www.amude.com - navenda çanda kurdî


19.02.2004 - 21:35


>> Şivan Perwer
>> Şivan Perwer ji bo çûna Tirkiyeyê Kurdistanê difiroşe?
>> www.sivanperwer.org
>> Hevpeyvîn bi zimanê tirkî (nasname.com)
>> Wergera hevpeyvînê ya kurdî (kurdishinfo.com)
"Ez tucarî naçim Tirkiyeya nedemoqrat"

Sîrwan Hecî Berko - DORTMUND (amude.com) - Vê êvarê, hunermend Şivan Perwer ji Australyayê telefonî min kir û nerazîbûna xwe derbarî nûçeya li ser hevpeyvîna wî li gel kovara tirkî "Aktüel" eşkere kir. Ew pir aciz bûbû, çimkî bi dehan telefon jê re hatibûn kirin û ew agahdar kiribûn. Herweha ji min re hate gotin, ku radyoyekê li Sydney nûçea Malpera Amûdê bi kar aniye û êrîşeke dijwar li dijî Şivan pêk aniye. Ji bo zelalkirina meseleyê min ev pirs ji hunermend Şivan Perwer kirin:


Te hevpeyvîna li gel te xwendiye?
- Di wê hevpeyvînê de tiştek tune, tiştekî xerab tune! Bila bixwînin. Kî bixwîne, dê bizanibe.

Li ser pirsekê derbarî nexşeya Kurdistanê te gotiye, ku tu ne wê nas dikî û ne jî dipejirînî. Te ev yek gotiye yan na?
- Teqez ez nexşeya ku tu tenê Mehabadê têkê qebul nakim; ez nexşeya ku tu tenê Qamişlokê têkê û Efrînê nekê, teqez qebul nakim. Qebulkirin û neqebulkirin ew e. Kê nexşeya Kurdistanê ta niha baş çêkiriye?

"Kesî tiştekî xerab nekiriye"

Pirs li ser wê nexşeyê ye, ya ku di malpera te de bû. Derbarî wê pirs ji te hatibû kirin û te gotiye, ku tu wê ne nas dikî û ne jî dipejirînî û herweha ku ew bêyî kontrola te hatiye weşandin û ku tu yê telefon bikî, da ku ew nexşe rabe. Di kovarê de weha hatiye nivîsandin..
- Qet tiştekî weha ne hatiye pirsîn û ne jî min tiştekî weha gotiye. "Aktüel"ê derew kiriye. Min ji wan re got "ev çi ye we nivîsandiye", gotin ku şaşitiyek çêbûye.

Tu yê derbarî vê yekê çi bikî? Tu yê daxuyaniyekê belav bikî?
- Kesî tiştekî xerab nekiriye. Ez ne mecbur im daxuyaniyan bidim.

Ma gelo tu van gotinên derheqî te hindik dibînî?
- Ez ne mehtac im tiştekî weha bikim û bibêjim, çavê min. Ez ji herkesî bêtir ji welatê xwe hez dikim, yao.

Yanî di wê hevpeyvînê de tenê ev yek derew bûn? Tiştên din rast in?
- Na, na. Tiştine hene rast in, û tiştin din hene qet ne rast in.

Wek çi?
- Wek vêya; wek gotiye niza ez ê herim bi Îbo re bistirêm, gotiye niza ezê herim "Dolma Baxçe" bistirêm. Ev hemû derew in. Min tiştekî weha negotiye.

Yanî tu bi xwe tiştekî nakî?
- Wan wilo kiriye. Ez ji her kesî bêtir ji welatê xwe hez dikim. Wan li gor xwe tiştin nivîsandine, gotine Şivan gotiye "di buhaê de ez ê werim". Min ji kesî re negotiye, ku ez ê di buharê de werim. Bawer bike, tiştekî weha jî tune ye.

Piştî wê hevpeyvîna te, nexşeya Kurdistanê hate rakirin. Ev bi min balkêş e.
- (dikene) Na, na. Nexşeya min wê xerîteya Kurdistanê baş were. Nexşeya Kurdistanê ya mezin wê were, ji ber ku ewa ya kêm bû, ne rast bû. Em ê nexşeyeke baştir bînin, wê di demeke nêzîk de derkeve, mereq nekin.

Yanî tu yê derheqî gotinên di "Aktüel"ê de tiştekî nekî?
- Ka çî min heye, ez bikim? "Ozgür Polîtîka" heye, apoçî ye nake. Ez ê di kû derê de bikim, bavê min? Televizyonên me hene, gereke ez agahdariyekê bidim wan.

"Ez tucarî naçim Tirkiyê"

Tu nafikirî, ku tu parêzerekî li dijî gotinên "Aktüel"ê bigirî?
- Bila ez ji Australyayê vegerim, ez ta sê hefteyan jî li vir im.

Wekî din tiştek di hevpeyvînê de nerast heye?
- (hilmekê kûr dikş,îne) Ez nizanim. Gerek ez pêşî hevpeyvînê ji pêşî ta dawiyê bixwînim, piştre ez dikarim bibêjim. Ji kerema xwe re min nekin rewşeke weha de. Heta ez tam emîn nebim, ta bawer nebim, ku wek çawa ez li hemî dinyayê hunerê xwe pêşkêş dikim, ez li welatê xwe jî dikarim bikim, ez tucarî naçim Tirkiyê.

Çi li dij e, ku tu neçî Tirkiyeyê?
- Ê ne provokasyon pir in, tu nabînî çi dibin? Provokasyon pir in. Ez naxwazim têkevin nava van polîmîkanan. Dixwazin rihê min bistînin.

Wezîrê Tirkiyeyê yê Çandê gotiye, ku Şivan dikare bê Tirkiyeyê. Tu li ser vê yekê çi dibêjî?
- Heger weha dibêje, camêr e. Eger ji kurdan re dibêje, hûn dikarin bi xêr werin, azad bijîn û azad xebat û xizmeta xwe ya siyasî jî bikin, pir baş e. Lê ez bawer nakim. Ew tirk tiştekî dibêjin, lê rûyê wan ê rast li paş wan e, ne li pêş wan e. Min gotiye, eger Tirkiyê bibe welatekî demoqrat û gelê kurd wek miletê xwe sedî sed nas bike, rê li ber daxwazên miletê kurd neyên girtin û astengî çênebin, wê gavê ez ê werim. Gava Tirkiyê bibe demoqrat, tiştekî pir baş e. Pir xweş e, gava Tirkiyê bikeve Yekîtiya Ewropa. Wê pêşketineke sosyal çêbibe. Tirk û kurd wê êdî şer nekin. Yan em û tirkan em ê li hev xin û hevdu biqelînin, an jî em ê dostaniyekê çêkin. Ma ne wa ye? Insan gerek ji bo vî tiştî xebat bikin. Bila rê hebin, ku em bikaribin bi tirkan re tiştinan biaxivin. Her ku me tiştek got, derew bêne nivîsandin, polîmîk çêbibin û li ser wê her yek êrîş bike, weha ne baş e.

Ma te hevpeyvîn xwendiye?
- Min hîn jî nexwendiye. Kopiya wê ji min re bi faksê şandin, ew jî xerab bû, min nikarîbû bixwenda û tiştekî bibêjim. Kovar jî neketiye destê min.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]