 |
 |
23.06.2003 - 15:25
Panorameya sed salane ji dîroka rojnamevaniya kurdî
22.04.1898-21.04.1998
Rênas Newrozî
newrozi@journalist.com
Ev sed û penç sal in, ku dîroka rojnamevaniya kurdî bê navber didome,
û em dikevin sala sedûpêncan. Ev çar sal in, ku me sed sal ji
dîroka rojnamevaniya xo jî hêşt. Serhildana rojnamevaniya
kurdî di roja 22ê Nîsana sala 1898an bi derxistina rojnameya Kurdistan
li Qahîreya paytexta Misir dest pê kiriye û heta roja îro jî didome.
Ev sedûçar sal in, ku zêdetirî du hezar rojname û kovarên Kurdan li Kurdistanê û derveyî wê derketine. Ji destpêkê ve heta niha, her çiqasî zehmetî û engelî jî li ber deriyê vê serhildanê hebe, lê ev sedûçar sal in, ku rojnamevaniya kurdî ji bo azadî bi xwîn û aşitî, bi şirove û nivîsîn, bi helbest û pexşan, bi fotograf û karîkatêr bangê azadiyê dike û azadî dinivîse.
Di dîroka rojnamevaniya me de, tevaya rojname û kovarên Kurdan bi rengê siyasî, çandî, hunerî, civakî, jin, ciwan, karker, xwendevan, mamoste, mafnas, pijîşkî, aborî, zanistiya giştî, olî, zarok û mîzahî û hwd. derketine.
Rojnamevaniya me li Efrîqiyayê ji dayik bû, li Ewrûpa, Asiya, Emerîka û Austuraliya geriya. Rojnamevaniya me ji bilî hemû zarevayên zimanê kurdî, bi van zimanan jî xwe derxiste holê: tirkî, erebî, farisî, ingilîzî, firensî, elmanî, swêdî, îtalî, danîmarkî, spanî, romanî, hengarî, holendî, îbranî, ukranî, rûsî, ermenî, kazaxî, japonî û hwd.
Rojnamevaniya me ji bilî rênûsên latînî û erebî, bi rênûsên silavî, yonanî, îbranî, japonî û hwd. jî hatîne nivîsîn.
Hemû çîn û tiwêjên (sinfên) gelê kurd rojname û kovarên xwe kêm û zêde derxistine. Di heman demê de, gelek rojname û kovarên sexte jî yên girêday dewletên dagîrkerên Kurdistanê jî derketine, lê ew nikarîne bandora xwe li ser rojnamevaniya azad a gelê Kurd bikin.
Rojnamevaniya kurdî ya azad îro gihîştiye asteke bilind, bi kurdî ji bo Kurdan dinivîse. Ev jî bingehê dîroka dewletên dagîrkerên Kurdistanê û dijminên Kurdan, ku li ser derew hatibû ava kirin, hildiweşîne. Çima neyarên Kurdan hertim ji pênûsa Kurda ditirsin? Û çima bi sedan rojnamevan û nivîskarên kurd şehîd xistin û winda kirin? Sedmên vê yekê jî rastiyên îroyî ne.
Ji bo bîranîna rojnamevanên nemir u sedûpenç saliya roja rojnamevaniya kurdî, min panoramaya sed sal di dîroka rojnamevaniya kurdî ji bo xwendevanên kurd amade kiriye, ku ji pirtûka xwe ya bi navê "SED SAL LE MÊJÛY ROJNAMEWANÎ KURDÎ 1898-1998" derxistiye, ku lêkolînek berfihe û piştî deh sal geriyan û lêkolîn niha ji bo çapê amade bûye. Ev panorama ji nêzî 1600 rojname û kovar pêk tê. Ez dizanim, ku gelek rojname û kovarên Kurdan hene, yên ku di nav sedsala yekemîn a rojnamevaniya kurdî fr derketine, lê min nikarî derheqê wan tiştekî bi dest bixim. Ez bi hêvî me, ku ez ê di demeke nêzîk da, bi alîkariya lêkolînvan, nivîskar û xwendevanên kurd, vê dîroka sedsaliya rojnamevaniya kurdî bi awayekî xurt derxînim pêşberiya gelê xwe, hemû xwendevanan û raya giştî.
>> Lîsteya rojname û kovarên kurdî di sed salan de (pdf)
|
 |
 |