www.amude.com - navenda çanda kurdî


07.07.2004 - 17:11

Hunera kurdî ciyê xwe di nav hunera cîhanî de digire


>> Zubêr Yûsiv

>> Ji peykerên hunermend

>> tabloyeke hunermend
>> emila Zubêr Yûsiv:
>> zyousiph@hotmail.com
Sîrwan Hecî Berko - WUPPERTAL (amude.com) - 113 berhemên hunerî li seranserî qiraxên çemekî xwedî dirêjahiyeke ji 133 kîlomitran. Her kîlomitrek çem berhemeke hunerî hembêz dike. Di 19ê meha borî de, projeya hunerî "Kunstfluss Wupper 2004" (çemê hunerê Wupper 2004) dest pê kir û ta 17ê vê mehê berdewam dike. Bêtirî 30 hunermendên elman ên herêma Bergisch Gladbach li Elmanyayê hunera xwe pêşkêş dikin. Amadekarên vê projeyê dibêjin, ku di cîhanê de projeyeke wilo tuneye. Armanca wan ew e, ku projeya wan bibe "pola ji bo turîzma kulturê". Bi 8 peyker û 7 tabloyan hunermendê kurd Zubêr Yûsiv jî beşdar bûye.

Çemê Wupper di çend bajarên elmanî de diherike, yek ji wan bajarê Wuppertal e. Li wê derê, hunermendê kurd Zubêr Yûsiv dijî. Ew sala 1999an ji başûrê-rojavayî Kurdistanê koçberî Elmanyayê bû. Yûsiv endamê Yekîtiya Hunermendên Bergisch Gladbach e. Yûsiv dibêje, ku bandora livandina çemê Wupper li ser nerîn û boçûnên wî heye. Ew berdewam dike û dibêje: "Ev livandin di ser çem re derbas dibe û dikeve livandina mirovan, şînkaiyê û dewaran. Ew sofîzmê û dîrokê hembêz dike û ji min re mîna tayê navikê ji bo jiyanê ye."

Li ser vê projeyê xanim Ulla Şênkil, ku yek ji hunermendên beşdar e, dibêje, ku hunermend li gel hunera xwe li ciyekî girêdayî ne, lê ew "xewnan dibînin, ku rêwîtiya ber bi dûriyê ve bikin." Li gorî wê, daxwaza hunermendan ew e, ku "li ser pêlan bigerin, lê di rastiyê de di ciyekî de bimînin."

Di kataloga pêşangehê de htiye nivîsandin, ku livandin mijareke bingehîn e di tablo û peykerên Zubêr Yûsiv de. Dema ew dixebite, ew hewl dide, ku xwe di livandin û şêweyê wêne û peykerên xwe de bibîne; ew hestên wî û cîhanên wî yên veşartî ne. Di heman demê de, ew enerjiya wî ya veşartî ya jiyanê ye, hêzeke xurt a hebûnê di forma tevliheviyekê de ji biryareke ji nişkê ve û hişyarbûnê. Zubêr Yûsiv dixwaze bi peykerên xwe helbestvaniya jiyanê û herweha rastiya bi bîranînên wî ve girêdayî pêşkêşke. Ew afirandinên wî ne, yên ku di canê xwe re ji bo evîn û rasteqîniyê distirên û xwe mîna mexluqên sofî, yên ku di heman demê de gelekî pîr û gelekî pêşerojî ne, bilind dikin.

Zubêr Yûsiv di 1968an de li gundê Xirbezirgan di navbera bajarên Amûdê, Qamişlo û Hisiça li başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1990î de, wî xwendina bilind di fakulteya hunera spehî (beşê peykersaziyê) de li zanîngeha Şamê bi dawî aniye. Ew beşdarî komek ji pêşangehan li bajarên Amûdê, Qamişlo, Hisiça, Heleb, Şam û herweha çend bajarên elmanî bûye. Yûsiv herweha karê muzîkê dike û li çend deveran stranên xwe pêşkêş kirine.

Peyker û tabloyên Zubêr Yûsiv ta roja 17.07.2004an li bajarê Wuppertal-Heckinghausen, Art Fabrik, Bockmühle 16 - 24, têne pêşkêşkirin.

Li aliyekî din, ji 12ê vê mehê ta 12ê meha bê dê li bajarê Wupperführt pêşangeheke bitenê ya hunermend Zubêr yûsiv pêk were. Di vê pêşangehê de, Yûsiv dê 15 peyker û 15 tabloyên xwe yên teze pêşkêş ke. Herweha di roja vekirinê de, dê helbest bêne xwendin û muzîka kurdî ji aliyê Yûsiv bête pêşkêşkirin. Pêşangeh dê li Kulturpunkt, Wupper 17, li dar keve û demjimêr 19.00 dest pê bike.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]