www.amude.com - navenda çanda kurdî


05.03.2004 - 17:16

Şîî autonomiya kurdan napejirînin

BEXDAD (ap/afp/amude.com) - Pênc endamên Konseya Hikumeta Iraqê yên şîî xwe ji çalakiya imzekirina zagona bingehîn a demî ya Iraqê kişandin. Ew dixwazin, ku ew nuqte bête guhertin, a ku dibêje, ku destura Iraqê dikare pêk were, eger piraniyek jê re peyda bibe û 2/3 ji kurdên li parêzgehên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê ne li dij bin. Duşema borî hemûyan li ser zagonê li hev kiribûn, lê şîiyan ji nişk ve nerîna xwe guhertin. Hîn ne diyar e, bê zagon dê bête guhertin an na û ew dê kînga bête imzekirin.

Ayatullah Elî el-Sîstanî daxwaza kurdan ji bo parastina autonomiya herêmên xwe nepejirand. Ji ber vê yekê, herpênc endamên Konseya Hikumeta Iraqê yên şîî (Mihemed Behr el-Ilum, Miwefeq el-Rebîî, Ebdilezîz el-Hekîm, Ehmed Çelebî û Ibrahîm el-Ceferî) guhertinên derbarî autonomiya kurdan xwestin û imzekirina zagonê nepejirandin.

Li gorî destura demî, hersê parêzgeh dikarin federaliyekê pêk bînin, Eger 2/3 ji rûniştivanên wan, ên ku mafê wan ê hilbijartinê heye, li dijî destura Iraqê deng bikin, destur dê pêk neyê. Şîî naxwazin ku ev hêz bikeve destên kurdan. Destura demî dê ji bo 2 salan be, ta ku Perlemaneke Iraqê ya hilbijartî destureke nû amade bike.

Wekî din, şîî dixwazin ku serokwezîrê Iraqê yekî ji wan be û ew bibe xwedî hêzeke mezintir. Herweha ew dixwazin ku di perlemanê de sîstema piraniya 51% bête bikaranîn û ne ya 2/3 ji endaman.

Hêjayî gotinê ye, ku berî demekê Celal Talabanî ragihand, ku el-Sîstanî li gel federalîzmê û autonomiya kurdan e. iştre, bîroya el-Sîstanî daxuyand, ku gotinên Talbanî ne rast in û el-Sîstanî tiştekî weha ne gotiye û ne jî li gel e.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]