www.amude.com - navenda çanda kurdî


27.01.2004 - 10:15


Serokkomarê Gurcistanê behsa kurdan dike


Mîxayîl Saakaşvîlî (Mikhail Saakashvili)
(wêne: reuters)
Dr. Zorab Aloian - ELMANYA/BREMEN (amude.com) - Yekşemba borî, Mîxayîl Saakaşvîlî bi awêrdeke fermî li paytexta Gurcistanê Tiblîsê bû serokkomarê Gurcistanê. Bi dehan hezaran temaşevan li ber Parlamenta Gurcistanê civiyabûn û di gel wan mêvanên payebilind mîna wezîrên karên derve yê Emêrîkayê Colin Powell û yê Rûsyayê Îgor Îvanov jî li wir amade bûn. Mîxayîl Saakaşvîlî sond xwar û piştre axavtinek li ser rewşa dewleta xwe pêşkêş kir û tê de behsa kurdên Gurcistamê jî kir.

Serokkomarê teze got, ku Gurcistan niştimanê hemû Gurcan e, yên ku li welêt an li derveyî welêt dijîn, û herweha dewleta hemû kêmneteweyan e, mina rûs, ukranî, ermenî, azerî, yûnan û kurd. Belê eger, Mîxayîl Saakaşvîlî bi fermî nave kurdên Gurcistanê - hejmara kîjanan 40.000 e - anî zimên. Li Tirkiyê yan Sûriyê bi milyonan kurd li ser xaka xwe dijîn, lê di bûyerên fermî de nayêne bîra birêvebirên wa welatan.

Hêjayî gotinê ye, ku mafên hindikahiyan li Gurcistanê ji bo kurdan jî hene wek saziyên çandî û dînî (piraniya kurdên wir êzîdî ne), şano, kovar, bernameyeke radyoyê û kursên zimanê kurdî di hinde dibistanan de.

Mîxayîl Saakaşvîlî li Ewropayê ciwantirîn serokkomar e û bi xwe li Emêrîkayê xwendina dadmendiyê qedandiye.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]