 |
 |
03.03.2004 - 15:48
Şivan Perwer doz li Ibrahîm Tatlîses vekiriye
HANNOVER (amude.com) - Di hevpeyvînekê de bi
malpera "qamişlo.com" re, hunermend Şivan Perwer radigihîne, ku
ji ber binpêkirina mafan û herweha bikaranîna muzîka
wî ya bê destur, wî doz li Ibrahîm Tatlîses (Îbo)
vekiriye û ew daye dadgehê. Herweha ew dibêje, ku ew
dê di demeke nêzîk de stranên bi ingilîzî,
erebî û tirkî bêje. Derbarî projeya televizyonê
Şivan diyar dike, ku ev proje dikare têk biçe.
Şivan Perwer, ku hevpeyvîna wî ya berî
demekê bi kovara tirkî "Aktüel"ê re di nav kurdan de
bû mijara guftûgoyên germ, eşkere dike, ku
mafê parastina hunerî li Tirkiyeyê ji bo kurdan re jî hatiye
pejirandin û ji ber vê yekê wî doz
li çend hunermendan vekiriye û yek ji wan jî
Îbo ye.
"Pereyên xelkê li wan vegerînin"
Şivan Perwer behsa projeya televizyonê jî dike û dibêje,
ku programa wê amade bûye û herweha ji bo wê têkilyên baş
kirine. Ew berdewam dike û dibêje: "Ez nizanim ew ê çiqas bajo,
lê ku xelkê me biştgirya me bikin ew ê zû çêbibe, hêdî bikin ew ê hêdî cêbibe,
nekin ew ê çênebe..." Şivan diyar dike, ku ew dê derewan li xelkê nekin
eger rojekê ev proje neçû serî, ew dê pereyên ku dane hevdû
li xelkê vegerînin.
Hunermend Şivan Perwer gazinan ji kurdan dike û dibêje, ku
ev sê çar sal in, ku ew di nav rewşeke de ye, ku ji her hêlî
ve êrîş têne ser wî û ew pir êşandine.
Ew dibêje: "Eger mirov kurd be û di nava kurdan de bê naskirin û bê hezkirin,
dê ne hesan be ku mirov bersiva wan bide, ji ber ku bêçaretiyek pir û pir mezin heye.
Kurd tenê dixwazin, lê nizanin bidin, kêm didin, an jî bi darê zorê hinek bi
ser zikê wan dikevin ta ku didin."
"Herkes ji min fam nake.. êrîşî min dikin"
Şivan Perwer gazinên xwe berdewam dike û dibêje, ku
ew di nava rewşeke pir xerab de ye û her gav hewil dide, ku
li ser lingên xwe bimînie. Hunermendê binavûdeng berdewam dike
û dibêje: "Eve sê çar sal in bandorek mezin li ser serê min heye,
herkes di vî warî de min fam nake."
Derbarî êrîşên ji aliyê rêxistinên siyasî ve,
Şivan Perwer radigihîne, ku ew dibe armanca êrîşên bi hêz.
Li gel wî ti xerabî bi ti kesî nekiriye, weha Şivan,
lê dîsa jî ew rastî hesûdiyê û nerehtiyê
tê. Ew diyar dike, ku xebat û xizmeta wî dê
bikaribin li dijî van êrîşan rawestin.
Di warê projeyên xwe yên muzîkê de,
Şivan Perwer di hevpeyvînê de eşkere dike, ku
ew ê di demeke nêzîk de berhemine nû,
yên ku bi bûyerên dawî li cîhanê
ve girêdayî ne, pêşkêş ke. Ev berhem
dê felsefeyî û siyasî bin. Ji ber ku
ew dixwaze "mînak be ji bo gêncan", ew dê stranên bi ingilîzî,
tirkî û erebî bêje.
Hêjayî gotinê ye, ku ev hevpeyvîn berî
weşandina hevpeyvîna Şivan Perwer bi kovara tirkî
"Aktüel"ê re hatibû kirin.
|
 |
 |