 |
 |
06.04.2004 - 23:15
Bajarê Amûdê jî bû armanca girtinan
AMÛDÊ/DÊRIKÊ (amude.com) - Hêzên ewlekariyê yên surî
îroj li bajarên Amûdê û Dêrikê
bi dehan kurd girtin û ew zindankirin. Kurdên ku hatin girtin,
ji aliyê polîsan ve naskirî bûn û ew bi
zanebûn hatin girtin. Kesên ku hatin girtin, çavên wan
ji aliyê polîsan ve bi rîbanên reş hatin girtin. Ta
roja îroj hîn ti girtinên mezin nehatibûn kirin.
Gelê Amûdê gumanê dike, ku "bêdengiya berî
bahozê" êdî bi dawî hat û di wê baweriyê de
ne, ku êdî dora bajarê wan hat.
Navên hin girtiyên Amûdê:
- Fewaz Mihyedîn (Hedad) û biyaê wî
- Rêzan Ehmedê Nurê
- Rêder Sedî
- Behaidîn Ibrahîm Mihemed Hisên
- Ismet Ehmed Mecun
- Hatim Emkê
Herweha îroj li bajarê Dêrikê jî komek ji kurdan hatin
girtin. Navîn hin kesan ev in:
- Newaf Ehmed
- Elî Silêman
- Salih Ebdilrehman Cangeo (xwediyê dikana "Mem û Zîn")
- Mesud Umer Yusiv (Bîroya Rêzan)
- Kopal Silêman (15e salî)
- Mihemed Ebdela (gundê Şekir Xaçê, 25 salî)
Wekî din îroj xortek bi navê
Idrîs Ehmed Ebas ji Dêrikê hate birîndarkirin.
|
 |
 |