www.amude.com - navenda çanda kurdî


11.02.2004 - 19:44


Silêmaniyê serxwebûna Kurdistanê dixwaze

SILÊMANÎ (amude.com) - Bajarê Silêmaniyê xwe ji xwepêşandanekê bo serxwebûna Kurdistanê amade dike. Li gorî agahiyên PUKmedia, dê di roja 14ê vê mehê de xwepêşandanekê ji bo şermezarkirina teror û terorîstan pêk were. Xwepêşandanvan dê doza yekbûna herdu hikumetên Kurdistanê bikin û herweha daxwaznameyekê ji bo serxwebûna Kurdistanê radestî hêzên hevpeyman bikin.

Daxwazên ku dê di nameya ji bo hêzên hevpeyman de werin eşkere kirin, ev in:

- Hemî bajar û herêmên başûrê Kurdistanê divê li jêr admînîstrasyoneke siyasî ya kurdî de bin
- Divê başûrê Kurdistanê di warê îdarî de ne bi Iraqê ve girêdayî be
- Pêkanîna hilbijartinên giştî li hemî herêmên başûrê Kurdistanê ji bo perlemaneke nû û hikumeteke siyasî li jêr navê "Hikumeta başûrê Kurdistanê" û divê ev hikumet ji bo deh salan li jêr çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û hêzên hevpeyman be.
- Piştî 10 salan, divê referendumeke giştî ji bo diyarkirina mesîrê Kurdistanê di hundirê dewleteke serbixwe de


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]