www.amude.com - navenda çanda kurdî


06.07.2004 - 16:20

Li Duhokê çaremîn kongreya Yekîtiya Nivîskaran Kurdistanê


Hesen Silêvanî
DUHOK (amude.com) - Li jêr duruşma "Ramana azad demoqrasiyê xurt dike" rêxistina Duhokê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê (YNK-D) dê pênçema bê kongreya xwe ya çaremîn li dar xîne. Serokê wê Hesen Silêvanî ji Malpera Amûdê re eşkere kir, ku ew dixwaze careke din bo serokatiya YNK-D bête hilbijartin. Armancên wî ew in, ku "peywendiyên rewşenbîrî xurtir bike, rewşenbîriya demoqrasiyê belav bike û bangî rewşenbîrên ji perçeyên din ên Kurdistanê bo serdana Başûr bike." Dora 150 nivîskar dê beşdarî kongreyê bibin, a ku dê ji aliyê parêzerê Duhokê Nêçîrvan Ehmed ve bête birêvebirin.

Di rûniştina pêşî ya kongreyê de, ya ku dê li hotêla "Jiyan" li dar keve, dê ji bilî xwendina gotinên bixêrhatinê û nameyên mêvanan muzîk û stran ji aliyê hunermend Ezedîn Temo bêne pêşkêşkirin. Di heman demê de, dê pêşangehek ji weşan û pirtûkên YNK-D, ku ta niha 55 pirtûk in, bête lidarxistin.

Piştre û di rûniştina duyem de, ya ku dê tenê bo endaman be, raportên yekîtiyê yên çandî û aborî dêne bêne xwendin û guftûgokirin. Herweha dê xebata komîteya birêvebir a salên borî were guftûgokirin.

Danê êvarê, dê li bexçeyê YNK-D rûniştina dawî pêk were. Di vê civînê de, endamên yekîtiyê dê komîteyeke nû ji 7 kesan hilbijêre. Li gorî agahiyên Hesen Silêvanî, ta niha 18 nivîskaran daxwaza xwe ji bo endametiya komîteya birêvebir eşkere kiriye. Silêvanî bi xwe dixwaze careke din bo serokatiya yekîtiyê bête hilbijartin. Ew dixwaze xebata xwe ya "avakirina pirên rewşenbîrî di navbera kurdan de" berdewam bike. Herweha wî diyar kir, ku yek ji armancên wî yên din ew be, ku YNK-D berdewamiya çapkirina pirtûkên nivîskarên kurd bike.

Li aliyekî din, serokê YNK-D Silêvanî ji Malpera Amûdê re diyar kir, ku di meha 10an de sekretêrê giştî yê PENa Navneteweyî û cîgira serokê wê xanim Lucina Kathmann dê serdana başûrê Kurdistanê bikin û li gel YNK-D li ser peywendiyên rewşenbîrî guftûgo bikin.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]