www.amude.com - navenda çanda kurdî


03.02.2004 - 14:27

Komkujiya li Hewlêrê hişt ku YNKe jî beşdarî xwepêşandana li Elmanyayê bibe

KÖLN (amude.com) - Rêxistina Elmanyayê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê beşdarî xwepêşandana hêzên kurdistanî bibe, ya ku dê şemiya bê li bajarê Köln li Elmanyayê pêk were. Ji ber slogana xwepêşandanê "Kerkuk dilê Kurdistan e" YNKê pêşî nedixwest li gel kurdistaniyan piştgiriya başûrê Kurdistanê bike.

Di civîna xwe ya yekşema borî de, partiyên Hevkarî li Elmanyayê 7 demjimêran li gel YNKê guftûgo kirin, da ku bihêlin ku ew jî beşdarî xwepêşandanê bibin. Lê YNKê ji slogana xwepêşandanê ne razîbû. Sedema nerazîbûna wê jî ew bû, ku gotina "Kerkuk dilê Kurdistan e" ya mele Mistefayê Barzanî ye. Wê pêşniyaz dikir, ku gotina Celal Talbanî "Kerkuk Qudsa Kurdistan e" bibe slogana xwepêşandanê. Hin kesên ku beşdarî civînê bûbûn, ragihandin Malpea Amûdê ku wan "qirka xwe qetand, da ku hevalên YNKê jî beşdarî xwepêşandanê bibin." Lê dawî YNKê li ser a xwe ma û biryara xwe ya nebeşdarbûnê neguhert.

Îro endamekî Hevkarî ragihand Malpera Amûdê, ku piştî êrîşên terorîstyane li dijî kurdan li Hewlêrê, YNKê biryara xwe guhert û dê beşdarî xwepêşandana piştgiriyê ji bo başûrê Kurdistanê bibe.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]