www.amude.com - navenda çanda kurdî


31.03.2004 - 00:45

Girtiyên kurd ji ber işkencekirinê pûç û dîn dibin

QAMIŞLO (amude.com) - Rojek derbas nabe, bêyî ku li başûrê-rojavayî Kurdistanê bi dehan kurd neyên girtin û işkencekirin. Di dema ku hin ji wan serbest têne berdan de, di heman demê de hinên din têne binçavkirin. Kesên ku ji zindanê derdikevin jî, ji ber işkencekirnê yan pûç dibin, an birînine dijwar bi xwe re radihêjin an jî dîn dibin. Ji ber tirsa binçavkirinê, kesek newêre biçe nexweşxaneyan, da ku bête dermankirin. Rêjîm daxwazên xwe li ser tevgera kurdî ferz dike û tevger jî eşkere dibêje, ku ew neçar e û hêviya wê tenê ew e, ku çalakiyên derveyî welat bi xurtî berdewam bibin. Merwan Osman, endamê polîtbîroya Partitya Yekîtî ya Kurd li Suryayê, eşkere kir, ku partiyan sînorên xwe derbas kirine û piştrast kir, ku ger kurdên derveyî welat çalakiyên protestoyê berdewam nekin, dê ti guman ji qirkirina kurdên li welat nemîne.

Partiyên kurdî li Suryayê doh daxuyaniyek belav kir û tê de radigihînin, ku hêzên ewlekariyê yên surî êrîşên malên kurdan dikin û binçavkirina kurdan berdewam e. Herweha ji kurdan tê xwestin, ku biçin dezgeha ewlekariyê li bajarê Hisiça. Ew li wê derê têne binçavkirin. Partiyên kurdî navê 12 kurdan belav kiriye, ku doh hatin zindankirin. Merwan Osman ragihand, ku hin ji wan parêzer in û herweha endamên serokatiya hin partiyan ne. Kesên ku hatin binçavkirin ev in:

1. Mehmud Emo (Serê Kaniyê)
2. Luqman Bobo (Serê Kaniyê)
3. Ehmed Cuma Qoqyanî (Serê Kaniyê)
4. Umer Remo Qoqyanî (Serê Kaniyê)
5. Yehya Umer Qoqyanî (Serê Kaniyê)
6. Elaa Tewfîq (Serê Kaniyê)
7. Xalid Mihemed Teemuş (Serê Kaniyê)
8. Xalid Mihemed (Serê Kaniyê)
9. Reşad Meled Derwîş (Serê Kaniyê)
10. Fewaz Ebu Zêd (Qamişlo)
11. Nesridîn Berhek (Cil Axa)
12. Silêman Mihemed Ismaîl (Dirbêsiyê)




  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]