22.01.2002 - 02:25
Demokrasî, aştîxwazî, mirohezî û helwestên kurdistanî di raman
û gotinên Pêşewa Qazî Mihemed da
Kakşar Oremar - Düsseldorf
navdarenkurd@hotmail.com

Kakşar Oremar
|
Di dîroka siyasî-civakiya hemû netewên cîhanê de, serok û rêber di hemû waran de him dikarin rolên baş (pozîtîv) û him jî rolên neqenc (nigatîv) bilîzin. Di vî warî de bi taybetî xebat û helwesta siyasî ji aliyê serokê şoreşekê ve di deravên teng û tejî asteng de dikare serxwebûna netewek dabîn bike. Bo nimûne: Ger fîdakarî û dûrbîniyên Mihatma Gandî nebûna, dê gelek salên dûr û dirêj gelê Hindistanê di bin mêtîngeriya Inglîzan de jiyanek bêqeder û tejî sivkatî derbas bikira. Wî ta dawiyê awayê jiyanek bêgirêdan bi hêzên dagirker re bi serbilindî ji xwe re hilbijart û ticarî xwe ji gelê xwe yê hejar dûr nexist. Mihatma Gandî bi gel re jiya û di nava wan de jî şehîd bû. Ji bona wê jî bîr û ramanê Mehatma Gandî hê jî mîna ayetên Qûranê di nava hizr û xwîna hemû netewên azadîxwaz de, xwedî rûmeteke bilind in. Gandî ji nifşên piştî xwe re jî bû rêberekî nimûne û cîhana azadîxwazan ticarî nikare wî ji bîr bike.
Di nava Kurdan de jî rêberên canfîda hene ku heta rijandina dilopa xwîna xwe ya dawiyê qedera xwe ji ya gelê xwe cuda nekirin, çend kes hene ku pêwîste qet neyên ji bîrkirin.
Netewa kurd pêwîste bi pêşewayê xwe Qazî Mihemedê şehîd serbilind be ku ji ber bîr û ramanên xwe yên demokratîk û azadîxwaziyê bi navê Mehatma Gandiyê Rojhilata Navîn hatiye bi nav kirin. Ew bi hemû awayan qet ji gel û civaka xwe dûr neket, ji wan re xebitî û bi serfirazî canê xwe jî di rêya xweziyên netewa kurd de fîda kir.
Di van 20 salên dawiyê de ku rejîma 2500 saliya Padişahî li Îranê hilweşiya, di arşîvên 70 salên bûyerên bihûrî yên Îranê de derheqa Kurdan de jî gelek belge û dokoment derketin. Parek ji wan belgeyan jî di derbarê komara Kurdistanê de ne ku di sala 1946an de li Rojhilatê Kurdistanê di bin serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed de pêkhat.
Çend sal berî pêkhatina dewleta kurdî û di salek çaxê desthilatdariya serokkomar Qazî Mihemed de gelek nivîskar, siyasetmedar û rojnamevanên îranî û biyanî hatibûn herêma Kurdistanê û ji nêz ve bi serokkomar û karbidestên din ên dewleta Kurdan re hevdîtin û hevpeyvîn pêk anîbûn.
Armanca min ji vê nivîsê ew e ku bi xwendevanan bidim selmandin ku serokê kurd Pêşewa Qazî Mihemed di hemû hevdîtin û gotûbêjên rojnamegerî de bi cesaretek mezin daxwazên gelê xwe yê xwedî mafê wekheviyê mîna gelên serdest (Tirk, Ereb, Faris) tîne ser ziman. Herwiha ew ji hemû gelên bindest re azadî û ji Kurdan re jî di çarçova Îraneke demokratîk de diyarkirina qedera siyasî dawa dike.
Bêtir ji hemû rojnameyan, rojnama " Kurdistan " ku ji serdema komara Kurdistan ta roja îro mîna organ an jî belavkera ramanên Hizbî Demokratî Kurdistan, hatiye weşandin û hê jî ji aliyê vê bizava kurdistanî ve tê belav kirin, ramanên Pêşewa yên azadîxwaziyê dane xuya kirin. Di etmosfêrê coxrafiyek biçûk da ku dewletek demokratîk hatibû damezirandin, fikir û hizrên azadîxwaziyê dilê mêtîgeran ê tirsonek û lerzok dilerzand. Sedem jî ew bû ku ramanên azadîperestiyê li dijî berjewendiyên wan kedxwaran bûn ku ji gelên bêmaf û hejra re ti rûmet nedigirtin. Ji bîr neken ku ramanên wiha paqij û bihagiran di Kurdistana 60 sal berî niha de text û payê şahên xulamok lerizandin. Şahên ku bi hevkariya hêzên biyanî ji pileya serleşkeriyê di şevekê de, rêya sed salan pîvan û bûn Şahenşahên xwedî tac û text!!
