www.amude.com - navenda çanda kurdî


15.04.2004 - 03:56


Dr. Buseya Şaban
(aljazeera.net)
Çalakiyên rêjîma Suryayê yên li Elmanyayê dê bêne protestokirin

BERLÎN (amude.com) - Li bajarê Dresden li Elmanyayê, dê ji 18-24ê vê mehê "Hefteya Surî" li dar keve. Komek ji siyasetvan û kesayetiyên rêjîma Suryayê dê beşdarî vê çalakiyê bibin. Çalakiyên vê hefteyê dê ji bo rêklam û herweha piştgiriya siyaseta rêjîma surî werin bikaranîn. Kurdên ji Elmanyayê û herweha ji hin welatên din ên Ewropayê dê çalakiyên protestoyê li dijî vê hefteyê li dar xînin. Ji bo roja 18ê mehê xwepêşandanek tê amadekirin. "Hefteya Surî" dê li jêr sîwana wezîra Suryayê ya hemwelatiyên li derve Dr. Buseya Şaban li dar keve.

Ji bo xwepêşandana 18ê mehê, Komelgeha Kurdên Surî li Berlîn/Brandenburg û rêxistinên Elmanyayê yên partiyên kurdî li Suryayê bangeg belav kirin. Malpera Amûdê banga wan li vê derê diweşîne:

Bang

Komelgeha Kurdên Surî li Berlîn/Brandenburg û partiyên kurd ji Kurdistana Surî li Elmanya bangî hemû kurdên li Ewropayê dikin, ku ew li bajarê Dresden li dijî polîtîkaya rêjîma surî protesto bikin:

Yekşema 18.04.04an, demjimêr 14.00
Cih: Rathausplatz 1, Dresden


Ji 18-24.04.04an wê li Dresden bi beşdarbûna wezîra Suryayê ya "muxteribînan" Buseyna Şaban, nûnerê Suryayê yê wezareta çapemeniyê, serokê şaredariya Şamê, serokê zanîngeha Şamê û hin karmendên din ên rêjîma surî "Hefteya Surî" li dar keve.

Di çarçoveya vê hefteyê de, wê yekemîn kongireyê Komeleya Muxteribînên Surî bête damazirandin. Niha mirov dizane, bê çima ew vê heftiyê çêdikin, ji ber ku ji zû ve çalekiyên kurdan bûne weke sitriyan di çavên kesên rêjîma surî de. Ew dixwazin karê lobî ji polîtîkaya xwe ya nemirovane re bikin û rûyê xwe sipî bikin.

Lê em wan wilo bernadin û em ê ji wan re bidin xuyakirin, ku em wan li vir naxwazin.

Werin beşdar bibin, da em bi hevre wan xwînrijan şermezar bikin!
Werin bi jimareke mezin di 18.04.04an de beşdar bibin!
Wan kurdên di zindanên surî de tenê nehêlin!
Wan xwendevanên, ku ji xwendegehan tên avêtin, tenê nehêlin!
Wan kurdan jî tenê nehêlin, ên ku her roj bi destên hêzên parastinê tên perçiqandin!


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]