 |
 |
29.01.2004 - 15:04
Veyrusên nû êrîşî compûteran dikin
DORTMUND (amude.com) - Bi destpêka vê hefteyê,
2 veyrusên nû bi navên "MyDoom" û "MyDoom.B" di rêya emailan re belav
dibin. Kesê ku van agahdariyan bixwîne, dê ti derfetê
nede "MyDoom" û "MyDoom.B" ku cihê xwe di compûtera wî de bigirin:
1. "MyDoom" û "MyDoom.B" di kîjan emailan de ne?
Ta niha hatiye naskirin, ku ew emailên ku
di cihê "MIJAR"ê de ev gotin hatibin nivîsandin,
veyrus di wan de ne:
- Error
- Klrwlslpxxjhiwkfc
- hello
- hi
- Mail Delivery System
- Mail Transaction Failed
- test
- Server Report
- Status
Di van emailan de ev têkst hatine nivîsandin:
- The message cannot be represented in 7-bit ASCII encoding and has been sent as a binary attachment.
- sendmail daemon reported:
- Error #804 occured during SMTP session. Partial message has been received.
- The message contains Unicode characters and has been sent as a binary attachment.
- The message contains MIME-encoded graphics and has been sent as a binary attachment.
- Mail transaction failed. Partial message is available.
2. Divê tu çi bikî?
Da ku veyrus nekevin compûtera te û xerabiyan neke,
wan emailên jorîn yekser ji nav emailên xwe bavêje.
Ew tiştê bi emailê ve hatiye girêdan,
veyrus e! Wê veneke!
2. Programên avêtna veyrusan:
Eger veyrus ketibe compûtera te, tu dikarî bi alîkariya
van programan wan bibîne û biavêje:
-
Stinger
-
AntiVirŪ Removal-Tool
|
 |
 |