Pêşewa û daxzawa yekgirtinê bi hêzên azadîxwaz re
Di telegrafekê de ku rojnama Kurdistan, hejmara 85 li Siptambra 1946an de, weşandiye, Pêşewa Qazî Mihemed ji serokên partiyên azadîxwaz li Îranê wiha daxwaza hevgirtinê dike:
"Tehran_ Birêz Qewam (El-Seltene) serokê Hizba Dêmokrata Îranê, birêz Dr. Kişawerz serokê Hizba Todeya Îranê, birêz Salih serokê Hizba Îran, Tebrêz_ Birêz Pîşewerî serokê Firqa Dêmokrata Azerbayican, Tehran_ Birêz Padgan berdevkê bilindê Firqeya Dêmokrata Azerbayican:
Birêz û hurmet ve Hizba Dêmokrata Kurdistanê amadebûna xwe ji bo hevgirtinê di gel partiyên azadîxwaz (Dêmokrata Îran, Todeya Îran, Dêmokrata Azerbayican, Hizba Îranê) radigehîne û ez vê hevgirtinê bi sedema bextewerî û mezinbûna miletê Îranê dizanim û ji bona wê jî birêz Sedrî Qazî ji aliyê Hizba Dêmokrata Kurdistanê ve ji bo gotûbêjên pêwîst û îmzakirina îtilafname (nameya hevgirtinê) mîna nunerê xwe didim nasandin.
Serokê Hizba Dêmokrata Kurdistan_ Mihemed Qazî ".
Ev tilgirafa kurt, bi naveroka xwe ya tejî evîna biratiya ji bo hemû gelên Îranê, ji me re dide xuya kirin ku serokê kurd Qazî Mihemed ne tenê ji bo gelê kurd, belkî ji bo hemû netewên di nava sînorên Îranê de di bin siya hevgirtinek bihêz da, dawa wekhevî û bexteweriyê dike. Li gor ramanên wî, tenê yekîtî dikare eniyeke bihêz li hemberî hêzên mêtînger pêkbîne.
Gelo mirov dikare bipirse: Ger tenê Cefer Pîşewerî bi daxwazek paqij bersiva vê xwesteka dîrokî ya Pêşewa bida, dê dîsan jî qedera her du komarên Kurdistan û Azerbayicanê wiha bi dawî bibûya?
Hevpeyvîna rojnameya Rehber bi Pêşewa ra li Tehran
Dema ku Pêşewa Qazî Mihemed ji bo hevdîtinan bi dewleta navendiya Îranê re diçe Tehranê, Qorêyşî rojnamevankî rojnama bi navê "Rehber" diçe dîtina wî û wiha dinivîse:
" Cenabê Qazî Mihemed qutik û şelwarekî sade di ber da bû û gelek şermok(mehcub) bi wîqar û bi ûbohet dihat dîtin, çend kesên xwedî nav û gir-girên kurd ku di wê rûniştinê da amadebûn, hurmeteke pir zêde ji serokê Hizbî Dêmokratî Kurdistan re digirtin. Cenabê Qazî piştî ku ji daxwaza me ya ji bo hevpeyvînê ji aliyê Rehber ve agehdar bûn, pir bi razîbûn û daxwaza xwe amadebûn ku bersiva pirsyarên me bidin. Bersivên wî kurt û kin, vekirî û ji rûyê îman (bawerî) û hemû hêza dilê wî ve bûn.
Pirs: Herêm û sînorê niha yê xebata Hizbî Dêmokratî Kurdistan ta ku diçe?
Bersiv: Herêma li jêr desthilatdariya partiyekê da ku di nava civakeke gelek zêde û berfireh da belav bûye, zehmete bê xuyanî kirin. Lê xebata me rasterast Kurdên derdora Mako, Şapoor, Xoy, Rizayiye, Şino, Sindus, Seqiz û Serdeşt ku nêzî heftsed-heştsed hizar kesin, şehrezayî û rêbertiyê jê re dike.
