www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela destpêkê

01.01.2003 - 11:48

RÊXISTINÊN KURDÊN SÛRIYEYÊ: BER BI KU?

Şahîn Soreklî


Şahîn Soreklî
Ji mêj ve ye meraqa nivîsandina gotareke rêk û pêk di derbarê Kurdên Sûriyeyê de xwe di nav hişên min de bi cîh kiriye, lê ez wê her dihêlim demeke din.
Sedem jî bi wê yekê ve girêdayî ye, wekî ku min berê jî diyar kiriye, rewşa siyasî û ramyarî xwe li cem Kurdan negîhandiye radeya ku mirov bikaribe tevahiya rastiya li gor xwe birijîne ser kaxezê. Kurdên Sûriyeyê bi pirranî mirovên ji aliyê kurdperweriyê de dilpak in û hestnazik in, û mirov ditirse ku bi encama gotara xwe dilsariyekê bi rê xe û dost û hevalan biêşîne. Lê rewşa bi vî beşê Kurdistanê ve girêdayî gihîştiye radeyeke wilo ku hestê wûjdanî yê di mirovî de, bi taybetî wek nivîskarekî, nema dihêle mirov di derbarê rewşê de bêdeng bimîne.

Kurdên Sûriyeyê gelekî hatine êşandin û pirr kişandine. Hejmara mezin ji wan belengaz û hejar in û ji bo jiyana rojane tê dikoşin. Gund û bajarên wan bi salan bêav, bêrê, bê elektrîg û bê nexweşxane mane. Bi taybetî ji 1958an û vir de ew carine rastî stemkariyeke bêwûjdan hatine, bi hezaran ji wan hatine girtin û êşkencekirine û bi sedhezaran ji mafê hemwelatiyê bêpar mane. Dilsoziya wan bi beşên Kurdistanê yên din re ne tenê her zindî maye, lê pirr caran bûye egera êşandina wan. Li dû yeketiya Sûriyeyê û Misrê gelek ji wan bi tawana piştgiriya şoreşa Kurdistana Îraqê hatine girtine. Di salên 80yan û 90an de PKK bi hezaran ji wan ji bo amancên xwe bi kar anîne, ne tenê alîkariya aborî ji wan girtiye, ne tenê bi hezaran ciwan rastî ser çiyan kirine, lê her weha hinek ji Kurdên vê herêmê berdane hev, rêxistinên herêmê wek nekes bi nav kirine û bizava tirsandina berpirsiyarên wan kiriye. Hîn îroj jî PKK di bin navê KADEK de dest bi tevahî ji Kurdên herêmê bernedaye. PKK bi peyv û iddîa û hêviyên rengîn ket nav kesên dilsoz, lê di eynî demê de ji aliyê siyasî de bêtecrûbe û bêyî zanyarî, û dikaribû wan bi salan ji bo xwe bike wek mirovên robotî. Bi sedan, hin alî dibêjin bi hezaran, ciwan li ser çiyan hatine kujtine, ketine girtîgehane û gelek ji wan ta roja îroj wenda ne.

Li milê din, rastiya hevnegirtina rêxistinên Kurdên Sûriyeyê ta radeyeke bilind bi rewşa wan bi xwe ve ne girêdayî ye. Beşbeşbûna wan ta radeyekê li dû veqeta Ibrahîm Ehmed, Celal Talebanî û hevalên wan ji Partia Demokrat ya Kurdistana Îraqê dest pê dike. Hevrikiya di navbera her du aliyan de, di salên 60an de, dibe egera destpêkirina hevrikiya di navbera hin rêxistinên Kurdên Sûriyeyê de. Va hevrikiya li dû damezirandina YNK, di sala 1975an de, didomîne û xwe digihîne rojên îroj.

