www.amude.com - navenda çanda kurdî


23.07.2004 - 13:28


Hejmara Tîrojê ya 9an derket


>> www.tiroj.net
STENBOL (amude.com) - Li Stenbolê, hêjmara 9an a kovara dumehî ya çandî, hunerî û wêjeyî Tîroj derket. Di hejmara Tîrmeh-Tebax 2004an de, doseyek li ser "Mîhrîcan, çanda kurdan û rêvebiriya xwecîhî" hatiye amadekirin. Di doseyê de, bi hevpeyvînên serokê şaredariyên Amed, Dersîm û Bazîdê li ser têkîliyên rêvebiriyên xwecîhî û çanda kurdan tê rawestandin û bandora festîvalan li herêmê tê şirovekirin. Herweha nivîsên Evrîm Alataş, Şeyhmus Dîken, Muhsîn Kizilkaya, Yusuf Karataş, Alî Riza Bîlîr û Vecdî Erbay ciyê xwe di vê doseyê de girtine.

Di nivîsa xwe ya "Hişmendiya yekzimanîperest, rastiya yekalî" de, nivîskar Necmiye Alpay li ser hin bûyerên rojevê bi taybetî jî li ser hînkariya zimanê zikmakî radiweste. Di "Wêneyên Rikê" de, wênevan Ahmet Guneştekîn bi ray û ramanên xwe derdikeve pêş xwendevanan. Bi hevpeyvînên Şefîk Beyaz û Zana Farqînî ve jî li ser amadekirina ferhenga Kurdî-Tirkî tê rawestandin.

Lêkolînvan Memet Bayrak "Di Destana Koroxlî de Çîn û Motîvên Kurdewarî", Fehîm Îşik jî "Rênçberekî maldar: Şêx Riza Telebanî" şirove dikin. Yildiz Çakar, Suzan Samanci, Edîp Polat, Huseyîn Ataşçi bi serboriyan xwe, Ahmet Onal bi nivîsên xwe yên gengeşiya li ser zimanê kurdî, Salihê Kevirbirî bi hevpeyvîna xwe ya li gel rojnamevan û helbestvan Merwan Elî û Bulent Ulus jî bi nasandina Cegerxwîn derdikevin pêş xwendevanan.

Ji bo têkiliya bi Tîrojê re:

Kamer Hatun Mh. Alhatun Sk. No: 27/4-A Beyoglu - Istanbul
Tel: 02122977795, Faks: 02123610904
e-mail: info@tiroj.net



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]