Pirs: Hinek behsa pêşî (sabiqe) û dîroka doza xwe biken.
Bersiv: Hizba Dêmokrta Kurdistan destpêka xwe ji zulm û nerazîbûna berê û kevin ve ye, herçend pêşîna (sabiqa) wê pire, lê ji neh mehan û pêve dest bi kar û xebata piratîkê kiriye ( Komîta Hizbê li Mihabadê ye). Destpêkirina çalakiyên partiya me, anîna reaksyona zêde ye bo ser dewletên paşverû ku berî dewleta niha li ser kar bûn û dixwestin bi hemû hêzên alîgirên azadî û serxwebûna Îranê re dijayetiyê bikin.
Pirs: çi kar û xebat ta niha li wê herêm û cihê we hatine kirin?
Bersiv: Karekî herî mezin ku bizava me li herêma di bin desthilatdariya xwe de kiriye, çêkirina ruhek bi semîmyet û yekîtiyek bênimûne ye di navbera çend sedhizar kes birayên we yên Îranî da.
Asayiş û aramiya ku di wê herêmê da hene, qet nebûne û gelê me ji aliyê xwe ve di çêkirin û destvekirinek bi şeref da li (parastian) heysiyeta miletê Îranê gelek şakar kiriye. Di gel ew çax û dema kurt û kêm da û nebûna amrazên çêkirina rêyan, damezirandina xwîndingehan, damezirandina weşanxane (çapxane) û belavkirina rojname û kovar û terbiyetkirina siyasî û leşkirî. Civatek pir ji Kurdên hevwelatiyên we, ber bi pêşkeftinê ve meşiyane.
Pirs: Haya te ji Kurdên Başûr1 ku rasterast di bin desthilatdariya we ya meinewî de nîne, heye?
Bersiv: Li wan deveran pêşiya hemû cureyan pêşkeftinên dêmokratîk hatiye girtin. Lê em dizanîn ku li hemû cihan hemû Kurdên ku zor û zulm li wan tê kirin û hemû evîndarên azadiyê, alîgirên bizav û şoreşa me ya pêşverû ne.
Pirs: Rewşa niha ya Kurdên cîhanê ji me re şirove bike.
Bersiv: Ji xeynî Kurdên rûniştivan li Îranê, nêzî du miliyon û niv (2500000) li Tirkiya (Kurdistana Bakur) dijîn. Ji şêweya bizav û reftara niha ya dewleta Tirkiyê nisbet bi Kurdên rûniştî li wira, ti agahiyên min tune ne. Lê beriya vê ew (Kurd) dikuştin û ji wan re azar û nerihetî çêdikirin. Û ev jî ku dewleta Tirkiya îdia dike ku pirsgirêka kurdî li wî welatî da çareser kiriye" ji aliyê min ve nayê pejirandin (ez qebûl nakim). Meger ku li ba me wa be ku ew çareserkirine bi awayê bikaranîna zexteke giran û di sekinandina xweziyên wan yên netewî da çêbibe... Ji xeynî wê jî nêzî milyonek û dused hizar Kurdên din jî li Îraqê dijîn. Kiryar û bizava dewleta Îraqê jî di gel wan de, ji reva bi komel (kom) a Kurdên Îraqê ber bi herêm û navçeyên di bin desthilatdariya bizava me ya dêmokratîk da, eşkera dibe û derdikeve. Lê divê bêjim ku dewleta Firansê di gel heftsedhizar Kurdên ku li Sûriya dijîn, baş bûye.2
Pirs: çi pêwendiyek meinewî di navbera bizava Kurdistan û Azerbayicanê de heye?
Bersiv: Em herdu alî ji bo armancekê ku azadî û serxwebûna rastîn û heqîqiya Îranê ye, dixebitîn.
Pirs: Dibe (mûmkine) me ji hevdîtinên Tehran û ji naveroka wan ya giştî agehdar bikî?
Bersiv: Min çend rûniştin bi rêzdar Muzefer Fîroz berdevkê siyasî yê birêz Qewam
El-Seltene serokwezîr û birêz serleşkir Rezimara re û du car bi cenabê serokwezîr re min hevdîtin çêkiriye. Min dîtina birêz serokwezîr gelek bi başî û niyetek paqij dîtiye. Mixabin astengiya ku gotûbêja me paş xist, nexweşiya cenbê Qewam El-Seltene bû. Ji Xwedê daxwazkarim ku zûtir çêbibe ta ku hevdîtin bi xêr û xweşî û li ser qazancê azadiyê bi dawî bên.
