02.05.2002
Nameyek ji bo Nîzarê Agirî
Mehmûdê Ako
ako@hawarkurd.de
Dema ku min babeta te ya di bin navê , ku di hejmara 300î de, ya ku di heyva gulanê 2002´an di rojnameya bi zimanê erebî "Al Mu´temer" de xwend, bi rastî dilê min bi te şewitî! Jiber ku te xwe xiste devereke ne cihê te ye. Ne ku em nerîna te qebûl nakin, lê belê te xwe ji kirasê xwe derxist û te weke rojnamevanekî mafê xwe yê serfirazî yê bi tewana hin kesan di dîroka wêjeyî û çandî de bê guneh tewan kirine.
"Her qûnaxek ji demê û ji jiyanê, rengekekî wê yî jiyanî û ramanî heye."
Kekê hêja Nîzar!
Weke te xwe dayî nasîn di rojnamevaniya erebî de weke rexnegêrekî, belê tiştekî gelekî pîroze ku di nav gelê kurd de rexne bên holê, lê mamoste, weke tê nasîn rexne dibistaneke bi serê xwe ye û ne jibo kîn û qayîş û berberiyê ye, û bingeh û taybetiyên wê hene. Em karin rexneyê ji hev cuda bikin, ango pespirî ( texesûs ) mînak ya wêjeyî, siyasî, civakî, û h.d. geh tê xwe li siyaseta kurdî bikî bele û tê dest bi tûjkirina singoyên xwe bike û di giyanê dîroka gelê xwe de zixt bike. An jî tê xwe berde nava wêje û çanda kurdî û tê kevin û nûjenîya me tune bike, aya ev karê te gelo dikeve bin xizmeta kê de? Di dema ku tu di rojnameyên erebî de wiha dijwar rexneyên xwe dikî, helbet tu azadî di nerîna xwe de, û em jî bi nerîna azad re ne.
Kekê delal,
mamoste Nîzar Agrî!
Tu xwe didî nasîn di gelek deveran de weke nivîskarekî û weke rexnegêrekî, ma gelo kesê ku weke te rexneya bi vî rengî dikin, û hewl didin şeroveyan bikin, ma ne pêwîste bikeve bin xizmeta wêje û çanda kurdî de!? Lê wa dixuye ku tu tenê dixwazî dengekî bi xwe bixî! Jiber ku rexneya te ya dûmahîkê bi taybetî ne di cihê xwe de ye û nejî te mafê wê yî rexneyî dayê. Jiber çi ez benî ezê bo te çend nimûneyan bînim.
Dema ku Hawar bi rûpelên xwe yên 16 hevdûdanî sala 1932´an xwediyê wê Celadet dest bi weşana wê kir, ew gîhabû wê baweriyê ku nezanî di nav gelê kurd de gelek e, û şerê wê bi zanebûnê tê kirin, em danakvin mesla elfabeya erebî ji ber ku em sedîsed bi nerîna Celadet re ne, ku ewî berya me bi 70 salî ramiya û di meseleyên teknîkî de mijûl bû da ku zimanê kurdî biguhêze ser tîpên latînî devjê berdin. Îcar em vegerin babeta xwe ya ku tu dibêje Hawarê kesin bi emir mezin û serokên eşîran û axa dane dora xwe û Celadet cotê xwe li ser avê dikir, belê û nivîskarên mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî û Mele Ehmedê Namî, ku haja wan ji tiştekî wêjeyî û hunerî ya çandî nebûn, peyda kirin. Xwedê ji te razî, ma kes keviran li coga xwe dixe, û van nivîskarên mîna stêrkan ku Hawarê ew xistin nav rûpelên xwe de tewn dike bi nezaniyê, di dema ku nezanî li herçar kenarên cîhanê belavbû?.
Bermayên ku Hawarê ji me re hiştine nayên nerxandin, weke tu dibêjî ku Cegerxwîn ji mehraba mezgeftê rabû û Osman Sebrî ji ber ku xalên wî neyarên Tirka bûn, û ya gelekî dijwar ku mîr Celadet ketibû bin bandora ramanên Kemal Atatûrk, û alfabeya xwe rawestan hetanî ku Tirkan a xwe xelas kirin, ez vêna dibînim ku tewaneke bi gemar re ji mirovne ku xwe kirin qûrban jibo kurdayetiyê, û her malbata Bedirxanî yan jî şûna destên xwe di dîroka Kurdan de bi giranbuhayî danîne. Belê ez naxwazim gelekî li ser malbata Bedirxaniyan binivîsim, jiber ku camêran xwe di dîroka gelê kurd de bi payebûn dane nasîn.
Cegerxwînê ku tu henekê xwe pê dikî ew bû yê ku di rûyên axa beg şêx û melayên paşverû de rabû û gel hişyar kir da nema bi gotinên wan bêne xapan din, belê Namî ku beşek ji dîroka wê demê bi destên wî hatiye nivîsîn, ew jî ji nivîskarên Hawar bû, Osman Sebrî ku dîroka wî ya siyasî û hunerî ji janê û zindanan tije ye, da ku gelê kurd bigihê mafê xwe, her ew jî ji nivîskarên Hawarê bû, Kamîran Bedirxan, ku ji "çarînê xeyam" dest pê kiriye û hetanî ku qûran û hedîsên pêximber wergerandiye zimanê kurdî, ev di nerîna te de kesin ne ji wêjeyê û nejî ji çandê fam dikin. Bi rastî nizanim ka te babeta xwe ji bo çi nivîsandî ye, da ku tu bi tenê bêjî vaye, qirêj û gemara axa û mîran, li ser rûpelên Hawarê pesnê hev didin, aya babeta te li ser alfabeya kurdî bi tîpên xwe yên erebî û latînî ye, an li ser huner û çanda kurdî ye. An jî li ser Hawrê weke kovareke çandî ye. Yan Hesen Hişyar ji bala te çû ku ew jî ji nivîskarên Hawarê bû, û gelek kesin din. Ew kesê ku tu tewana wan dikî û bi taybetî Celadet Alî Badir Xan ku ewî ji xwe tenê û jibo ku meraqa wî fentazî ya wî wiha dixwest, dibînim ev şaşîtîyeke dîrokî tu xwe dixêyê. Dema mirovekî doktora di qanûnê de xelas kiribe û haja wî ji zimanin dî hebe, helbet wî bi nerîneke bi sûde lê nerî ye. Celadet bi zaravên Kurdistanê zazikî, soranî, dumulî, di gel zimanên erebî, tirkî almanî, firansî zanîbû û baş di meselên ziman de jî giha bû. Îcar ku yekî weke te piştî 70 salî di ser re derbas bû ye, û bûye hebûnek belê roj bi roj tê cesipandin ku Hawar û rola xwediyê wê di dîroka hunerî û çandî de xwedî nerxekî bilinde, tu tê da ku tu rola derkê hewdelê bilîze, û alfabeya erebî biparêze!? Ez guman dikim ku tu ne ziman zane jî da ku tu vê babeta alfabê yê jî rexne bikî.
Kekê hêja Nîzarê Agirî!
Ya baş ew e ku tu li tilên tebmûra xwe bide û ne li ber zirneya dijminan bireqise. Berya ku tu babetekî belav bike tê de biram û sûdeyên wê ji herdû aliyan hesab bike, aya sûdeya wê jibo bercewendiyên te yên taybetî ne ku tu ji xwe re çend dolaran jê derbixe!? An jibo razîkirina hin kesan e?
Hêvîdarin ku em tiştin qenctir ji pênûsa te bibhîzin.
Mahmûdê Ako
01-05-2002
Germanya, Osnabrück
|
|