www.amude.com - navenda çanda kurdî


12.06.2004 - 17:53


"Weşangeriya Kurdî" di hejmara Tîrojê ya nû de


>> www.tiroj.net
STENBOL (amude.com) - Li Stenbolê, hêjmara 8an a kovara dumehî ya çandî, hunerî û wêjeyî Tîroj derket. Di vê hêjmara Tîrojê de, bi navê "Weşangeriya Kurdî" bi zimanên kurdî û tirkî doseyek hatiye amadekirin. Herweha komek ji lêkolîn, çîrok, ceribandin û nûçeyên bi herdu zimanan cî di kovarê de girtine. Yekemîn hejmara Tîrojê di Newroza sala borî de derket. Xwediyê kovarê Bulent Ulus diyar kir, ku armanca wan a derxistina vê kovarê ew e, ku "li hemberî polîtîkaya asîmîlasyonê ya serdestan çanda kurdî bi pêş bixin."

Di hejmara xwe ya nû de, Tîrojê doseyeke berfireh li ser weşangeriya kurdî weşandiye. Komek ji weşanxaneyên kurdî li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê li ser rewşa weşandina pirtûkan û herweha ya nivîskar û xwendevanên kurd radiwestin. Herweha nivîskar Konê Reş û Jana Seyda di du nivîsên kurt de rewşa weşangeriya kurdî li Suryayê dinirxînin. Li ser rewşa weşanxaneyên rojhilatê Kurdistanê nivîseke Kakşar Oremar hatiye weşandin. Tîrojê derfet daye hin xwendevanên kurd, ku ew jî nerîna xwe derbarî pirsgirêkên weşangeriya kurdî bînin ziman.

Ji bilî vê doseyê, komek ji nivîsên din cî di Tîrojê de girtine. Nûra Cewarî lêkolînek li ser sazbendiya kurdî di ramanên sazbendzanên ermenî de nivîsandiye. Li ser Osman Sebrî nivîseke ji aliyê Fehîm Işik hatiye weşandin. Wekî din çend çîrok, helbest, ceribandinên û nûçeyên bi zimanên kurdî û tirkî cî di vê hejmarê de girtine.

Ji bo têkiliya bi Tîrojê re:

Kamer Hatun Mh. Alhatun Sk. No: 27/4-A Beyoglu - Istanbul
Tel: 02122977795, Faks: 02123610904
e-mail: info@tiroj.net



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]