Pirs: Aya di vê navê de çawaniya helwest û reftara paşverûyan nayê ber çav û pêwîstî bi şiyarbûnê tuneye?
Bersiv: Dema ku îradeya gel û dewletekê di karekî durist û baş da bikeve ser rê, ti tiştek nikare pêşyê jê bigire. Ez paşerojek gelek baş pêşbînî dikim û hîvîdarim dewleta navendî bikare dêmokrasiyê di nava hemû Îranê de belav bike.
Pirs: Xebata demokratîk a Kurdistanê ta çi pîvanekê hevkariya demokrasiyê ji bo paşeroja Îranê dide?
Bersiv: Doza me ji azadîxwazên Tehranê ve îlhama xwe bi dest xist. Helbestvanekî me yê milî û binavûdeng heye bi navê Hejar ku qesîdeyeke wî jî di rojnameya Rehber da hatibû weşandin. Di vê qesîdê da wî gotiye "Ême be şimşîr ewan be qelem"3. Ez vê axiftinê wiha beyan dikim ku pênûsê we li Tehranê karê sed şemşîrên me li herêma me de kir. Netewa me bi piranî bi dil di gel şoreşa azadîxwaza Îranê de ye. Rojnameyên azadîxwaz li Tehranê bi şaşî dixwînin û tif û leinetan li rojnameya paşverû û kevneperest diken.
Pirs: Di van mehên dawiyê de di navbera dewleta navendî û bizava Kurdistanê de astengek wiha hebû ku nehêle her du alî ji hev nêzîk bibin û rêk bikevin an ne?
Bersiv: Beriya dewleta rêzdar Qewam El-Seltene ev cure astengane pir bûn. Lê piştî wê ku ev dewlet hat ser kar, dewleta navendî hewil û têkoşan ji bo pêkhatin û aştiyê dan.
Pirs: çima Firansî gelek eleqê li hemberî pirsgirêka kurd nîşan didin û aya ev xeberê peyamhinêrê firansî yê ku li ser zimanê te gotiye " Em her çi dema ku keyfa me bixwaze, dikarin Kirmaşanê bêxîn jêr destê xwe" raste an ne?
Bersiv: Ez di wê baweriyê de me ku Firansiyan di gel Kurdan de xwedî dîtinek xirab nînin. Li Sûriyê bi qasî ku ji destê wan hatibe, hevkariya Kurdan kirine. Li ser xeberekî peyamhinêrê Firansa ku ji zimanê min ve gotiye, hewil ewe ku ev gotin bi dema niha ve ku em alîgirê vê hindê ne pirsgirêk bi awayekî aştiyane çareser bibe, girêdayî nîne. Ya du-duyan jî ev e ku armanc di destgirtinek takankerane û impiryalîstî nebûye, belkî niyet azadkirina parek li hevwelatî û hevkariyek zêdetir ji bo azadiya hemû Îranê bûye û dîsan jî dibêjim ku dewleta niha dîtinên wiha ku yên çaxê dewletên paşverûyên berêne, ji nav dibe.4
Pêşewa weke ku ji hevpeyvîna wî ya bi rojnama Rehber re tê xuya kirin, mirovekî bi cesaret û netirs bûye. Li Tehranê bi hebûna hemû metirsiyan dîtinên xwe eşkere dike û hertim jî alîgirê pêkhatineke bêşer û xwînrijandin e. Haya wî ji rewşa siyasî ya herêma wî, Îran û cîhanê heye. Ew baş dizane ku dagirkerên welatê wî tev paşverû û desthilatdarên bêmenitiq in ku karê herî hêsan ji wan re kuştin, talankirin û wêrankirina Kurdistanê ye.