Ji ber ku di nav Kurdên Sûriyeyê de çi şoresên çekdar nebûne û ji ber ku ew endamên eşîrên cuda bûne, û hîn bi ser de di 3 herêmên ji hev dûr de dimînin, wan serokek nebûye ku wek serokê hemiyan bihête pejirandin. Le gel ku eşîrtî di van salên dawîn de bêhêz bûye jî, di nav cînên (jeans: xusetên wîrasî) wan de, wek hemî Kurdan û gelên wek wan, sinçiyên eşîrvanî xwe bi cîh kirine. Bi gotineke din, ew hîn bi pirranî kesên serbilind in, atifî ne, li dû serokekî ne, û dilsoziya wan bi komekê, yan bi rêxistinekê, re wek dilsoziya bapîrên wan bi eşîra xwe re ye.

Mirov dikare civata Kurdên vî beşê Kurdistanê wek birayekî biçûk ê beşên din bi nav bike. Ew li gel birayên mezin, bi taybetî birayê li aliyê bakur û yê li aliyê rojhilat dilsoz maye û gelek fîdakarî ji bo wan kiriye, lê pirr hindik ji wan girtiye. Heye ku li vir kesek nivîskêr bi wê yekê gunehbar bike ku bizava beşbeşkirinê û şkandina hestê kurdperweriyê dikêye, lê bila bizanibe ku nivîskêr bi xwe hema-hema hemî xebat û têkoşîna siyasî ya bi dehan sal xistine xizmeta birayên mezin e, û hîn jî bi wan re ye. Yên nivîskêr baş dinasin ê bizanibin ku wî wek kurdistaniyekî xebateke siyasî û çandî kiriye û dike, û her dem hevgirtina neteweyî parstiye. Mebesta wî li vir tenê ew e ku li gor erkê nivîskarî û wûjdanî beşekî biçûk ji rastiya li gor xwe diyar bike, bi hêviya ku va gotara bikaribe dilopek sûd bigihîne rewşa kambax ya Kurdên vî beşî û berjewendiya giştî ya neteweya kurdî bo dûramancan.

Li dû bêhêzbûna PKK, yan em bibêjin: li dû ku PKK dest ji lêdan û hêrîşbirina ser kesên wan rexne dikin, yan li bervaciya dîtinên wan ramanan belav dikin, berda; û bi encama zêdebûna Kurdên ji Sûriyeyê li Ewropa; her weha bi encama hinek guhertinên hindirîn li Sûriyeyê bi xwe û yên dervayî, xebat û têkoşîna bo mafên Kurdên vê herêmê zîztir bû. Lê di eynî demê de tevliheviyeke wisa nuha li holê ye ku mirov nema dizane ka Kurdên binxetê bi giştî çi dixwazin. Heta bi navê vê herêmê be şax vedane û geh wek Kurdistana Sûriyey, geh wek herêmên kurdî li Sûrya, geh wek başûrê biçûk, geh wek rojavayê Kurdistanê, geh wek başûrê Rojavayê Kurdistanê, geh wek Rojavayê Başûrê Kurdistanê û geh jî wek Kurdistana, yan aliyê, binxetê dihêt binavkirin. Ji aliyê daxwazan ve jî kêşe eynî kêşe ye û tew min ber çend rojan di belavokeke aliyekî de xwend ku gotina pêkaniya "bi destxistina parlemanekê û parastineke navneteweyî bo rojavayê Kurdistanê" dike. Aliyekî, yan alîne din, li klasîka daxwazan, "Demokrasî bo Sûriyê û Otonomî bo Kurdistana Sûriyê" vegeriyane. Di nav kesên li paytextên derve bi cîh bûnî de îroj kes û komên xwedan daxwazên reng bi reng hene û tew hinek, da ku wek "penaberên siyasî" hestê tawanê razî bikin bûne agir û pêt e û hema-hema daxwaza destpêkirina şoreşekê li welêt dikine, bêyî ku rewşa hindirîn û realîteyên li holê bi bîr wînin. Guman li cem min nîne ku ew hemî mirovên dilsoz û xwediyên amancên pak in, lê gelo hemî lênerîn û daxwazên wan di cîh de bin? Ew tiştekî ji bo guftûgo ye.

