www.amude.com - navenda çanda kurdî


04.07.2004 - 13:17


Hoşiyar Zîbarî: "Surya û Îran piştgiriya terorîstan dikin"


Hoşiyar Zîbarî
London (amude.com) - Wezîrê Iraqê yê Derve Hoşiyar Zîbarî piştrast kir, ku rêjîmên Suryayê û Îranê piştgiriya terorîzma li Iraqê dikin. Zîbarî ragihand rojnameya ingilîzî "Sunday Telegraph", ku hikumeta Iraqê belge bi dest xistine, ku destê wan herdu rêjîman di karên terorîstyane li Iraqê de ne. Herweha Zîbarî eşkere kir, ku ew dê di rojên bê de van kiryaran bi belgeyan piştrast bikin.

Rojnameya ingilîzî herweha radigihîne, ku çavkaniyên wê di hikumeta Iraqê de eşkere kirine, ku Surya û Îranê di nav welatan de ne, yên ku di warê aborî û locîstîkê de piştgiriya terorîzman dikin. Zîbarî got: "Ji dema ku em xwe mijûlî karûbarên paraztinê dikin, em dibînin ku rêjîmên biyanî piştgiriya terorîstan dikin. Em nizanin çima ew vê yekê dikin. Lêbelê em dizanin bê piştgirî ji kû derê tê. Em dê vê yekê di rojên bê de bi belgeyan eşkere bikin."


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]