Bi xwebawerî, Riha bilinda Berxwedanê û Dîroka Serhildanên Kurdistanê di axftinên Pêşewa da:
Him di çaxê serokkomariyê da, him berî wê û him jî di çaxê mehkemekirinê da, Qazî Mihemed li gor gotina dost û dijiminan mirovekî aram, zana, siyasetmedar û ji hemû tiştekî girîngtir mirovekî netirs û pir bi cesaret bû ku ti caran nehiştiye dagirkerên welatê wî netewa kurd tehqîr bikin an jî di girantirîn mercên mehkemekirinê de di rêya wî de sivkatiyê bi gelê kurd bikin. Li ser van taybetmendiyên wî yên girîng, dayika kurd Mîna Qazî gelek xalên girîng bi bîra me tîne ku di hevpeyvîna min a dirêj pê re hatine weşandin.
Rojnama Kurdistyan di hejmara xwe ya 47an de behsa wê rojê dike ku hezretê Pêşewa û nemir Hacî Seyîd Baba Şêx ji paytexta komara Azerbayicanê (Tebrêz) vegeriyabûn Mihabadê û di salona encûmena çandiya berpirsyarên Hizbî Dêmokratî da ji wan re wiha axiviye:
" Dujminên Kurda wisa belav dikirin ku ji dewleta Kurdistanê re esas û bingehek tuneye û bi çûyîna hêza sor têk diçe. Derewbûna vê îdiayê û van gotinên vala û pûç zû bi cih hat û Kurda zû îmtihana xwe dan. Di van çend rojan da ku artêşa sor axa Îranê terikand, sed caran zêdetir ji berê Kurd ketine liv û lebatê û bi hizaran kesên canfîda li sînorê Kurdistanê amade ne ku ta dilopa xwîna xwe ya dawiyê jî di rêya Kurdistanê da birêjin. Êca divê vê carê ew dijimin çi bêjin!? Divê ji wan re eşkera bibe ku ger zû mafê Kurda neden, emê dê bi zora silahê mafê xwe bistînin. Lê tenê rawestana me di vê rojê de ji bo wê hindê ye ku mafê me bê gêre (problêm) û bi awayê aştiyane bê dayîn û em hez nakin ku dubare di cîhanê de agirê şer pêxîn. Îro ne tenê hesan e ku Kurd dikare mafê xwe ji Îranê bistîne, belkî dikare mafê xwe ji dinyayê jî bistîne.
Herçend pêwîst nake ku ez behsa fîdakariya netewa kurd di dinê bikim, çimkî cihê înkarkirina dost û neyaran nîn e. Xîret, mêranî û canbaziyên vî netewê necîb di cîhanê de hatine selmandin. Di şerê berê da Şêx Seîd û Şêx Ebdulqadir ên ku çend salan ji bo bidestxistina serxwebûnê bi Tirkan re şer kirin, ger destê kedxwaran (mêtîngeran) hevkariya Tirkan nekira, Kurdan dê mafê xwe yê meşirû bi dest dixist.
Dîsa şerê Barzan ê teze (nû), ger destê mêtîngeran hevkarî nedaba Îraqê, hêza Barzan dê bi hesanî pîroz bibûya û digehişt xweziya xwe ku serxwebûna Kurdistanê ye.
Herwiha serhildana Simaîl Axa (Simkoyê Şikak), ger dîsa destê mêtîngeran hevkariya Îranê nekira, hêza Îranê nedikarî li hemberî Simaîl Axa li berxwe bide. Simaîl Axa digot: " Ger tenê bi min re eşîreta Celaliya hebe, ezê pir bi hêsanî bikarim leşkerê Îranê têkbişkînim û netewa kurd rizgar bikim".
Di halekî da ku îro yekitiya Kurd ji Celaliyan ra ta Şikak û Herkî û Zerza, Mameş, Mengur û Pîran û hemû eşîretên derdora Mihabadê, pêhatiye û êla qehremana Barzanî jî bi mere ne û Kurdên başûr li Kirmaşan û Sine jî û di dawiyê da hemû hêzên Kurdewarî piştîvanên mene, bi merene û bi mere yekdengin. Aya bi vî awayî em çawa li dijî dujiminên xwe pîroz nabin!?.