Çend Kurd ê hebin ku wisa bawer in DYE û Ewropa xwediyên planeke nehênî ne, planeke ku li gor wê sînorên herêma Rojhilata Navîn ê bihên guhertin,... Va niherîna di eslê xwe de ne ya wan e, lê ji mîdyaya erebî hatiye girtin. Bi dirêjiya dehsalan e ku mîdyaya erebî, û di van salên dawîn de her weha ya tirkî, û carine ya farisî jî, behsa van tevdêr û planên xeyalî dikine, bi amanca rêbirrîna li daxwazên rêxistinên "Bakurê Îraqê" û mafên gelê Kurd. Van Kurdên di bin bandora va ramana bêyî esl û astar de manî wisa bawer in ku divêt Kurdên Sûriyeyê jî xwe ji bo hatina vê rojê amade bikin, çimkî Emerîka û Ewropa dê li wan jî xwedî derkevin. Mixabin va lênerîna yeke fiş e. Fiş e, ji ber ku DYE û Ewropa di roja îroj de nema xwediyên eynî tevdêr û planan in, û heye ku di paşerojê de li dij hev bin jî; û fiş e çimkî çi neyta guhertina sînoran û damezirandina dewletên nû li nik DYE niye. Heke hebûya başûrê Kurdistanê dê ji mêj ve dewleteke serbixwe bûya; heke hebûya PDK û YNK neçar nedibûn biçin serên xwe bi rêxitinên opozisyona îraqî re biêşînin,...

Bêguman e ku ber mirov dest bi karekî bike, divêt rastiya di derbarê tiştên xwe bi wî karî ve peywedndîgir dikin bide ber çav. Li gor min, di derbarê Kurdên Sûriyeyê de hinek ji rastiyan ev in:

  • çekdar li dij hukûmetên sûrî nehatiye kirin û nikare bihête kirin;
  • kiryarên terorî dê bêyî sûd bin û dê ziyaneke mezin bigihînin Kurdan;
  • sê herêmên kurdî li Sûriyeyê hene ku ne bi ser hev de ne, û bi sedhezaran kurd li bajarên sûrî yên ne-kurd dijîn;
  • ne tenê Kurd, lê her weha ereb jî ji demokrasiyeke rêk û pêk bêpar in, li gel ku kurd ji biçûktirîn mafên xweristî hatine bêparkirin;
  • rêxistinên Kurdan bi pirranî bêhêz û bêgiranî ne;
  • hinek rêxistinan rasterast, yan nerasterast, xwe bi PDK yan YNK ve girêdane; û KADEKa li dû PKK mayî hîn jî dest ji nav herêmên kurdî nekişandiye û wê bizavê dikêye ku rêxistineke di bin navê Kurdên Sûriyeyê de bo xwe damezirîne; û tirs û sama ji PKK hîn jî ta radeyekê di nav xelkê de xewan e;
  • hinek ji egerên beşbeşbûna rêxistinên kurdî bi pirranî şexsî bûne;
  • pirraniya rêxistinan, heke aliyên dervayî dest ji wan berdin, kêm-zêde xwediyên eynî daxwazan in.
Baş e, heke mirov "rastiyên" li jor wek rastî bipejirîne, rewşa Kurdên Sûriyeyê, ya Sûriyeyê, ya herêmên Kurdistanê yên din û ya welatên Rojhilata Navîn bide ber çav, û heke mirov siyaseta navneteweyî û rewşa cîhana sedsala 21emîn ji xwe re bike rêber, gelo ji bo rêxistinên Kurdên Sûriyeyê çi divêt? Bi dîtina min, ji bo wan çend gavên grîng divên heke bixwazibin siyaset û têkoşîna xwe li gor dem û dewranê nûjen bikin û heke bixwazibin rast bibin xwedan nav û şan. Hinek ji wan:
  • yekgirtin: Rêxistinên Kurdên Sûriyeyê divêt ber bi hev werin: yan xwe bikin rêxistineke demokrate yekgirtî, yan jî di nav eniyeke demokratiye hevgirtî de bibin xwediyên yek dengî. Heke ji dest wan, yan bi kêmasî pirraniya wan, nehête der ku xwedî li vê berpirsiyariyê derkevin, wê demê têgihîştên Kurdên vî beşî, zanyar û rewşenbîrên wan, divêt dest bi leyiztina roleke guherandin û pêşvexistinê bikin;
  • rêxistina yekgirtî, yan eniya hevgirtî, yan hêza siyasiye nû, divêt xwe bêtir ber bi daxwaz û pêdiviyên Kurdên Sûriyeyê bade. Bi gotineke din, divêt dest ji leyiztina rola brayê biçûk berde, pirsa daxwaz û pêdiviyên Kurdên Sûriyeyê û ya bi beşên Kurdistanê yên din ve girêdayî ji hev veqetîne. Peywendiya li gel rêxistinên beşên din û hevkariya hevbeş divêt li gor bernameyeke rêk û pêk û berjewendiya hemî aliyan bidomîne, bi taybetî di derbarê pirsên bingehîn, yên çandî û yên perwerdeyî de;
  • navê hermên kurdî li Sûriyeyê, amanc û rêyên xebata siyasî,... divên bi şêweyeke aşkere û li gor prensîpên mentiqî û zanyarî bihên tesbîtkirin;
  • rêberî û berpirsiyariya siyasî divêt têkeve dest wan kesan ku xwedan pêkanî û zanistî ne, xwediyên şexsiyatên dînamîk in, dizanin baş biaxifin, ji siyaseta cîhanî ya pirralî xwedan haydarî ne, û kesên mentiqî û realîst in;
  • rewşa "dewarê bêşivan" divêt bi dawî bihêt. Dema rêxistineke rêk û pêk û xwedan otorîteya temsîlkirina Kurdên Sûriyeyê hat holê, hêvî ew e ku bikaribe xwedî li nav û sûda xelkê derkeve û bi xebat û têkoşîna xwe rê li kes û komên bi hestên xelkê dileyizin û nûpêketiyên dilsoz û dilgerm dixapînin bibirre;
  • rêxistina temsîldar divêt dest ji siyaseta klasîke ku 50 sal in kêm-zêde di şûna xwe de didomînêye berde, û nema êdî tenê rêxistina nivîsandina belavokan û belgenameyan, rêxistina Newrozan û xwaztina mafan be. Rêxistina nûner divêt dest bi şax û gavên nû bike, wek organîzekirina fêrkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî, leyiztina roleke zîz di perwerdekirina xelkê ya siyasî de, destpêkirina xebateke ji bo pakkirina tax û kolanên bajarokên kurdî, leyiztina roleke mezin di çareserkirina nakokî û neyartiya di nav malbat û eşîran de, berbihevhanîna ramyarî û zimanî ya Kurdên li herêm û bajarên ji hev dûr, û gelek gavên din ku nema dikarin li benda rojên ferecê bimînin.
