke ziman û yekîtiya ziman kir, lewre ku M.Celadet gotiye; "Ziman şertê heyina pêşîne"6.
Duyem: Kovara Hawar û nivîskarên wê:
1- Nîzar Agirî dibêje: Mîr Celadet navê Rojnama xwe kiriye Hawar, ez dibêjim N.Agrî hey jaro...rebeno, heya niha tu nezanî kanê Hawar kovar bû yan rojname?! Lê ev jî geoveke eşkere ye ku Agirî ne ji dûr ne nêzîk Hawar ne dîtiye û ne xwendiye, belkî bi tenê bihîstiye, ku Mîr Celadet, di demekê de karekî weha kiriye.
2-Agirî dibêje: Hawar weşaneke bê biha bû ye û Mîr berhemên tê de hatîn weşandin di bê qîmet û biha bûne, helbestên wê çend gaziyên bê mana bûn, û çîrokên wê jî mehzele û di asta herî nizim de bûn, lê yê ku Hawar xwendiye dizane kanê bûhayê wê çende di dîroka ziman û edebiyata kurdî de, li gor nirxandinên bisporên rojnamevaniya kurdî, Hawar di rêza pêşî ya rojnamegeriya kurdî daye7, û afrandinên wêjeyî weke helbesta kurdî ya nûjen, helbesta pexşaneyî, kêş û serwa nû di helbesta kurdî de, kurteçîroka junerî, marşên netewî, klassîkên kurdî, folklor, şanô û her awayê edebiyatê di rûpelên Hawarê de hatin weşandin û li nav Kurdan ew weke pirtûka pîroz dihê binav kirin.
3- N.Agirî dîsan dibêje, Mîr Celadet çend kesên revî, kal û ji malbatên axa, li dûr xwe top kir bûn û her yekî pesina yê din dida, û dibêje Hawar jî weşaneke herêmî bû, û kesên têde di nivîsîn jî di bê seviye û ast bûn, kesên weke Haco axa, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Ehmed Namî bi nav tiîne, ez di bêjim ne weha ye, li gor şert û mercên wê demê û nebûna post, komunîkation û têkiliyan, Hawarê xwe gihandiye her parçe û her bajarekî kurdî, û baştirîn ronakbîr û nivîskarên kurd yên wî serdemî, ji hemû perçeyan beşdarî kiriye, ji bil hemû şehsiwarên rêka edebiyata kurdî li bakur, û di nav Kurdên li Sûriyê di jiyan, Kurdên Iraqê yên weke Pîremêr, Hamid Ferec, Tewfîq Wehbî, Abdulxaliq Esîrî, Bêkes, Abdulah Goran, Pîrut...htd bi mijar û berhemên xwe û namên xwe beşdarî kirin e.
Dîsan ji herêma Badînan, kesên weke, Helbestvan Mela Enwerê Mayî, şêx Memduhê Birîfkî, şêx Xeyasdînê Neqşebendî, Salih Bamernî, Lawikê Badînî, Metîn...htd di hijmarên Hawarê de nivîsandine, herweha kesên ji bajarê Merîwan û Urmiyê jî di Hawarê de nivîsandiye, bila N.Agirî di roja îro de mêze bike, kanê kîjan weşana kurdî heye niha ewqas ronakbîr û nivîskarên kurd di rûpelên xwe de gihandine hev!!
Sêyem: Mîr Celadet û şoreşa Agirî
Derheqî vê xalê ez di xwazim bi kurtî bersiva N.Agirî bidim, dema ku ew dibêje, şorişa Agirî ya ku ew pê hatiya binav kirin, şoreşeke paşvero û encamên pir xerab ji bo Kurdan anîne, û bi bernameke bê armancên siyasî, zanistî û yekêtiya gelê Kurd hat bû destpêkirin, bi pilaneke ne rêkxistinî, peyda bibû, lê ew bi xwe berûvajî gotinên Nîzar Agirî diruste, ev şoreşe mirov dikare bêje heya vê dawiyê şoreşa herî modêrn û pêşkeftîxwaz bû, bi beşdarbûna hemû tex û çînên gelê Kurd, û bi naverokeke pêşvero hatbû lêkolîn kirin.
Beriya şoreş li sala 1927´an bihê destpêkirin, di heman salê de, bû yekem car di dîroka Kurdan de, kongira netewî ji bo hemû rêkxistin, sazî, ol û çînên gelê kurd hatibû sazkirin8, berûvajî gotinên Nîzarî şoreşa Agirî, şoreşa herî bi pilan bû, sernekeftina wê, ew tiştek din e, Nîzar û her kes encamên neserkeftinê fam dike û rewşa Kurdan û peywendiyên navnetewî û berjewendiyên wan heya roja îro li dij Kurdan dikare binirxîne.
Li dawiyê ez dibêjim Nîzar Agirî, çima niha û di vê dema nazik ya gelê kurd tu ewqas hêrişên bê bingeh, li ser serok û siyasetmedarên kurd, hunermend, nivîskar û nirxên me yên netewî berdewam dî, mebesta te ji van gotaran çi ye?
Ez bi tenê pirs dikim û bersivê jî ji te naxwazim!!
Çavkanî û jeder:
1-Hawar, hijmar -1- sal 1932
2-Heman çavkanî rûpel.
3-Hawar, hijmar 3.
4-binêre hemû hijmarên Hawarê.
5-Raberê Rojnamegeriya kurdî, Cemal Xeznedar, Bexdad, 1973, rûpel 152.
6-Dîroka Edibiyata Fransî, Fewaz Husên, Swêd, 1998.
7-Mehmud Lewendî, Kovara Hîwa, hijmar 52, rûpel 7, 2002.
8-Kortiya Serhidan û şoreşên kurdan, yekgirtiya Kawa, Dar al-Katib, Beyrut, rûpel 88.
Têbînî
Li gor pirensîpên rojnamevanî, pêwîst bû min bersiva hêja Nîzar Agirî li heman
Rojnamê daba, lê ji ber ku ez naxwazim bi zimanê Erebî binvîsim, lew re min bi kurdî nivîsî û ezê di weşanên kurdî de jî, bidim weşandin.
N. Balayî
|
|