 |
 |
31.03.2004 - 02:03
"Ger çalakiyên protestoyê rawestin, em dê
bêne kuştin"
DORTMUND (amude.com) - Endamê polîtbîroya Partitya
Yekîtî ya Kurd li Suryayê Merwan Osman di hevpeyvînekê
de li gel Koçka "Serhildana Qamişlo" ya Paltalkê eşkere kir,
ku kurdên başûrê-rojavayî Kurdistanê
rewşeke pir dijwar derbas dikin. Wî diyar kir, ku binçavkirin
û işkencekirinên ji aliyê rêjîmê ve
berdewam in. Herweha wî piştrast kir, ku rawestandina piştgiriya
kurdên li derveyî welat dê qirkirina yên li welat
bi xwe re bîne. Osman bang li perçeyên din ên Kurdistanê
kir, ku piştgiriya xwe berdewam bikin û sarbûna xebata ragihandinê
ji aliyê televizyonên kurdî ve bi dawî bînin.
Li vê derê, Malpera Amûdê çend gotinên
Merwan Osman diweşîne:
- Tevgera kurdî doza aramiyê kir, lê rêjîm ta roja îroj girtinên xwe berdewam dike, lêdan û işkenceyên xwe berdewam dike. Vê rêjîmê gavek jî ber bi aramiya rewşê ve nekiriye
- Hejmara girtiyan bêtirî 2000 kesan e; hinekan berdidin, lê li hemberî wan hinên din têne girtin
- Ta roja îroj ti têkiliya siyasî di navbera dewletê û tevgera kurdî de çênebûye; dewlet tiştên xwe li ser tevgerê ferz dike; danûstanandinên ku hene jî yên ewlekarî ne
- Berdewamkirina danûstanandinên ewlekarî bi rêjîmê re şaşitiyeke mezin e ji aliyê kurdan ve; divê kurd bi dijwarî eşkere bikin, ku ew danûstandinên wiha nema dipejirînin
- Grûpeke ji kurdan ji bo hevdîtinekê li gel serok Beşar el-Esed re çûye Şamê, lê hîn jî ti kesî li wê guhdar nekiriye
- Em doz dikin, ku çalakiyên protestoyê ne li herêmên kurdî bêne kirin, lê belê li derveyî herêmê û bi taybetî li paytextê
- Em rûniştî bin, em têne girtin; em razayî bin, em têne girtin; Ku em kar bikin an em kar nekin jî, em têne işkencekirin; ji partiyên kurdî tê xwestin, ku bi çalakiyine mezin li Şamê rabin
- Kurdên ji derveyî welat deng û hêza me ne, gerek ew ranewestin û çalakiyên sererd û binerd berdewam bikin û bi doza miletê xwe li hundirî welat mijûl bibin
- Me ji hovîtiya ku li dijî me tê bikaranîn, biparêzin. Pêwîstiya me bi hemû şêweyên alîkariyê heye
- Tevgera kurdî xwedî helwesteke yekgirtî ye
- Tevgera kurdî nikarîbû miletê xwe ji xwe re bike hêz, ji ber ev tevger bi nekirina kar mijûl bûbû; me nedikarî miletê xwe hînî berxwedanê bikin; me destê xwe dida berxwedanên perçeyên din ên Kurdistanê û me xwe bi serkevtinên li wan perçeyan razî dikir
- Ne tenê tevgera siyasî ya kurdî bêkêr ma, lêbelê tevaya tevgera siyasî ya surî bêkêr e. Sedem ew e ku rêjîmê ti derfet neda jiyana siyasî li welat
- Guhertinên dawî hiştin ku milet li pêşiya asta ramanê ya partiyên siyasî û çalakiyên wan xîne.
- Me da dû milet, ne milet da dû me.
- Hêviya me ji televizyonên kurdî ew e, ku xebata xwe ya ragihandina rewşa me berdewam bikin; rewş pir xerab e; her roj bi sedan kes têne girtin; ên ku têne berdan jî, hin ji wan dîn bûne, hin pûç bûne, hinên din birînên wan genî bûne û ji ber tirsa girtin û kuştinê naçin nexweşxaneyan
|
 |
 |