Gotinê naxwaze ku diyarkirina felsefeya rêxistineke dînamîke hevgirtiye bo Kurdên Sûriyeyê û danîna rêbaz û û bername û amancên ji bo wê ne karê min e, lê helwestine ku dê li gor min bi sûd bin li jêr in:
  • Gel û Welatên Ewropa bi sedsalan şerê hev kirin û ji wan bi milyonan mirov di cengên li dij hev de hatin kujtin. Hema di nîvê yekem yê sedsala borîn de du şerên cîhanî ji Ewropa bi rê ketin. Îroj, li dû ew qas xwîn û wêrankirin û nakokî welatên Ewropa ber bi hev dihêne û di nav Yeketiya Ewropayî de xwe dikine xwediya hêzeke ekonomî, stratêcî û leşgerî ye. Bi encama realîteya salên par û ya îroj li holê rêxistinên binxetê herêmên kurdî wek beşekî ji Sûriyeyê bi nav dikin. Heke mirov li gor asyoyeke firehtir û rengîntir û paşerojeke bi hêvî rewşê têxe xeyalên xwe, wê demê sibe û dusibe di çavên mirovî de xweştir xuya dikin. Mirov hêvî dike ku gelên Rojhilata Navîn jî di paşerojeke nêzik de êdî bi rastiya rewşa xwe, bi xwexapandinê û bêsûdbûna tengdîtinê û hevrikiyê, bihesin, û bizanibin ku bêyî baweriya bi hev û din, bêyî yekgirtina wan, ew ê hemî her dem li hamber Emerîka û Ewropa hejar û bêhêz bin. Da ku gelên Rojhilata Navîn xwe bigihînin qonaxeke nû û balkêş di dîroka nû ya mirovan de pêdivî bi wê yekê heye ku ew jî wek gelên Ewropayê ber bi hev werin. Amanc û erf û hêviyên gelên Rojhilata Navîn, bi Ereb û Kurd û Faris û Tirk û Aşûrî û Ermenî û yên manî ve, gelekî ji yên Erebên, em bibêjin Sûriyeyê, û Erebên welatekî wek Sûdanê, yan Lîbyayê, yan Tûnisê, nêziktir in. Heke xewneke wisa rojekê bibe realîte, wê demê ne tenê pirsgirêkên neteweyî û olî, lê her weha gelek kêşeyên din yên îroj li van welatan li holê dê bihên çareserkirin û tevahiya herêmê dê bi rakirina sînoran re bibe navendeke rengîn û bi hêz li cîhanê. Çiqa helwesteke wanî îroj wek xewneke ji rastiyê dûr diyar bike jî, ew hêjayî bibîrhanînê ye. Rêxistineke kurdiye dînamîk li Sûriyeyê dikare xwedî li felsefeyeke wisa derkeve.
  • Li gor rewş û realîteya îroj li holê tiştekî di cîh de ye ku bihête gotin Kurdên binxetê beşekî ji Sûriyeyê ne. Lê di eynî demê de, dewleta sûrî divêt ji aliyê xwe de bi şêweyeke destûrî Kurdê vî welatî wek hemwelatiyekî kurdî ku xwediyê eynî pêwîstî û mafan e bipejirîne. Temsîlkirina parlemanî û îdarekirina herêmî divêt bi şêwyeke demokratî têkeve dest endamên herêman. Zimanê kurdî divêt li Sûriyeyê bibe zimanê 2yem û di hemî xwendegehên ku tê de meraq lê hene bihête fêrkirin û bikarhanîn. Mîdyaya kurdî divêt li her dera ku hewcedarî pê heye bi hemî şaxên xwe ve hebe, çapkirin û weşandina berhemên bi kurdî azad bin,... Di eynî demê de, divêt bihête pejirandin ku Kurdên Sûriyeyê beşekî ji gelê kurd in. Ji lewre tiştekî xweristî ye ku mafê wan û danûstendina li gel Kurdên beşên din yên Kurdistanê, bi taybetî peywendiyên mirovî, çandî û perdeyî, bihên parastin.
Rêxistina dînamîk ya Kurdan li Sûriyeyê temsîl dike pêwîst e van şêwe daxwazan aşkere bike û bi îsrar ji bo wan bi şêweyên siyasî û civatî, û dûr ji metodên bikarhanîna zorê, têbikoşe. Dema va rêxistina bi hêz be û piştgiriya pirraniya hemwelatiyan bi dest xe rêbirrîna li xebat û têkoşîna bo daxwazên wek yên li jor ê ne hêsan be. Dewlet nikare hemî kurdan têxe zinadanê. Dema rêxistina xelkê yekgirtî, jêhatî û bi hêz be, xebat û têkoşînê bi îsrar û berdewamî û bi aştî bidomîne, tevahiya cîhanê, û heta dewlet bi xwe jî, dê hêdî-hêdî bo wê hesabkir û rêzgir bin.