Îro dewleta miliya Kurdistanê pir bi hêze û ta berî çend roj pêşiya vê ku leşkerê Sor li Îranê bû, meimorên Îranî dihatin di nava me de birayê me digirtin, lê me nedikarî bêjin çima digirî û li ser çi suçekê davêjî girtîgehê. Lê berevajî wê rojê, niha berdevkê Kurd li Tehran bi serbestî îdiaya azadiya Kurdan dike û hîvîdarim êdî dinya ji vê zêdetir çavên xwe negire û mafê me bidene destê me bixwe û ji ber wê hindê ku em hez nakin şer bikin û birayên Îranî ku bi zorê û ji rûyê neçariyê anîne li hemberî me ragirtine, bikujîn. Niha me berdevkê xwe şandiye Tehranê daku bêşer mafê me bidene destê me bixwe û pêwîste vê yekê bizanin ku îro yekîtiya Kurd bi netewa necîb û fîdakarê Azerbayicanê re pir bi hêze û wê dema ku ez li Tewrêzê bûm, em li hemû kar û barê hev agehdar bûn û ti cudahiyek di navbera me de tuneye. Ew qet razî nebûn ku ez vegerim û amadene mîna me ku me xwe ji bo fîdakirina di rêya wan de amade kiriye, ew jî wiha ji mere amadene û em her du(komar) mijûlî damezrandina azadiyê li hemû Îranê ne. Lê ji ber hinek axfitinan ku min bihîstibûn û yek jî ji bo bi xêrhatina wan birayên ku ji rêya dûr ra ji bo fîdakarî û giyanbaziyê amade bûn û hatine, vegerîm. Hîvîdarim ku bi hevkariya Xwedê û fîdakariya eşîret û xurtên Kurd di demeke zû de ala sêrenga Kurdistanê li seranserî Kurdistan û heta li hemû Îranê biheje."5
Pêşewa evîndarê pêşkeftina civakî, aborî û şaristaniyetê ye
Şehîdê rêya demokrasiya gelên Rojhilata Navîn, di wan rojên zêrîn û dîrokî da di gelek hevdîtinên siyasî, merasimên taybetî, mêtîng, hevpeyvînên rojnamevanî û radyoyî da axiviye. Di hemû hevdîtinan de ew bi bîra karbidestên Îranê tîne ku divê ew li gor zagûna xwe ya bingehîn mafê gelê Kurd di hemû qadên siyasî, çandî û civakî de bidinê. Ew evîndarê wekheviya jiyanê ji hemû netewan re ye. Ew bi îsrar dixwaze ku girîngiya yekgirtina her du netewên Kurd û Azerî bi herkesî bide famkirin. Li ser bihêz kirina çand û bilindkirina pileya xwîndinê di nava Kurdan de, Pêşewa hertim mafekî wekhev ji keç û xurtan re dixwaze. Ji bona wê jî Mihabad bibû navenda geşkirina kultur û çanda kurdî û ji her çar perçên Kurdistanê, azadîxwaz û ronakbîrên Kurd xwe digihandin wê qiblegeha muqedes.
Pêşewa li ser dîroka Kurdistanê baş şehrezaye. Ew dizane ku dused sale Kurd ji bo serxwebûna welatê xwe şer dikin. Ji bona wê jî di gelek axftinên xwe de ku li pêşberî gel kirine, behsa mîrekdarên Erdelan, Biradost, Bitlîs, Soran, Amêdî, Baban û Botanê dike. Ew bi dûr û dirêjî li ser dîroka serhildanên Agirî, Kela Dimdim, Cizîra Botan, Amed (Diyarbekir), Pîran, Urmiye, Dêrsim, Barzan, Silêmanî û ...hwd disekine û keda mêrxasên mîna Şêx Ûbeydulah, Şêx Seîdê Pîran, Simkoyê Şikak û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîra gel tîne.
Ew ji Kurdan dawa dike ku ji derfetên dîrokî bi awayê herî baş mifayê bistînin û serxwebûn û azadiya xwe bi dest bêxin. Pêşewa bi bîra me tîne ku pêwîste netewek azadîxwaz bi dem û çaxê ku têdaye, ber bi pêşve bimeşe, ger ne wisa be yê neçar be hertim barê bindestiyê bikişîne.
