 |
 |
18.02.2004 - 20:01
Şivan Perwer ji bo çûna Tirkiyeyê
Kurdistanê difiroşe?
DORTMUND (amude.com) - Di hevpeyvînekê de bi kovara
tirkî "Aktüel" re, Şivan Perwer dibêje, ku
ew nexşeya Kurdistanê ne nas dike û ne jî
dipejirîne (qebul dike). Piştî vê hevpeyvînê,
nexşeya Kurdistanê, ya ku li ser rûpela pêşî
ya malpera Şivan Perwer hatibû weşandin, ji nişka ve
winda bû.
Li vê derê, Malpera Amûdê giringtirîn
bersivên* Şivan Perwer li gel pirsên "Aktüel" diweşîne:
- Tu dixwazî kînga vegerî Tirkiyeyê? Tu dikarî ji me re demekê bêjî?
Ta niha demeke diyarkirî tune ye, lê ez dixwazim di buharê de li Tirkiyeyê bim. Eger niha bernameyeke pêşwazîkirinê ya baş hebe û derfetek lêhatî bidin min, ez ê di demeke nêzik de li Tirkiyeyê bim. Yanî êdî bes e, em kal dibin. Tirkiyê jî bi me ra dê weha kal bibe û vemire? Gerek em bi hêviyek mezin derkevin der. Em dijminê hevdu nîn in; me hevdu gelekî êşand. Eger min demekê stranên berxwedanê gotibin, ev bo hatina başbûna roja îro bû. Min ew stran bo fêmkirinê, têgihiştinê gotin, ne bo pevçûnê. (...) Tenê destekî brayetî bo min drêj kin. Hesreta min ji bo wî welatî û wan mirovan heye. Her roj, her şev bi hêviyekê dijîm. Hinek caran ji xew radibim û nikarim rakevim jî. Dê jiyana min hemû weha derbas bibe? (...) Xwezî min bikariba li gundê xwe malek avakiriba, li Urfayê malek çêkiriba; min bikariba li Diyarbekirê malek avakiriba; mala min jî, hêlîna min jî heba...
- Tê gotin, ku Şivan Perwer di stranên xwe de dibêje "biçin serê çiyan". Ev rast e?
Min kesek neşandiye serê çiyan, min ji kesî re jî negotiye biçe serê çiyan. Berevajî wan, min her sal bangî ciwanên li serê çiyan kir, min got: "Mêze kin, li serê çiyan çiqas êş û jan hene. Em ji gund û bajaran derketin. Me hêviya xwe bi Hocahizir, Yezdan û Şahimerdan re grêda. Me got, ew ê bibin dermanê dilê me, lê mixabin nebûn. Em li serê çiyan tenê man, bi xemgînî, û em mirin. Em ji gund û bajaran dernekevin, wir cihê jiyana me ye. Wan em kirin mirov. Şaristanî di gund û bajaran de bû. Bi xebatê her tişt baş dibe." Min ev digot, lê mixabin ew negihiştine min. Tu li serê çiyan kîjan çand û hunerê ava dikî? Mirov li bajaran fêrî şaristaniyê bûne. Bila kues vê yekê bizanibin û bifikirin..
Li bakurê Iraqê avakirinên nû hene, federasyon an dewleteke kurdî tê avakirin. Ev bûyerên ji aliyê Tirkiyeyê ve bi tahlûke tê şopandin û nirxandin...
Mafê Tirkiyeyê li wir tune, wir welatek din, dewletek din e. Tê xuyakirin, Tirkiyê heta niha ji realîteyê ditirse....
(...)
Serokên Tirkiyeyê kurd in, ji parlamana wan 30-35% kurd in; hunermend û nivîskar kurd in: Binavûdengtirîn nivîskar Yaşar Kamal e, ew bi xwe jî kurd e. Hunermendê bêtir naskirî dîsa Îbo ye; ew bi xwe jî kurd e. Leystikvanê film ê binavûdeng dîsa Yilmaz Güney e û ew bi xwe jî kurd e. Serokê ku bêtir hatiye naskirin, dîsa Özal e, ew bi xwe jî kurd e...
"Ez nexşeyeke weha ne nas dikim
û ne jî dipejirînim"
- Di malpera te ya internêtê de, nexşeya Kurdistanê heye û li vir tu dibêjî "em li
Tirkiyeyê bi hev re bijîn"?
Hayê min jê tune; ev tiştek bêyî kontrola min bûye.
Niha ez ê li cem te telefon bikim. Ez nexşeyeke weha ne nas dikim
û ne jî dipejirînim. Ez ne siyasetvanek im, sînoran derbixim, ez bi xwe hunermend im.
- Yanî çi ecêb e?
(...) Yanî bûyera PKKê mînakek e. Zewac di nav PKKê de qedexe bû. Ger tu di şer de bî jî yan jî tu li kû bî, dîsa tu nikarî hezkirinê bi dawî bînî. Tiştên gelek ecêb û balkêş pêk hatin, yanî hinek bûyer hebûn, eşîretên me jî nedikirin, lê soyalîstên me bi serê me kirin.
- Te qet ji xwe pirsiye, "ger berê mejiyê îroj bi min re bûya, min hinek tişta nedikir"
û ew tişt çi ne?
Bi rastî gelek tişt hebûn. Pêşî, ez zû nedizewicîm! Dûra ez tevlî karê hinek tiştên siyasî nedibûm. Sisê, min gerek zû dest bi tirkî jî bikira, gerek min bi tirkî jî bistra. Min dikarîbû bi gelê tirk re bûma....
- ...Tu Tayip Erdogan çawa dinirxînî?
(...) Bi rastî ez Erdogan nerm dinirxînim. Ew li ser çend bûyeran bêdeng bimîne jî, dîsa ew me dike nav ramanan. Mijaran digevîşîne û dûra pê mijûl dibe. Ez bawer im, ku bûyerên gelek baş dê bêne kirin û dê para wî jî tê de hebe.
--------------------------------------------------------
* Hevpeyvîn ji aliyê
kurdishinfo.com ve hatiye wergerandin bo kurdiyê.
|
 |
 |