 |
 |
04.05.2004 - 13:06
Wilo vîrusa "Sasser" ji computer tê avêtin
DORTMUND (amude.com) - Di van rojên dawî de, vîrusek
bi navê "Sasser" di rêya internêtê re derbasî
computeran dibe û dihêle ew computer bêne vemirandin. Vîrus
tenê dikeve wan computeran, ên ku sîstemên Windows XP û
Windows 2000 bi kar tînin û "firewall" (dîwarê agir) di wan de tuneye.
Malpera Amûdê rêyên avêtina vî vîrusî
ji computeran diweşîne:
1. Eger pencereya "System Shutdown" derkeve û dest bi jimartina
saniyan ji bo vemirandina computer bike, divê mirov
Start bitikîne, piştre RUN (elmanî: Ausführen)
û li wê derê shutdown -a binivîsîne
û OK bitikîne. Ev yek dihêle ku computer neyê
vemirandin.
2. Di malpera Microsoft de, programa parastina computerê daxîne, da
ku kurmê "Sasser" careke din nekeve computerê:
http://www.microsoft.com/downloads/details.aspx?FamilyId=3549EA9E-DA3F-43B9-A4F1-AF243B6168F3&displaylang=en
(li aliyê rastê zimanê computera xwe hilbijêre û GO bitikîne)
3. Programa STINGER daxîne û "sasser" ji compuetera xwe bavêje:
http://download.nai.com/products/mcafee-avert/stinger.exe
|
 |
 |