 |
 |
10.05.2004 - 01:36

>> Ehmed Dag
|
Xwendekarên Zanîngeha Berlînê piştgiriya
xwendekarên kurd li Suryayê dikin
BERLÎN (amude.com) - Parlamana xwendekarên Zanîngeha
Berlînê ya Azad bi yekdengî avêtina xwendekarên kurd ji
zanîngehên Suryayê şermezar û protesto
kir û ji hikumeta Elmanyayê doza xebata li dijî
êrîşên li dijî xwendekarên kurd li Suryayê kir.
Herweha parlamanê piştgiriya xwe ji bo hevkarên
xwe yên kurd eşkere kir.
Xwendekar û çalakvanê kurd Ehmed Dag
bi vê inîsyatîvê rabûbû û
grûpên di parlamanê de agahdarî rewşa
xwendekarên kurd kiribû.
Di civîna xwe ya 03.05an de, parlamana xwendekarên Zanîngeha
Berlînê ya Azad li ser rewşa xwendekarên kurd ên ku
ji zanîngeha Şamê hatibûn avêtin, rawestiya.
Piştî ku xwendekarê kurd Ehmed Dag agahdarî
dan parlamanê, endamên parlamanê bi yekdengî
biryara şermezarkirin û protestokirina avêtina
xwendekarên kurd ji zanîngehên Suryayê stand.
Di daxuyaniya xwe de, xwendekar bangî rêjîma Suryayê dike,
xwendekarên zindankirî serbest berde û li ser bixebite, ku biryarên
avêtina xwendekarên kurd ji zanîngehan bêne vegerandin
û tunekirin. Herweha xwendekar ji hikumeta surî doza misogerkirina mafê
xwendinê ji bo herkesî dike.
Piştî xwepêşandanên xwendekarên kurd ên Zanîngeha Şamê li dijî bûyerên
li Qamişlo û bajarên din ên başûrê-rojavayî Kurdistanê, komek ji xwendekarên kurd
- û di nav wan de hejmareke mezin ji xwendekarên keç - hatin girtin û hîn jî an di
zindanê de ne, yan jî piştî işkencekirineke dijwar serbest hatin berdan.
Di civîna xwe ya 18.03an de, Zanîngeha Şamê biryara avêtina komek
ji xwendekarên kurd ji zanîngehê û herweha ji xaniyên xwendekaran da. Xwendekarên ku
zanîngehê ew avêtin, ev in:
- Cawîdan Hesen (xwendina pijîşkiyê, sala 5an): avêtina ji zanîngehê û herweha ji xaniyên xwendekaran (Biryar 122)
- Ilham Ebdilrehman (Hiquq, sala 4an): avêtina ji zanîngehê û herweha ji xaniyên xwendekaran (Biryar 123)
- Mîdya Mehmud (Wêjeya Ingilîzî): avêtina ji zanîngehê bo 6 mehan û herweha ji xaniyên xwendekaran (Biryar 124)
- Mehmud Hemo (Xwendina vekirî/Mîdya)): avêtina ji zanîngehê û herweha qedexekirina derbasbûna xaniyên xwendekaran (Biryar 125)
- Ibrahîm Hesen (Dîrok), Ehmed Ilyas Ibrahîm (Dîrok), Xesan Umer (Kîmya), Mazen Ehmed (Hiquq): avêtina ji xaniyên xwendekaran bo sala xwendinê ya 2003/2004an (Biryar 126)
- Ebdilwehab Reşad Musa (Çandinî, sala 5an): avêtina ji zanîngehê bo mehekê ji 12.03.2004an û pê ve (Biryar 127)
- Ciwan Betal (Çandinî): avêtina ji xaniyên xwendekaran bo sê mehan di sala xwendinê ya 2003/2004an de (Biryar 128)
- Mehmud Mihemed Beşar (Wêjeya Fransî): avêtina ji zanîngehê û herweha ji xaniyên xwendekaran(Biryar 129)
- Asim Silêman (Ola Islamî), Hemze Ehmed Enter (Ola Islamî), Dilgeş Selum (Coxrafiya): avêtina ji xaniyên xwendekaran (Biryar 130)
- Bêrîvan Îsa (Kîmya, sala 4an): avêtina ji zanîngehê û xaniyên xwendekaran (Biryar 131)
- Ibrahîm Qasim: avêtina ji zanîngehê û xaniyên xwendekaran (Biryar 132)
- Mihemed Ibrahîm û Merwan Beşar: avêtina ji xaniyên xwendekaran (Biryar 133)
- Inzar bo xwendekar Elîs Mihemed Selum (Biryar 134)
- Siyahuj Esed (çandinî, sala 5an): avêtina ji zanîngehê û herweha ji xaniyên xwendekaran (Biryar 136)
|
 |
 |