Pêşewa li ser bilindkirina rewşa aboriya welat jî pir disekine, lê ji gel dawa dike ku ji bo dirav(pere) û malê dinê, Kurd û Kurdistanê nefiroşin û xiyanetê li doza bav û kalên xwe neken. çareser kirina pirsgirêkên çandî(ferhengî), çandinî û duristkirina fabrîk û karxaneyên berhem anînê, çend xalên girîng bûn ku Pêşewa li ber bû di Kurdistanê de cî bi cî bike. Ji bona wê jî di roja destpêkirina karê radyoya Kurdistan li Mihabadê di axftineke xwe ya radyoyî da bi germî wiha dibêje:
" Birayên xoştivî: Ji bo damezrandina destgeha radyoyê û vê serkeftina ku we bi dest xistiye, ez we pîroz dikim. çimkî ez di çaxê vekirina destgehê radyoyê de li vir nebûm, niha hisên xwe ji ber vê pêşkeftina wa, didim diyarkirin. Hîvîdarim ku ji vir û pêda roj bi roj em bikarîbin di kar û kiryarên bajarvaniyê(medenî) da, pêş bikevîn.
Ji her tiştekî baştir û bêtir bo me, ewe ku em bikarîbin gotina xwe bigehînin guhê dinyayê û hûn tesdîq dikin ku hemû tiştek hêdî-hêdî pêş dikeve. Dîsan em dikarîn bi rêya vî destgehî(radyoyê) dersên exlaqî, cotyarî û... ji birayên xwe yên hêja re bibêjin û di paşerojê de bernameyek baş ji bo radyoya xwe bidin xuyanîkirin. Vê hindê jî bizanin ku me birêz Mihemed Husên Xanî Seyfî Qazî û Sedrî Qazî mîna berdevkên dewleta Kurdistan di gel berdevkên Azerbayicanê, şandine Tehranê û hevpeyvîn berdewamin. Heya ku ez li Tebrêzê bûm, min roj bi roj nûşe dizanîn û dibe ji bo ku ji hevdîtinan bêxeber nemînim, di van rojane da vegerim Tebrêzê, û çimkî min hinek xeber ji welatê xwe bihîstibûn û ji bo haydarbûna ji çawaniya rewşê, vegeriyam(Mihabadê).
Dewleta Kurdistanê îro gelek bi hêze. Ew kesên ku dixwazin bi neyarên Kurdan re bibine yek, Kurdistan baş dikare çara karê wan bike( Yanî bên ceza kirin), lê ez ta ku mûmkin be rêya aştiyê bernadim. Ger ti çare jî neman, dewleta Kurdistanê bi hêza xwe yê serê wan bin erd bike." 6
Pêşewa Qazî Mihemed hertim ji gel dawa dike ku duberekiyê deynin aliyekî û ji bo tiştên kêm û erzan, derfetên dîrokî ji dest neden.

Kakşar Oremar ser gora Qazî Mihemed
|
Hevalno: Di rojeke wiha dîrokî de ku 57mîn salroja damezirandina Komara Demokratîka Kurdistanê ye, werin em tev ji her çar perçeyên Kurdistanê, ji Diyarbekir, Hewlêr, Qamîşlo, Urmiye, Dihok, Efrîn, Entab, Wan, Dêrsimê, û... tirba pak û muqedesa serokkomarê xwe bi ava gulên Kurdistanê bireşînin. Ji ber ku axa wî û Mihabada qehremanperwer qublegeha azadîxwazan û dergûşa kurdayetiyê ye. Lê Kurdayetiya bi şan û şeref ku hêza wê dilê dagirker û paşverûyan dilerzîne.
Pêşewa û hemû şehîdên rêya bextewerî, azadî û serbilindiya netewa kurd û hemû netewên bindest yê hertim di dilê me de bijîn.
Elmaniya, 21.01.2003
Jêder û Têbînî:
_1. Di vir da behsa Kurdên Başûrê Rojhilatê Kurdistanê dike. Yanî Kurdên Sine, Kirmaşan, Îlam û Loristanê.
_ 2. Xuya ye ku wê demê hê dewleta Sûriyê pêk nehatibû.
_ 3. Yanî "Em bi şemşîrê û ew jî bi pênûs".
_ 4. Ev hevpeyvîn bi zimanê farisî di rojnama Rehber li Tehranê hatibû weşandin. Xebatkarekî rojnama Kurdistan gotûbêj wergerandiye ser zimanê kurdî û di hejmara 69an de hatiye belav kirin.
_ 5. 15 Meya sala 1946an, Rojnama Kurdistan hejmar 47 gotara li jêr navê" Hatinewey hezretî Pêşeway Kurdistan".
_ 6. Gotara li jêr navê:" Nutiqî Hezretî Pêşeway Kurdistan le pêş radyo", Rojnama Kurdistan hejmara 44, 6ê Meya sala 1946
|
|