| |
Pirsên we û bersivên "Mîrê Hêkan"
Li vê derê, dê her meh hevpeyvînek
bi "Mîrê Hêkan" re bête weşandin.
Ev yek girêdayî ye bi pirsên temaşevanan ve.
Herkes dikare pirsên xwe ji "Mîrê Hêkan"
bike û ew dê bersivên wan li vê derê
biweşîne.
Fermo pirsên xwe bişînin ser vê emailê:
info@mirhek.com
-----------------------------------------------------------------
Pirs: Ji bo çi hêk?
- Mîrê Hêkan: Ji bo çi ne hêk? Hêk nîşana jiyanê ye.
Eger hêk tunebûya, te yê bi çi
huner biafiranda?
- Eger hêk tunebûya, ezê jî tunebûma.
Min jî tabloya te ya bi navê "Mykonos" fêm nekir.
- Ev tablo têkiliya kujerên siyasetvanên
kurd bi dewleta Elmanya re eşkere dike. Herweha ew agahdariyên
di navbera kujeran û balyozxaneya Îranê li Elmanyayê
zelal dike. Li aliyekî din, ev tablo pirsa kurd
bi siyaseta navneteweyî re dide nîşan.
Min qet ji hunera te fêm nekir.
- Pêwîst nake ku mirov ji hunera min fêm bike. Lê
xuya ye ku ew bala herkesî dikşîne; ev jî baş e.
Tu rengên xwe ji kû tînî?
- Ez rengên "Acryl" bi kar tînim.
Hunera te bi kîjan zimanî diaxive?
- Hunera min bi zimanê rengan, qaşilkên hêkan,
mîxan û bi têlan. Lê gramera zimanê
hunera min kurdî ye.
Tu dixwazî di nav van hêkan de çi ji me
re bêjî?
- Mirovê ku bi keser li neynikê dinere, xwe dibîne.
Hunera min neynikek e; lê binere, tu yê xwe bibînî.
|
|
|
|