| |
Mîrê Hêkan kî ye?
Hunermend Cemal Ebdo (Mîrê Hêkan) di 27.05.1961ê
de li gundê Tel Kidiş nêzîkî bajarê
Dirbêsiyê li başûrê-rojavayî
Kurdistanê li ser sînorê surî-tirkî
ji dayik bûye.
"Di zaroktiya xwe de, min gelek caran penseyê diya
xwe didizî û diçûm perçeyek
ji têlên sînor jêdikir, da ku ji
xwe re leystikan çêbikim."
Piştî bidawîkirina xwendina dibistanê di sala 1980ê
de, "Mîrê Hêkan" di sala 1981ê de berê xwe
da Elmanyayê. Li wê derê, wî di zankoya
FH-Aachen de dest bi xwendina bilind kir. Di 1988an de, wî xwendina
xwe bi dawî anî û dîplom wergirt.
Di ber xwendina xwe re, "Mîrê Hêkan" di warê
şanogerî û derhêneriyê de xebitî.
Herweha wî demek dirêj
dîlana ballêt û ya jazz dikir û di vî warî
de gelekî serkevtî bû.
Piştî xwendina xwe, "Mîrê Hêkan"
di gelek waran de kar kir û bi taybetî di amadekirina
hovk û dîkorên kanalên
televizyonê yên elmanî WDR û ARD de.
Hunera nûjen (modêrn) roleke bingehîn di jiyana
"Mîrê Hêkan" de dilîze. Ew bi enerciyeke
mezin û fantaziyeke xurt ramanên xwe di tabloyan
de pêk tîne û ew li gelek welatên ewropî
pêşkêş kirine.
>> www.mirhek.com
|
|
|
|