www.amude.com - navenda çanda kurdî


02.03.2004 - 12:10

Şêrko Bêkes mijara "Şevbuhêrkên Kurdî" li Şamê bû

Rustem Hemze - ŞAM (amude.com) - Îna borî li Şamê, şevbuhêrka duyem ji "Şevbuhêrkên Kurdî" pêk hat. Siyasetvan û rewşenbîrê kurd Selah Berwarî li li ser Şêrko Bêkes û hinek nerînên wî yên helsbestî axifî.

Di destpêka şevbuhêrkê de, Berwarî helbestvan Şêrko Bêkes da naskirin û got, ku navê wî Şêrko Fayiq Bêkes e, kurê helbestvan Fayiq Bêkes (1905-1948) e, û ew di sala 1940î de li bajarê Silêmanîyê ji dayik bû. Berwarî berdewam kir û ragiahnd, ku di 1968an de, yekem beevoka helbestî ya Bêkes bi navê "Roniya Helbest" derket. Herweha wî di 1970î de li gel çend torevan û helbestvanên kurd ên din banghêştek toreyî bi navê "Ruwange" derxist, ku têde daxwaza nûjenkirin û vejandina helbest û çîrokê di toreya kurdî de dikin.

Selah Berwarî bi danasîna helbestvan Şêrko Bêkes berdewam kir û got, ku Bêkesî ta niha 20 bervokên helbestî derxistine û herweha du şanoyên helbestî jî belav kirine. Herweha wî romana "Kalemêr û Derya" ya Ernest Hemingway ji erebî wergerandiye kurdî.

Berwarî di pesinê Şêrko Bêkes de got: "Hemû derdên gelê kurd bi xwîna dilê xwe nivîsîne, û bi awayekî gelek tekûz û xurt û mukum darêjtine û kirine helbest…" Berwarî berdewma kir û got, ku Şêrko Bêkes ne bes hestên xwe yên dilînî dixe çarçoveya helbesta xwe, lêbelê ew "bi çavekî elhoyî ji banî ve li bûyerên gelê xwe dinêre û hemû tiştan wek wênegireka hestyar tomar dike û bi xwîna dilê xwe ya kel û geri, distire û hevîr dike, paşan datîne ser sêla dilê xwe ya şarhayî û delal."

rustem@amude.com



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]