 |
 |
03.02.2004 - 14:03
Paul Wolfowitz: Damezirandina dewleteke kurdî dê bi ser nekev!

Paul Wolfowitz (afp)
|
WAŞINGTON (amude.com) - Cihgirê Wezîrê Emerîka yê
Parastinê Paul Wolfowitz piştrast kir, ku Emerîka ne li gel
veqetandina kurdan ji Iraqê û damezirandina dewleteke kurdî ye.
Herweha wî eşkere kir, ku Emerîka û Tirkiyeyê li hev kirine,
ku endamên "PKK"ê ji bakurê Iraqê derxînin. Wolfowitz
got, ku "PKK rêxistineke terorîst e û ew li pişt gelek
êrîşên terorîstyane li Tirkiyeyê bû."
Di hevpeyvînekê de li gel kanala CNN a bi zimanê tirkî,
Paul Wolfowitz ragihand, ku nerîna Emerîka û Tirkiyeyê
derbarî paşeroja Iraqê yek e. Wî got, ku herdu alî
dixwazin ku Iraq welatek tenê be û hikumeta wê ya neteweyî
berpirsyara siyaseta derve, hêzên leşkerî
û parastina sînoran be.
Wolfowitz berdewam kir û got: "Beşek sînorkirî ji
federalîzmê yan sîstema federal dê tiştek
be ku rev jê tune ye. Lê ev sîstem divê xwedî
sînorên cuxfarî û îdarî bin."
Derbarî daxwazên serxwebûnê yên
kurdên başûrê Kurdistanê Paul Wolfowitz got:
"Nameya me ji bo kurdan ew e, ku paşeroja we ne mumkin e bi veqetandina
we ji Iraqê, lê belê mumkin e bi alîkariya me, ku
em misoger bikin, ku Iraq di paşerojê de bibe
welatek azad û demoqrat."
Wolfowitz berdewam kir û got, ku dîroka Iraqê eşkere dike,
ku kurd ji bo hukma zatî dixebitin. "Lê em dibînin, ku
hukma zatî divê di çarçeweya neteweyî de be.
Piştrastkirina rêzgirtina mafên xelkê li Iraqê
ji berjewendiya her kesî ye. Lê belê damezirandina
dewleteke kurdî ya serbixwe dê bi ser nekeve!"
|
 |
 |