Wek diyar e, bi destxistina daxwazên wek yên li jor ta radeyeke bilind bi rewşa demokrasiyê ve girêdayî ye. Li welatekî rast demokrat bidestxistina amancên wisa ne dijwar e. Dema hilbijatinên rasteqîneye adilmend bo parlemanê û belediyan hebin, dema hemî hemwelatî li pêş qanûnê yek bin, û dema dewlet ji cudabûna zimanan netirse, wê demê daxwazên Kurdên Sûriyeyê, heke wek yên li jor bin, ne daxwazên nementiqî ne; girtin û êşandin û xwînrijandina ji bo wan, yan bi amanca xwaztina wan, ne pêwîst in. Ji lewre, rêxistina nûnertiya Kurdên Sûriyeyê dike divêt di eynî demê de bi rêxistinên Sûriyeyê yên demokrat re dost û hevkar be, lê bi bername û daxwazên hatinî aşkerekirin.

Bi dîtina min, tiştê ku Kurdên Sûriyeyê di çavên yên din de biçûk kirine, tiştê ku hîştiye hin rêxistinên ji beşên din bi şêweyeke nîvnixamtî qerf û henekên xwe bi wan bikin, tiştê ku bûye egera wê yekê ku rêxistineke ji beşekî din xwe bi salan wek bavê wan bi nav bike û bibêje, "Ka partiyên Başûrê Biçûk? Em partiya gel in;" tiştê ku hîştiye kesekî bi kurdî nedizane li paytext û cîhanê xwe wek temsîldarê wan bi nav bike û tew bi persiyarên rêxistinên beşên din yên Kurdistanê re jî di bin wî navî de danişe, ... hemî bi encama zêdebûna partiyan û hevnegirina Kurdên Sûriyeyê ye. Li gor hinan, nuha hejmara rêxistinan nêzikî li 15an kiriye! Li welatekî wek Almanya, bo nimûne, bila 320 partiyên almanî jî hebin. Di rewşke normal û demokrat de : bo çi na? Lê kêşeya bo hemî Kurdan ew e ku rêxistineke giraniya xwe kîloyek jî tune bi navê "gel" û bi navê "Kurdistanê" diaxife û xwe wek temsîldar bi nav dike. Hîn bi ser de munafeseya siyasî ya arzanmode û hejarşêwe, ya xwexapandin û xelkxapandinê, dest pê dika bi awayên nîvkomîk û nîvtrajêdî xwe têxe ser sehneyan.

Çare çi ye? Gelo di va dem û dewrana ku Hesê Misê dikare li mala xwe navekî mezin li rêxistineke ku bi nav heye û bi şan niye bike, peyva "Kurdistan" bi dû wî navî xwe û xwe wek serokê wê rêxistinê li ser kaxezên belavokan û di kombûnan de bi nav bike, rêbirrîna li van rêxistinên cudaşêwe yên ku sal bi sal zêde dibine çi be? Rêbirrîna li rêxistinekê niye û divêt nebe jî, çimkî rêya ku mirov bikaribe kesekî (yan hejmareke ji kesan) - nexweş dibe, sexte, fersendger yan dilsoz - rawestîne û nehêle ew rêxistinekê çêbike di pratrîkê de tenê lêdan e, yanê bikarhanîna zorê ye. Va yeka jî li gor prensîpên mirovahî û demokratî nahête pejirandin. Kirina kiryarên bi gef û lêdan karê rêxistinên faşîst û stalînîst e, karê dîktatorên dîn û dunênedî ye. Ji bo civateke mirovan ya wek Kurdên Sûriyeyê tenê çareyek heye ku dikare di pratîkê de rêxistinên wisa ji holê rake, yan bi kêmasî wan bêhêz û bêxwebêj bike: Hebûna rêxistineke rêk û pêk ku îspat bike pirraniya xelkê pê re ye, ku îspat bike ew di nav xelkê de bi hêz e, ku bide xuyakirin ew dikare li meydanekê bi hezaran mirov bigihîne hev, ne ku wan bi fen û fûtan û bi tehdîdan, weke ku Seddam Husên dike, bigihîne hev, lê wan bigihîne hev çimkî millet bi rastî, bi dil û can bi rêxistinê re ye û wê wek nûnera xwe dizane. Dema rêxistineke wisa hebe û bi encama kar û siyaseta xwe ya hindirî û dervayî raber bike, îspat bike, ku ew xwediya otorîteyê ye, wê demê rêxistina Hesê Misê jî nikare di pratîkê de bi navê Kurdên Sûriyeyê rabe dîlanê.

