www.amude.com - navenda çanda kurdî


20.02.2004 - 01:25


>> Şivan Perwer
>> Gotinên Şivan Perwer di "Avesta"yê de
>> "Ez tucarî naçim Tirkiyeya nedemoqrat"
>> Şivan Perwer ji bo çûna Tirkiyeyê Kurdistanê difiroşe?
>> www.sivanperwer.org
>> Hevpeyvîn bi zimanê tirkî (nasname.com)
>> Wergera hevpeyvînê ya kurdî (kurdishinfo.com)
Şivan Perwer êrîşî Malpera Amûdê dike

DORTMUND (amude.com) - Hunermendê kurd Şivan Perwer di hevpeyvînekê de li gel kovara "Avesta" êrîşî Malpera Amûdê û xebatkarên wê dike. Li gorî wî xebatkarên malperê "xwe avêtine koşeyan û xwe veşartine û bi pereyên sosyalê dijîn û siyaseteke ne hêja û polîtîkaya paparazî dimeşînin". Ev êrîş reaksyona Şivanî li ser nûçeya Malpera Amûdê derbarî hevpeyvîna wî li gel kovara tirkî "Aktüel" bû.

Şivan Perwer bi acizbûn rexneyî Malpera Amûdê dike û dibêje: "Tiştên ku têne gotin, ji xeynî gotinên vala ne tiştekî din e, yek jî ne rast e". Li gorî wî Malpera Amûdê "siyaseta erzan û pûç" dimeşîne û "rêklamên bêbingeh" dike û nikare "tiştekî hêja û neteweyî qezenc bike".

Hunermendê binavûdeng Şivan Perwer êrîşên xwe berdewam dike û dibêje: "Hinekan xwe avêtine koşeyên Parîsê, hinekan xwe avêtine Londonê, Berlînê, hinekan xwe li Duisburg û Kölnê, Bonnê veşartine û bi pereyên sosyalê dijîn û siyaseteke ne hêja û polîtîkaya paparazî dimeşînin." Li gorî wî, Malpera Amûdê "ne bi karekî akademîk radibe, ne bi xebateke hunerî û dîplomasî re mijûl e, ne bi karekî civakî radibe". Şivan vê yekê mîna "polîtîkayeke vala" dinirxîne, ku "serên xelkê tevlî hev dike".

Di dawiyê de, hunermend Şivan şîretan li Malpera Amûdê dike û ji wê dixwaze, ku bila ew îşê xwe ji wî neyne û "bi wî nekeve". Herweha ew dixwaze, ku "aqil û hisê" xebatkarên malperê hebe û ranebin êrîşî aliyekî bikin û aliyê din xerab bikin.

"Şiqamek di rûyê bi hezaran kurdên Ewropayê de"

Li ser van êrîşên ji aliyê hunermend Şivan Perwer ve, berpirsê Malpera Amûdê Sîrwanê Hecî Berko ragihand, ku "ew van gotinan layiqî hunermendekî mezin mîna Şivan Perwer nabîne." Hecî Berko diyar kir, ku ew vê reaksyona Şivanî fêm nake û hêvî dike, ku wî ew gotin negotibin. Wî berdewam kir û got: "Şivan Perwer şoreşgereke Kurdistanê ye. Nabe ku ew xwe daxîne vî şêweyê nizim ji axaftinê."

Li ser idîaya Şivan Perwer derbarî standina alîkariyê ji sosyalê, berpirsê Malpera Amûdê got: "Bi hezaran kurdên li Ewropayê mecbur in, ku ji alîkariya sosyalê bijîn, ji ber kar bi dest wan nakeve. Ev gotinên Şivanî şiqameke di rûyê wan hemûyan de ye. Piraniya wan jî bi wan pereyên xwe yên ji sosyalê hiştine û dihêlin ku Şivan bi deh hezar dollaran ji şevên xwe yên li Ewropayê û herweha ji firotina kasêtên xwe qezenc bike." Hecî Berko diyar kir, ku ew bi xwe mesrufa jiyan, xwendin û xebata xwe ji keda xwe derdixîne û ne ji sosyalê, wek ku Şivan idîa dike.

Reaksyona Şivan Perwer piştî weşandina nûçeyeke derbarî hevpeyvîneke li gel wî di kovara tirkî "Aktüel"ê de di Malpera Amûdê de hate holê. Di wê hevpeyvînê de, hatiye nivîsandin, ku Şivan Perwer gotiye, ew "nexşeya Kurdistanê ne nas dike û ne jî dipejirîne". Weşandina vê hevpeyvînê bi zimanê kurdî di Malpera Amûdê de bû sedema guftûgoyên "germ" di nav kurdan de û herweha êrîşên dijwar li dijî Malpera Amûdê. Şivan Perwer bi xwe li ser telefonê ragihand Malpera Amûdê, ku ew gotinên di "Aktüel"ê de derew in.

Hêjayî gotinê ye, ku hejmara "Aktüel"ê, ya ku hevpeyvîna li gel Şivan Perwer tê de hatiye weşandin, berî 3-4 hefteyan hatiye belavkirin û tenê piştî nûçeya Malpera Amûdê Şivan gotinên di "Aktüel"ê de derew derxistin. Lê hîn jî daxuyaniyeke berfireh ji aliyê wî ve ne bi zimanê tirkî û ne jî bi yê kurdî hatiye belavkirin.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]