www.amude.com - navenda çanda kurdî


02.02.2004 - 01:33

"De bigirî Hewlêr, bigirî!"


Tengezarê Marînî
HANNOVER (amude.com) - Serokê rêxistina Hewlêrê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Mehdî Xoşnaw yek ji şehîdên êrîşên terorîstiyane yên li Hewlêrê ye. Helbestvan Tengezarê Marînî helbestek ji bo wî û hemî şehîdên komkujiya Hewlêrê nivîsandiye.

De bigirî Hewlêr, bigirî!

Bo Kak Mehdî Xoşnaw û hemî şehîdên komkujiya Hewlêrê, di 01.02.04 de "Hun namirin, hun namirin; ji miririnê hun gewretir in, gewretir in, gewretir."


Min nexwest bawer bikim
Min got nebêjin, na, na nebêjin, Bavê Zerdeşt bîra mirinê nabê, nebêjin, nebêjin.
Min guhê xwe girt.
Dengê te ye,
Seredana te bo min li bajarê elehê,
mezinahiya sirûdên daristana Hewlêrê ye,
te pêşanî me kir.

Kî wê kelehê bidixdixîne?
Kî wê dilê çarxudayan rehet bike û paytexta Kurdistanê vê şevê di himbêza xwe de binivîne?
Ka bêje, Bavê Zerdeşt,
çawa ditiwanê Hewlêrê bicî bihêlî û me jî li xurbetê di kakilê xem û azaran de raçikînî.
Hîn dengê silavên te bo min hinartî şahiya xwe di guhên min de saz dikin.
Bi dîtina te li ekranan, dilê min rengê rast wedigirt û ez kesik dihatin û tu her kesk bûyî û kesk dimînî.

Çawan tê biçî?
Dê li şûna xewnan şevpestan biparêzim, Bavê Zerdeşt.
Dê rondikên xwe ber bi şopa te ve virêkim.
Kî dê rêberiya min û Geylan û Dr. Mihemed Zaza bike?
Kê dê baregeha hunerê bo kodak û kamîran bo me bike nîşan?
Di Qada Cewahirî de û daristana ko şûna potînên her leşkerkî xwînmij darek lê hatiya çandin, kî dê sirûd û hêviyên Babagurgur bo me bixwîne, Bavê Zerdeşt ?

Kendava çavê min di zuhabûnê de diçirisin:
Di bîbîkên çavên min de, reşgirêdana salan konê xwe vedaye.
Dilê min hînî seredana derd û azaran bûye.
Welatê min jî fêrî seredana goristanan digel qeftên gula bûye, kak Mehdî!
Dê te û hevrêyên te jî, şehîdên kurd û Kurdistanê, bi tilîliyan birêkim.
Nema dizanim sersaxiyê bo kê bixwazim û
dê kengî sersaxiyê ji tilîl û giryanên xwe re bixwazim.
Di berferehiyên van kovanan de, te dost û hogir peyda dikirin.
Tu çawa wilo bi hêsanî çûyî û te xatirxwestin ji bîr kir,
an jî te silavên xwe yên dawî kirin barê Cemal û Edîb?
Kî ev nûçeya ditezî bi ser roka dilê me de werkir?

Dê şevên Hewlêrê sar bimînin.
Wêneyê xwe ji ber çavên me berze neke,
Goristan sar e.
Em pêdivîtirî ronahiya te ne, bêhtir ji mirinê.
Neçe bila gunehê te bi revendan bê, neçe Bavê Zerdeşt.
Dê dîsan li vê xerîbiyê bibim sergovendgirê derdan.
Rondikên me, li vê tarawgehê têkilî hawar û giryanên xwe bikin.
Em bermayên axînok û derdan in.
Hun bi xwedê bikin,
gurzek gul bi ser gora wî û hemî şehîdan de bireşînin û bibêjin,
ku ez dibêjim: Mirin bi hêz e,
lê tu û hevrêyên te
"Hun namirin,
     hun namirin,
          hun ji mirinê gewretir in,
               gewretir in,
                    gewretir in."



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]