www.amude.com - navenda çanda kurdî


23.07.2004 - 00:01

Elmanya kerta sor da malbateke kurd


>> Sultan Sevda
WEHR (amude.com) - Hikumeta Elmanyayê dixwaze penabera kurd a 19e salî Sultan Şevda û malbata wê vegerîne Tirkiyeyê. Li gel ku ev 145 sal in, ku Sultan li gel dê û bav, sê xuşk û du birayên xwe li Elmanyayê dijî, wan mafê penaberiyê wernegirtiye û niha ji wan tê xwestin, ku ji Elmanyayê derkevin û vegerin Tirkiyeyê. Sultan naxwaze vegere û dibêje, ku ew "li Tirkiyeyê xwe weke miroveke biyanî" hest dike.

Rojnameya elmanî "Sûd Kurier" raporteke berfireh li ser keça kurd Sultan Şevda û biryara şandina wê û mabata wê bo Tirkiyeyê weşandiye. Di vê raportê de, Sultan radigihîne, ku wê niha erêkirina kar û xwendinê wergirtiye. Lê ev yek alîkariya wê nake. Dezgeha Penaberiyê ya Federal doza malbata Şevda bo wergirtina mafê penaberiyê ne pejirand. Wê biryar standiye, ku ev malbata kurd ji Elmanyayê derkeve û vegere Tirkiyeyê. Malbata Şevda berî 15e salan ji ber sedemine polîtîkî koçberî Elmanyayê bû.

Di van salên dawî de, hikumeta Elmanyayê doza hejmareke mezin ju penaberên kurd bo mafê penaberiyê ne pejirand. Bi taybetî kurdên başûrê-rojavayî û bakurê Kurdistanê kêm mafê penaberiyê werdigirin. Bi hezaran ji wan gelek salan derbas dikin, bêyî ku mafê rûniştinê bistînin. Elmanyayê zagonên xwe yên penaberiyê guhertine û dijwar bûye, ku kurd êdî bikaribin êne Elmanyayê û mafê penaberiyê bistînin.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]