www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nûçeyan rûpela destpêkê

10.12.2002

Di Pêncîûçar saliya belgeya mafê mirovan de

Reşoyê Pîrê - Efrîn

Ji dema maf û azadiyên mirovan ketine destê civakê û ji bo maf û kesîtiyên xwe biparêzin, jiyaneke bêtirs, azad û wekheviyê pêk bînin, xebat û têkoşîna xwe berdewam kirine. Di bin bandora xebat û têkoşîna mirovan de, guhartin û destkeftiyên curecur derketin holê. Ew ji maf û azadiyên bingehîn re bûne stûn. Yekemîn serkeftin ji maf û azadiyên mirovan re, belgeya mafên mirov û hemwelatî , ya şoreşa gelê firansî, di sala 1789an de bû.

Di şerê cîhanê yê diwemîn de maf, azadî û rûmeta mirovan hatin perçiqandin û bi melyonan kuştî û birîndar ketin. Ji encama wî şerî, Komeleya Neteweyên Yekgirtî (NY) ava bû. Wê jî girîngiyek taybet da maf û azadiyên mirovan.

Di 10.12.1948an de, ji aliyê NY ve belgeya navnetewî ya mafê mirovan hate biryar kirin. Di destpêka belgeyê de weha hatibû: ”Hemî mirov azad û di rûmet û mafên xwe de wekhev ji dayik bûne. Divê hemî maf û azadiyên ku di vê belgeyê de, bê ti cudahî di destê wan de bin”.

NY du peymanên din, yek di 03.12.1976an de bi navê ”Peymana mafên aborî, civakî û çandî”, ya din di 23ê avdara 1976an de, bi navê “Peymana mafên siyasî û bajarvanî”, pejirandin. Bêguman, bi xebat û têkoşîna gelên ji bin destên kolonyal rizgar bûne û di NY de bûne endam, ev herdu peyman hatin pejirandin û yekem car mafên çarenûsî yên gelan destnîşan kirin. Lewre, zana û hozanên zagonî yên navnetewî ev herdu peyman û belgeya NY wek jêderke tevahî ji mafên mirovan re destnîşnan kirin. Ji bilî van NY pir peyman in din ên bi mafine taybet girêdayî, pejirandin.

Bi derçûna peyman û belgeyên navnetwî re, dewletên Awropa Rojava belgeyeke taybet ( ji xwe re) bi navê ”Maf û azadiyên bingehîn yên mirovan” di sala 1950an de destnîşan kirin û ji sala 1953an ve wek jêdereke fermî ji maf û azadiyên gelên xwe re pejirandin û ta nuha bi dil û can bi kar tînin. Delwtên Emerîka Latîn jî di sala 1969an de peymaneke bi navê ”Lihevkirina emerîkî ya mafên mirovan” pejirandin û ji sala 1978an ve bi kar tînin. Dewletên efrîqî jî pyemaneke bi navê ”Mafên mirov û gelan” di kongireyê Neyrobî de di sala 1981an de pejirandin û ji sala 1986an ve bi kar tînin.
Lê gava mirov lêgerekê di xorcika dewletên Ereban de bike, dê ti peyman û belgeyan ji mafê mirovan re nebîne. Ango dewletên ereb ti lihevkirin mîna yên Awropa, Emerîka û Efrîqiya nepejirandine. Ji ber –li gorî nêrînên serdestan- ti pêdiviyên gelên Ereb bi peyman û belgeyên mafên mirovan tunene!! Vêca pirsa herî girîng û pêwîst ew e: Ka piştî 54 salan ji derçûna belgeya mafê mirovan re, rewşa maf û azadiyên mirov li seranserî cîhanê û bi taybetî li welatê me Sûriyê di çi rweşê (deraqê) de ye?
Bêguman rewşa maf û azadiyên mirovan li seranserî cîhanê bi şêweyên curecur kelem li pêş têne çandin, bincilkirin û perçiqandin.
Gava Sûriyê di bin lepên Firensa de bû, miletê me tev bi dil û can berxwedanek bêhepa ji bo rizgariyê kir. Piştî rizgarbûnê destlata Sûriyê di bin perda serxwebûnê de maf û azadiyên mirovan bincil kirin, û di yekîtiya Misir û Sûriyê de, mafên mirovan perçiqandin. Piştî hilweşandina yekîtiyê, destlata nû ji bo parastina berjewendiyên xwe ”zagona El-Tewar” derxistin holê. Zagona herî bi tirs û xwedî hukarî û bandora xwe li gelê Sûryî kirî bû ya ku serokê komara Sûriyê Nazim Qudsî di 22-12-1962 an de derxistibû. Û di wergêra Partiya Be’s a di 23-2-1963an de li gorî biryara komîta niştimanî ya navenda şoreşê ( hejmar 2) ya di 8-3-1963an de ku ji rewşa “El-Tewar” re erêkirî û ta nuha ev rewş berdewam e. Bi bikaranîna zagona “El-Tewar” re zagona normal ji ber hev şelî û bincil bû. Destên peyên parastinî dirêj bûn, tirseke mezin xistin dilê gel, rûmet, maf û azadiyên mirovan ketin bin biveke mezin de. Lewre, berê bi hezaran siyasî, rewşenbîr, demoqrat karker, welathêz dane dûriyê, ji bilî yên ku hatin zindan kirin, ta giha pileyekê ku welat bûye zindaneke mezin.
Bêguman hukarî û ziyana zagona “El-Tewar” ji hemî gelê Sûriyê re ye. Lê mixabin desthilata Sûriyê ji bo pişaftin, herfandin û tunekirina gelê kurd ji bilî vê zagonê , zagon ine din bi ser de anîn:
Zagona Serjimara awarte (El-Ihsa El-Istisnaî) (hejmar 93 a di 23-8-1962an de) ya ku serokê komara Sûriyê Nazim Qudsî derxistî û di 05–10–1962an de li parêzgeha Hisiça (Hesekê) di şeveke tarî de bi kara nîne. Ji encama wê bêtirî 120 hezar kurd bi sibê re bê nasname kirin. Di cîwarê bav û kalan de bûne „ecnebî“ (biyanî).
- Kembera Erebî (El-Hîzam El-Erebî) ya li seranserî sînorê parêzgeha Hisiça (Hesekê) bi Tirkiyê re. Encama wê bicihkirina Erebên Xemir yên ku ji derdora parêzgeha Helebê û Reqayê hatin rakirin û di zeviyên Kurdan de bi cih kirin, û Kurd ji zeviyên bav û kalan bêpar kirin. Ev rweş li seranserî dewletên cîhanê tune ye, tenê li ba dewleta Sûriyê tête dîtin û ta niha berdewam e, tevî tersî hemî peyman û belgeyên navnetewî yên desthilatên Sûriyê li ser morkirine, û di destûr û zagona Sûriyê de ne.
Belê, piştî ku 54 salan di ser derçûna belgeya navnetewî re dibore, hîn miletê kurd di nav lepên rejîma Sûriyê de dinale, hîn ji elfabeya mafên mirovan bêpar e. Lê di baweriya me de, weke bav û kalan gotine “ti dar serê xwe gihane ezmana tune ye”, rewşa tunekiriin û bincilkirina mafên mirovahî û gelan êdî nikare berdewam bike. Berxwedana li hember zordestî û sitemkariyê her ku diçe xurtir dibe, xebata berevanên maf û azadiyên mirovan li seranserî cîhanê û welatê me bilnd, gol û hewş ve dide.

05.12. 2002
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]