| |
Pêşangeha "Hêka Jiyanê"
"Hêka Jiyanê" projeyeke hevbeş a hunermend
Cemal Ebdo (Mîrê Hêkan) û
Malpera Amûdê ye. Ev pêşangeh dê
salekê dirêj bike. Her du hefteyan carekę, dê tabloyeke
"Mîrê Hêkan" bi şêweyekî berfireh
bête pêşkêşkirin. Ji her tabloyekê
dê hejmareke mezin ji wêneyan ji gelek aliyan ve
bêne pêşkêşkirin.

>> Mîrê Hêkan li Amedê (2003)
|
"Mirîşk û dîkên Dirbêsiyê
û Amûdê nêzîkî hevdu ne"
Tu çawa rastî projeya pêşangeha di
internêtê de hat û ji bo çi projeyeke wilo?
Ev demeke dirêj e, ku ez di vê projeyê de
difikirim. Min dixwest, ku ez pêşangeheke balkêş
ya bêsînor pêk werînim. Dema mirov
pêşangehekê li bajarekî çêdike,
tenê xelkê wî bajarî yan jî wî welatî
beşdar dibin; kesên dûr nikarin amade bibin. Lê di internêtê
de, mirov dikare li seranserî cîhanê beşdarî
pêşangehê bibe û li tabloyan binere.
Li aliyekî din, aboriyeke mezin ji pêşangeha di
internêtê de re navê. Ji bo pêkanîna
pêşangehên normal mesrufeke pir mezin diçe
û ev derfet hertim peyda nabin.
Ez dixwazim ku hunermendine din jî vê rêya internêtê
ji bo pêşkêşkirina tabloyên xwe bi kar bînin, çimkî
barê pêşangehên wilo ne giran e.
Tabloyên vê pêşangehê ta niha
hatine pêşkêşkirin?
Na, min hîn ev tablo pêşkêş
nekirine û tu kesî ew nedîtine. Ez dixwazim
wan di rêya Malpera Amûdê re
pêşkêş kim û dixwazim bizanibim bê
nerînên xelkê dê çawa bin.
Te Malpera Amûdê ji bo pêkanîna
vê projeya xwe hilbijart. Çima?
Mirîşk û dîkên Dirbêsiyê (bajarê
Mîrê Hêkan, amude.com) û Amûdê
nêzîkî hevdu ne. Tu bêjî nebêjî, dema
mirov tiştekî dike, mirov pêşî li mala
xwe dike, dûra li hewşa xwe û dûra li hewşa
cîranê xwe û dûra mirov diçe mala cîranê
xwe. Divê mirov dûr neçe.
Hêviya te ji vê projeyê çi ye?
Ez dixwazim tabloyên xwe yên nû pêşkêşî
hejmareke mezin ji temaşevanan bikim û ji wan hêvî dikim,
ku ew di rêya Malpera Amûdê re nerînên xwe derbarî tabloyên min eşkere bikin.
|
|
|
|