Bivêt-nevêt, li gor dîtina min, pirsên herî grîng yên nuha ji bo Kurdên Sûriyeyê li holê van pirsên li pêş in: Gelo mirov çawa bikaribe hevgirtineke rêk û pêk di nav rêxistinên nuha li holê de wîne holê? Gelo hevgirtineke di nav wan de pêkan be, yan divêt çareyeke din bihête dîtin? Gelo rast milletê kurd li herêmên Cezîrê, Kobaniyê, Efrînê û şûnên din hevgirtî ye û di warê siyaseta durist de hişyar e? Heke na, gelo çi divêt bihête kirin? Gelo rêxistina ku hêvî dihêt kirin xwe wek nûner bide zanîn bikaribe ji heqê rolên ku jê dihên çaverêkirin, rolên wek yên li jor hatinî diyarkirin, rabe? Gelo kadir û karmendên ji bo xebateke wisa bi hejmarên pêwîst li welêt hebin? Heke na, çawa mirov dikare wan bibîne û amade bike?

Kurdên Sûriyeyê, ta ew roja ku pirsgirêkên navxoyî çareser nekin, ê nikaribin bibin xwediyên giraniyeke rêk û pêk, ne jî dê bikaribin haydariyeke bi nerx di derbarê xwe de li herêmê û li cîhanê wînin holê. Va yan wa rêxistina wan dê kêm-zêde rotîna 50 salên borîn bidomîne û heye ku demên tê de piçek azadî heye çend kesan derxe xwepêşandanekê; yan bi rêkirina nameyeke bo serokekî yan bo sekretêrê Neteweyên Yekgirtî (N.Y.) serê xwe rake, nameya ku di warê bidestxistina amancan de nerxê kaxeza li ser hatî nivîsandin jî nake, çimkî di rastiyê de nameya tew nagihê deriyên sekretêrên serokan jî; ne jî digihê destê sekretêrê N.Y. yê ku di rojên îroyîn de ji bilî mamûrekî bi meaş û xwediyê roleke bûrokratî ne çi kes e,... Ya ku name bi serê xwe bike heye ku bersîveke rotîniye bi îmzeyeke elektronî be. Bi kurtî bo Kurdên Sûriyeyê rêxistineke, yan eniyeke, wisa divêt, ku bikaribe:
  • av xelkê de roleke perwerdekirina zanyarî û siyasî bileyize;
  • ûna herêmtiyê berbihevanîneke germ di nav Kurdên Sûriyeyê de bi rê xe;
  • şêweyeke siyasî û aştî, lê di eynî demê de bi îsrar, têkoşîna bo mafên Kurdên Sûriyeyê bike, mafên li gor mentiqê û pîvanên cîhana îroj;
  • bizava karê li gel rêxistinên din yên Komara Sûriyeyê bike, ji bo berjewendiya giştî ya hemwelatiyên Sûriyeyê, û hewl bide ku ta pêkan e piran di nav xwe û dewletê de çêbike, pirên berbihevhatina li ser hîmên rêzgirtina hevbeş û hevkariya li ser bingeha dayîna mafên adilmend yên Kurdên Sûriyeyê;
  • peywendiyên di navbera xwe û rêxistinên beşên din yên Kurdistanê de li ser hîmên wekheviyê, berjewendiya giştî û yeketiya gelê kurd bidomîne û bi hêz bike.
Dema daxwaz û amancên mirovî li gor dem û dewranê aşkere û mentiqî bin, û dema Kurdên Sûriyeyê bibin xwediyên rêxistineke bi hêze hevgirtî, wê demê derdên li holê dikarin bihên dermankirin û Kurdên Sûriyeyê dikarin bi şêweyeke bêtir cedî û bêtir bi sûd têkoşîna ji bo amancên hevbeş bikin.

