 |
 |
16.07.2003 - 13:40
Li Şamê 52 saliya koçkirina Mîr Celadt Alî Bedirxan hate bi bîr anîn

Mîr Celadt Alî Bedirxan
|
Rustem Hemze - Şam
rustem@amude.com
ŞAM (amude.com) - Doh, 52 sal li ser koçkirina mîrê me yê zindî Cealdet Alî Bedirxan
re derbas bûn. Bi vê helkeftinê, li Taxa Kurdan li bajarê Şamê çalakiyek hate li dar xistin.
Di se’et 7:30ê êvarî de, komek ji nivîser, rewşenbîr, siyasetmedar û xelkên kurd li Şamê digel hin mêvanên bajarê Şamê serdana gora Mîr Celadet Alî û bapîrê wî Mîr Bedrixanê mezin li goristana Şêx Xalidê Neqşebendî kirin.
Ew serdan bi qefdên kulîlkan û vêxistina mûman hate xemilandin. Lê xeml û rewşa wê serdanê her û her Mîrê me yê zindî bû; bi giyanê xwe yê dilovan, û serpêhatiyên xwe, yên ko di bîr meriv de diherikîn, bi hemû nivîsên xwe li ber me bû, û di nav me de amade bû.
Li ser gorê gelek wêne hatin kişandin, û du gotin ji alîyê Şêx Birmice, û mêvanê vê mehê yê “Şevbuhêrkên Çanda Kurdî”, nivîserê hêja Konê Reş, ê ko ji bo vejandina vê şevê ji Qamişloyê hatibû Şamê, hatinin xwendin.
Piştî ko serdan bi dawî hat, beşdaran di xaniyekî de li Taxa Kurdan civiyan, û nivîserê hêja Konê Reş simînara xwe pêşkêş kir. Simînara wî li ser ked û berxwedanên Mîr Bedirxanê bê hempa bû. Konê Reş li ser van her sê mijaran rawestiya:
- Mîr Celadet Alî Bedirxan di navbera polîtîk û rojnamevaniyê de
- Nirxandinek kurt li dor Mîr Celadet Alî Bedirxan
- Ala Kurdan di navbera Bedirxanî û Berzaniyan de.
Piştî simînarê, sohbetek li ser berxwedana Mîr di navbera nivîser Konê Reş û beşdaran de geriya. Kesê ko tevlî vê suhbetê bûn, ev bûn: Diya Ciwan, Bavê Azad, Hoşeng Osê, Selah Berwarî, Kemal ji Silêmaniyê, Mîdas Azîzî û Bavê Comerd. Birêveberiya şevbuhêrkê ji aliyê min (Rustem Hemze) hate kirin.
Mêvanên ko ji bilî nivîserê me Konê Reş ji derveyî Şamê beşdarî vê çalakiyê bûbûn, ev bûn: Selah Berwarî û Kemal (du rojnamevanên kurd ji Başûrê Kurdistanê), Daryos Darî û Majida Darî ji Amûdê, ronakbîrên kurd Izidî Alî Mele û Gurgîn Hesen Hişiyar, û piçûktirîn beşdaran neviya nivîserê navdar Osman Sebrî Sulav bû (temenê Sulav 13 roj e).
Gelek birûsk û name ji rewşenbîrên kurd ji bo vê çalakiyê hatibûn şandin: Hisên Ehmed (nivîser), Rezoyê Osê (nivîser û rexnevan), Dildarê Mîdî (helbestvan), Ferhadê Içmo (helbestvan), Bêwar Ibrahîm (helbestvan), Bavê Nazê (romannivîs), Sîrwan Hecî Berko (berpirsiyarê Malpera Amûdê).
 Konê Reş
|
Konê Reş di çend rêzan de:
Konê Reş nivîser, helbestvan û lêkolînerekî kurd e. Konê Reş di nav medyaya kurdî de mîna pisporekî dîrokî yê keleporê malbata Bedirxaniyan de û bi taybetî Mîr Celadet Alî Bedirxan hatiye nas kirin.
Konê Reş li sala 1953an li gundê Doda, di orta Amûdê û Qamişloyê de, ji dayik bûye, û xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe, û ya navendî û ta Bakaloriya li Qamişloyê bi dawî anîne. Piştre ji bo xwendinê berê xwe da Elmaniyayê, lê ji ber sedemin aborî ne karîbû xwendina xwe li wê derê bidomîne, û wiha neçar ma û şûnde vegeriya welêt.
Konê Reş, yek ji wan serekeyên nifşê, ko li pey nifşê Cegerxwîn, Osman Sebrî û Qedrî Can bû, ji yên ko bi kurdî nivîsandin. Nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyan, li hundir û derveyî Kurdistanê, de belav bûne.
Ji bilî nivîsên wî li ser rûpelên kovar û rojnameyan, û berpirsiyariya wî ji kovara Gurzek Gul re, Konê Reş di navbera salên 1989-1992 de, xwedan berhemên têvel in, û ji wan em van ên li jêr bi nav dikin:
- Serpêhatîyên Mîran, 1991
- Sîpan û Jînê, helebestên zarokan 1993
- Şagirtê Bedir-Xan im, helbestên zarokan 1996
- Osman Sebrî (1905-1993), jînengerî 1997
- Welato!, helbest 1998
- Dergehê jîn û evînê, helebest 2000
- Mîr Celadet Bedirxan (Jiyan û Ramanên wî) (1992 bi zimanê erebî û 1997 bi kurdî li Stockholmê)
- Serhildana Sasun (1925-1936), bi zimanê erebî 1995
- Komela Xoybûn û Şoreşa Ararat 1930 (bi erebî, 2000 Hewlêr)
|
 |
 |