Gotineke dawîn: Mirov ji birêzên berpirsiyar û rêberên hêja yên rêxistinên îroj li holê bi rêz û hurmet hêvî dike ku dest ji dêmagojî û gotinên bi kilîşeyên bêxwebêj manî berdin û bikaribin rastiya rewşê bidin ber çav. Dijwarî û astengên li pêş yekgirtinê dê bimînin heke kesên ku bikaribin wan çareser bikin û ji holê rakin nebin. Li milê din, ew brayên bi xwe dizanin ku heta 500 endamên wan jî li welêt nînin, divêt dest ji "hizbayetiyê" berdin. Jê bêtir, ew kesên ku jimara telefona rêxistina wan jimara telefoneke beriyan e, jimara faksa rêxistina wan ya mala wan e û navnîşana rêxistinê yeke sandiqa postexaneyekê ye, divêt dest ji navên rêxistiniye mezin berdin, bi hestên xelkê neleyizin û daxwazên ji serê xwe mezintir nekin, çiqa mebesta wan yeke amancpak be jî. Bese êdî xelkê me êşiya, hat xapandin û dilsar bû. Dayîna sozan û raberkirina amancên mezin û rengîn dikarin nezanan û dilpakên bêtecrûbe bixapînin, lê ji bo amancên dûr kiryarên wisa ji bilî ziyanê û bêtaran tiştelkî li gel xwe nahînin. Fermo dîroka hin rêxistinên beşên din yên Kurdistanê bidin ber çav û daxwazên wan yên duhinî û îroj bidin hamber hev.

Hêvîdar im nivîsandina gotarê nebe sedema recimkirina nivîskêr ji aliyê çi kes û çi rêxistinan de. Mebest ne êşandin û acizkirina kesekî, yan rêxistinekê, bû. Nivîskêr li gor dîtin û wûjdana xwe bizava gotina beşekî biçûk ji rastiyê kir, û li gor xwe hinek pêşniyazî diyar kirin. Biryara pejirandin yan nepejirandina ramanên di gotarê de ne di dest nivîskêr, lê di dest xwendevanê gotarê bi xwe de ye.

Her weha hêvîdar im ku va gotara wê xwebêjê nede, ku xebata rêxistinên kurdî yên li Sûriyeyê bi salan kirî yeke bêyî sûd bûye. Wan di qonaxên gelekî dijwar de berxwe dane, li gor taqeta xwe têkoşîna ji bo gelê xwe kirine; berpirsiyar û endamên wan rastî êş û zehmetiyên mezin hatine, bi salan di girtîgehan de mane û hinek ji wan bi encama baweriyên xwe yên neteweyî hejar û bêkar mane û dîsa jî dest ji dozê bernedane. Xebat û têkoşîn û êşa wan divêt nehên jibîrkirin û divêt îroj û sibe bihên teqdîrkirin. Gelek ji têkoşerên wan, yên duhinî û yên îroj, mirovên niştimanperwer, dilsoz û mebestçak in û rêza min ji wan re bêyî sînor e. Mebest bi nivîsandina gotarê diyarkirina pêwîstiya bi yekgirtinê, bi xweguhertin û xwenûjenkirinê ye, li gel ku hinekan ji rêxistinên li holê xwe ta radeyekê guhertine jî.
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]